Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye

  • rojane
  • 09:09 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku Tirkiyeyê gelek deverên başûrê Kurdsitanê dagir kiriye û deverên hatine valakirin komên paramîlîter lê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin. 
 
Rojnamevan Erdogan Altan êriş û planên dagirkirinê yên Tirkiyeyê li ser başûrê Kurdistanê nirxand. 
 
‘DAIŞ’Î HATINE BICIHKIRIN’ 
 
Erdogan Altan da zanîn ku Tirkiye dixwaze li hemberî PKK’ê herêmek tampon ava bike û êrişên Tirkiyeyê wek “hewldana dagirkeriyê” nirxand. Altan anî ziman ku di nav komên ku Tirkiyeyê ew anîne herêmê DAIŞ’î jî hene û ji bo êriş bigihîjin armanca xwe gund tên valakirin û pêla binçavkirin û girtinan hatiye destpêkirin. 
 
'DIXWAZIN PLANEKE NÛ YA QIRKIRINÊ TÊXIN DEWRÊ’ 
 
Altan diyar kir ku Tirkiye li hemû rêyên li Duhok, Zaxo û Hewlêrê bi PDK’ê re tevger dike û got: “Polîtîkayek ku tê xwestin hêzên gerîla bi tenê bên hiştin tê şopandin.” Altan da zanîn k udi 5 mehên dawî de 407 kargeh û bi hezaran dekar erazî hatine şewitandin û got: “Dixwazin hikûmeta Iraqê jî daxilî vê konsepte bikin. Yanî em dikarin bêjin ku dixwazin qirkirinek nû li Kurdistanê pêk bînin. Helbet PDK rê dide Tirkiyeyê ku ewqas rehet tevbigere. Ji bo ku axa Başûr bibe cihê leşkerên tirk û îslamîstên radîdal lewma zend û bend hatine badan. Bêdengiya Iraqê jî tê maneya erêkirina van êrişan. An jî tê maneya ku hin peymanên veşarî hatine kirin.” 
 
ARMANCA HERÊMA TAMPON 
 
Altan diyar kir ku pêkanînên wekî qereqol, kontrolkirina nasnameyan û valakirina gundan rewabûna rêveberiyên heyî radixe ber çavan û wiha got: "Yek ji xemên sereke yên gelê Başûr, bicihkirina komên îslamî yên radîkal ên weke DAIŞ'ê li herêmên hatine valakirin e. Her wiha Tirkiyeyê ji bo guhertina demografiyê jî zend û bendên xwe pêça ye. Tê xwestin ku bi komên radîkal ên îslamîst re ji Duhokê heta Hewlêr, Betil, Dêrkar, Batûfa, Kanîmasî, Dêreluk, Şeladizê û Dînartê herêmeke tampon ava bikin. Li vir jî planek mîna ya li li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin.” 
 
'KOMÊN ÇEKDAR LI 72 QEREQOL Û NOXTEYAN HATINE BICIHKIRIN’ 
 
Altan diyar kir ku Tirkiyeyê qadeke bi qasî 40 kîlometreyî girêdaye herêmê û radestî komên çekdar kiriye û got ku navên serkirdeyên komên çekdar ên şandin herêmê jî hatin eşkerekirin. Altan da zanîn ku di nav kesên navborî de kesên ku berê di nava DAIŞ’ê û rêxistinên mîna wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şer kirine jî hene û got: “Ev kes li qereqol û baregehên ku ji aliyê PDK’ê ve li herêma ji Bamernê heta Garê niha ku hatine dagikirin, hatine bicihkirin.” Altan anî ziman ku komên çete li 72 qereqol û baregehan hatine bicihkirin û got: “Niha ev rewş êdî berjewendiyên hevpar ên PDK'ê jî derbas kiriye. Qereqol û komên leşkerî êdî hêza dewleta tirk a li herêmê dide nîşandan.”
 
NAVÊ SERKIRDEYÊN ÇETEYAN
 
Altan navê hin rêveberên di nava komên çekdar de ku cih digirin û li Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin, jî parve kir: “Musena Xelil El-Hesen (Ebû El Wefa), Semih Fuad Yazilçi (Ebu Umer), Reed Hesen El-Wegai (Ebû Mihemed), Tarıq Ebû Ezîz (Ebû Elî), Edhem Fatih El Şekirci (Ebu Bekir), Basil Mihemed El Eli (Ebû El-Ziber), Macid Mistefa El Xalid (Ebû Decana El Ensari), Mihemed Enes el Ibêd (Ebû Muawiya), Mihemed Mihyeddin (Erendes).” 
 
162 GUND HATINE VALAKIRIN, 602 GUND JÎ DI TALÛKEYÊ DE NE 
 
Altan destnîşan kir ku hejmara gundên ku ji ber êrişên dawî yên Tirkiyeyê hatin valakirin derket 162 gundan û got: "Gefên li ser 602 gundan ji bo temamkirina dagirkirinê dewam dikin. Her wiha agahiyek wisa jî heye; ji hin malbatan hatiye xwestin ku beramberî pere li kampên li Hewlêr û Duhokê bicih bibin. Ev dibe ku bibe sedema hêrsek mezin jî. PDK rewşê normalîze dike. Gelê başûr di ferqa her tiştî de ye. Gelê başûr bang û gazî dike û dibêje ku wê DAIŞ’î li gundên hatine valakirin bicih bikin. Tevahiya gelê kurd û gelên din bi ruhek hevparî dikarin li ber van êrişan rabin û planan pûç bikin.” 
 
 

Sernavên din

12/02/2025
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin