Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde

  • rojane
  • 19:19 20 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin hatin protestokirin. Bang li PDK’ê hat kirin ku dest ji xiyanet û hevkariya ku dike berde. 

 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên bajar û navçeyan bi piştevaniya rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin, daxuyanî hatin dayîn û bi hêrsek mezin  êriş û hevkarî hatin protestokirin.  
 
DEM Partiya Şirnexê tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başurê Kurdistanê li navçeya Hezexê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî yên navend û navçeyan, parlemanterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta bi nivîsa "Ji dagirkerî û îxanetê re na" vekirin dirûşmeyên, "Bijî Kurdistan, bimire xiyanet",  "Ji şer re na demildest aştî" berz kirin.   
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Hezexê Adnan Bel ve hat xwendin. Bel bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê di sala 2018'an vir ve li dijî gelê kurd polîtikayên qirkirinê didomîne û wiha got: "Tirkiye ku taşerona stratejî û polîtîkayên şer ên NATO’yê yê li Rojhilata Navîn e ev zêdeyî 30 sal in herêm veguherandiye deryaya xwînê. Ev 10 sal in serkêşiya vê taşeronê rasterast bi destê Hakan Fîdan tê kirin. Qirkirina Kurdan ku piştî Fîdan bû Wezîra Karên Derve zêdetir bû. Êrîşên dagirkerî û dagirkirinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka statuya Kurdistanê bi giştî ye."
 
 'REWŞA KU PDK TÊ DE YE XIYANETÊ YE’ 
 
Bel bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û wiha domand: “Axa başûrê Kurdistanê ku bi bedelên mezin hatibû rizgar kirin îro ji bo berjewendiyên biçûk xira dikin. Gelê Kurdistanê, yên ku axa xwe ji dagirkeriyê re vekirine, ne weke welatparêz lê weke hevkarê dagirkeran wê bi bîr bîne. Rewşa ku PDK tê de ye xiyanet e. Banga me ji PDK'ê re ev e; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdestdar nabe. Ev têkoşîn wê ne ji aliyê çend malbatan û ne jî siyaseta sîstemê ya sereke ve bê serdestkirin. Weke her car wê li ser esasê berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet têk bibin, xera bikin û asteng bikin, li ber edaleta dîrokê mehkûmî têkçûyinê ne." 
 
 'EM VÊ XIYANETÊ QEBÛL NAKIN'  
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku Tirkiye di çarçoveya armancên Misak-i Millî de êrişî başûrê Kurdistanê dike û wiha axivî: “Tirkiyeya ku êrişên xwe yên li dijî statuya Rojava didomîne di destpêka xweseriyê heta niha li dijî statûya Başûr bû jî. Lê îro yên ku xwe wek kurd û rêveberê kurdan pênasê dikin bi kesên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin re hevkariyê dikin. Li şûna ku ew xak ji bo kurdan bibe mal, îro bûye cihê xiyanetê. Me gelek caran banga yekitiya kurdan kir. Me bang kir ku kurd statûya xwe mayînde bikin. Lê yên ku banga me bêbersiv hiştin û li ser berjewendiyên malbatî û eşîrî fikirîn, başûrê Kurdistanê kirin navenda kuştin û şer. Divê zanibin ku dewleta tirk îro ne tenê bi dijminatiya aliyekî dike, bi armanca Misak-i Millî çav berdaye Mûsil, Kerkuk û Hewlêrê. Yên ku bi dewleta tirk re hevkariyê dikin vê rastiyê nabînin? Ma hûn ji dîrokê aqil nagrin? Em ji vir bang dikin; Em vê xiyanetê qebûl nakin. Divê li ser berjewendiyên şaxsî, malbatî û eşîrî tevnegerin, divê bi berjewendiyên netewî tevbigerin." 
 
'HEVKARIYÊ BI DAWÎ BIKIN' 
 
Uysal Aslan anî ziman ku polîtîkayên şer ên AKP’ê bandorê li ser hemû beşên civakê dike û got: “Dewleta tirk ne tenê dijminatiya kurdan dike. Bi polîtîkayên şer ên li hemberî Kurdistanê bandorê li ser sifra tirk, kurd û ereban jî dike. Sedema krîza aborî û dîplomatîk ev polîtîkayên şer in. Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê yên li Başûr PDK jî di nav de, cihê xwe yên li dijî wan kesên ku li çiyayên Kurdistanê kurdan qetil dikin, bizanibin. Em ji vê rewşê aciz in. Em ji dewleta tirk re jî dibêjin; çareserî ne şer, aştiya demokratîk qebûlkirina statûya kurdan e. Banga me taybet ji PDK'ê re jî ev e; ev xiyaneta we nayê jibîrkirin. Dev ji vê hevkariyê berdin. Li dijî vê dagirkeriyê xiyaneta xwe bidawî bikin." 
  
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û girse bi berzkirina bi dirûşmeyan belav bû. 
 
ENQERE 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî li ber Şaredariya Çankaya li dijî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Oznûr Bartin û Îbrahîm Akin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê nsivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Rêvebera DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalkan êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Dixwazin bi van  êrişan destkeftiyên gelê kurd sabote bikin. Me çawa duh li dijî dagirkeriya li ser Rojava hêrsa xwe rakir, em îro jî ji bo başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe mezin dikin û em ê destûr nedin şerê dagirkeriyê.” 
 
WAN
 
Li Wanê jî bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê xwestin li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî li dar bixin lê polîsan bi hinceta “qedexe heye” daxuyanî asteng kir. Girse kêliyek li vir sekinî û pişt re derbasî avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji xiyanet û dagirkeriyê re na” hat vekirin. 
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeya Elbakê Şahîn Yagizer daxuyanî da û xwest PDK dawî li xiyaneta xwe bîne. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bimre xiyanet, bijî azadî” û çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Akdenîzê daxuyanî da û êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê protesto kir. Gel kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan daxuyanî da û xwest Tirkiye dest ji polîtîkayên şer berde û PDK jî dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bike. 
 
 
Rêxistinên DEM Partî yên bajarên Manîsa, Mûgla û Aydinê jî bi heman armancê daxyuyanî dan û êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê protesto kirin. 
 
  
 
  

Sernavên din

25/07/2024
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû