Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike

  • cîhan
  • 10:34 20 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Jean-Pierre Restellini ku 3 caran serdana Îmraliyê kirinbû, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û diyar kir ku pêwîste CPT der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide yan jî divê ji bo organîzekirina serdaneke nû ya li Îmraliyê bifikire.
 
25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nav şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin û 40 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dewleta tirk tevî ku di platformên navneteweyî de hewl bide cezayên ‘dîsîplînê’ û qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re hincetan bibîne û bi zorê rave bike jî, pisporên mijarê destnîşan dikin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûqê ye.
 
Komîteya Pêşî Girtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.
 
Endamê CPT'yê yê berê Dr. Jean-Pierre Restellini ku der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku li gorî pîvanên CPT’yê tecrîda girankirî nayê qebûlkirin û wiha got “Ji Îmraliyê bêhtirî 40 meh in agahî nayê girtin, ev yek pirsgirêkek cidî nîşan dide. Divê qet nebe CPT der barê serdana xwe ya dawî de nêrînên xwe parve bike û dewlet jî bersivek bide. Lê rayedarên tirk bersivê nadin. Li gorî peymanê heta dewlet daxuyaniyek nede, CPT jî nikare rapora xwe parve bike. Stratejiyek zehmet e lê dewletên berpirsyar rêbazeke wiha diyar kirine. Min berê jî gotibû, hin welat dibe ku demeke dirêj ango çend sal jî bersiv nedin.”
 
‘JI BO KU AGAHIYEK JI ABDULLAH OCALAN NEYÊ GIRTIN, HER RÊYÊ DICERIBÎNIN’
 
Restellini, destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina ligel parêzer û malbatê û qutkirina têkiliyê rewşeke ku nayê qebûlkirine û wiha domand: “Ji bo ku agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê girtin, dewleta tirk her rêbazê diceribîne. Em nizanin ka Abdullah Ocalan bi her sê girtiyên din re diaxive yan na. Ev rewşeke bi fikar e, teqez. Hûn jî bi qasî min dizanin ku Tirkiye dixwaze Ocalan 'bixeniqîne' û ji bo pêşî li têkiliyên wî bigire her tişt dike. Ji bo agahiyek neçe derve hevdîtina bi her sê girtiyên din re jî tê astengkirin. Ji bo pêşî li vê bigirin, girtiyên din jî tecrîd dikin. Bê guman ev yek nayê qebûlkirin. Bi ya min her kes di vê mijarê de hemfikir e."
 
‘TECRÎD RÊ LI BER PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN GIRAN VEDIKE’
 
Restellini, anî ziman ku tecrîda girankirî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku hin girtî bi tenê dimînin û têkiliya wan bi temamî tê qutkirin, bi dîwaran re dipeyivin. Ez hin girtiyan dizanim, ji bo parastina aqilê xwe vê yekê neçar dikin. Ev merheleya hilweşîna psîkiyatrî ye. Di pêvajoyên piştî wê de ji xwe pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dertên holê. Tecrîda mutleq divê neyê pêkanîn. Qet nebe divê bi malbat û parêzeran re têkilî were danîn. Weke pîvan divê têkilî bi parêzeran re were mîsogerkirin. Lê belê eger bi hefteyan, bi mehan, bi salan li hucreyê bi tenê bê ragirtin û hevdîtin bi parêzeran re nebe, teqez rewşeke ku bê pejirandin nîne. Bi gotineke din, divê tecrîda mutleq bi tu awayî neyê pêkanîn.”
 
'CPT DIKARE LI SER HELWESTA TIRKIYEYÊ DAXUYANIYEKÊ BIDE'
 
Jean-Pîerre Restellini di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Wekî me behs kir, tiştê divê nû bê kirin li ser helwesta Tirkiyeyê daxuyaniyekê bêdayîn. Ez ê bi hempîşeyên xwe yên li CPT'yê re jî biaxivim. Divê der barê serdana dawiyê de daxuyaniyek bê dayîn. Ev helwesta Tirkiyeyê di encamê de binpêkirina xebatên CPT'yê ye. Dikarin daxuyaniyeke wiha bidin û bibêjin ‘Em nikarin rapora dawî ya Îmraliyê ji raya giştî re ragihînin, ji ber ku tu bersiv ji hikûmeta tirk nehatiye dayîn’.”
 
‘DIVÊ CPT BIFIKIRE KU CAREKE DIN SERDANA ÎMRALIYÊ BIKE’
 
Restellini, di dawiyê de anî ziman ku CPT dikare ji bo rewşa Abdullah Ocalan careke din biçe serdana Îmraliyê û got: “CPT dikare serdaneke nû organîze bike. Ev jî dikare bibe çareseriyek nû. Eger ez bi xwe bûma, min tercîh dikir ku rewşê careke din bi çavên xwe bibînim. Girîng e daxwaza weşandina rapora dawî bê kirin. Lê belê ji xwe ev demeke derbas bûye û em rewşa heyî nizanin. Ji bo serdaneke nû çûyîna Îmraliyê wê baştir be."
 
* Jean-Pierre Restellini kî ye?
 
Jean-Pierre Retellini doktor û Hiqûqnasê Swîsreyî ku zêdetirî 30 salan di Komîteya Ewropa ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê de wek pispor xebitî. Retellini ku demeke dirêj Serokê Daîreya Tibê ya Girtîgehên Cenevreyê kir, di navbera salên 2009-2015'an de jî di heman demê de bi xebatên xwe yên di nava CPT'yê de Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Swîsreyê jî kir.
 
Jean-Pierre Retellini ku di nava CPT’yê de bi sedan girtîgehên cîhanê ku di serî de Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de dîl tê girtin ziyaret kir, pirtûkek bi navê "Rojnivîskên Rêwîtiya Bijîşkekî ku li girtîgehên Ewropayê çavdêriya tenduristiyê dikir" jî heye.
 

Sernavên din

20/07/2024
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin