Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin

  • rojane
  • 09:55 15 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Maloca İnternationaleyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku demografyaya herêmê hatiye guherandin û gelek binpêkirinên mafan tên kirin. 

 
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya Li dijî Cezakirinê yan jî Kiryarên Biçûkxistinê, yan jî li Derveyî Mirovahiyê û Zalimane yên Din û Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 8’ê tîrmehê de dest pê kir û wê heta 26’ê tîrmehê dewam bike. Di çarçoveya van rûniştinan de hîn jî têkildarî sûcên dewleta tirk li qada navneteweyî xebat tên meşandin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên di bin sîwana NY’ê de xebat dimeşînin, raporan pêşkêş dikin.
 
Rûniştin dê di 17-18’ê tîrmehê de were lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên raporê didin rûniştinên têkildarî Tirkiyeyê, wê beşdar bibin. Di rûniştinê de wê pirs ji Tirkiyeyê bên kirin. Maloca Înternatîonale rapor pêşkêşî van rûniştinan kir û bal kişand ser polîtîka û êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta tirk li ser xaka Sûriyeyê dimeşîne.
 
‘DIXWAZIN BANDORA KURDAN KÊM BIKIN’ 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta tirk mudaxilî şerê li Sûriyeyê bûye û sedemê vê yê esas jî ew e ku bandora kurdan a li herêmên nêzî sînorê xwe kêm bike. Di raporê de ev tişt jî hat gotin: “Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, operasyonên leşkerî yên cur be cur da destpêkirin. Di van operasyonan de herêmên di bin kontrola kurdan de hatin hedefgirtin. Ev operasyon bûn sedem ku nifûsa kurd di rêjeyeke girîng de ji cihên xwe bibin, binesazî texrîb bibe û gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin.”
 
SÛCÊN ŞER ÊN LI HERÊMÊN KURDAN TÊN KIRIN
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku têkildarî sûcên şer ên li herêmên dagirkirî hatine kirin, raporên piştrastkirî hene û wiha hat gotni: “Komên sûriyeyî bi piştevaniya Tirkiyeyê gelek kiryarên weke îşkence, înfaz û revandina sivîlên kurd pêk aniye, têkildarî van sûcên şer raporên piştrastkirî hene. Hêzên tirk piştgiriyê didin van koman û carnan jî rasterast bi xwe koordîne dikin. Van koman ji bo kurdên li van herêmên rewşeke tirs û bêewle ava kiriye. Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, bandorên giran li mirovan kiriye. Bi hezaran kurd neçar mane ku malên xwe biterikînin û ev jî bûye sedemê krîzeke koçberiyê.”
 
BANGA HESABPIRSÎNÊ
 
Di raporê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî tên pêkanîn, wezîfeya xwe bi cih bînin û wiha hate gotin: “Gelê kurd li Tirkiyeyê û di encama kiryarên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê de, rû bi rûyê zehmetiyên cidî û binpêkirinên mafên mirovan dimîne. Divê ev pirsgirêk bên nirxandin û civaka navneteweyî divê hesab bipirse. Divê alîkariya mirovî bê pêkanîn û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, hewldaneke hevpar bê raberkirin. Operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêk anîn, bûye sedem ku kurd bi zorê ji cihên xwe bibin. Mirov bi xetereya îşkence yan jî muameleya xirab re rû bi rû dimînin.”
 

Sernavên din

15/07/2024
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'