Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin

  • rojane
  • 09:05 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
SIRNEX - Hevjînê girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin." 
 
Girtî Yaşar Bayar (37) ê ku di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema şerê xwerêveberiyê de hat binçavkirin û girtin, piştî ku 3 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê tê kirin. Dadgeha Şirnexê 42 sal cezayê hepsê li Bayar birî. Ev ceza ji  aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û piştî erêkirina ceza ew xistin hûcreya yek kesî. Bayar di hevdîtina dawî ya bi telefonê re ya ku bi malbata xwe re pêk anî diyar kir ku rêveberiya girtîhehê ew nebiriye nexweşxaneyê û ragihand ku tedawiya wî tê astengkirin.
 
Hevjîna Bayar, Dîlber Bayar der barê hevdîtina ku herî dawî bi hevjînê re pêk anî de axivî. Bayar anî ziman ku tedawiya hevjînê wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Di çavê hevjîna min de pirsgirêk heye. Çavê wî kêm dibînin. Her wiha pişta wî jî diêşê lê tevî vê yekê jî tedawiya wî nayê kirin. Rewşa girtiyan nebaş e. Hevdîtinên me yên bi têlefonê jî her tim qut dibin. Jixwe ji 15 rojan carekê telefonî malbatê dike. Ji ber ku tedawiya wî nayê kirin, ew nizane çi dermanan vexwe û ji ber nebûna dermanan nexweşiyên wî girantir dibin."
 
'SALÊ 2 CARAN DIÇIN HEVDÎTINÊ'
 
Bayar diyar kir ku ji ber hevjîna wê li cihekî dûr tê ragirtin nikarin biçin hevdîtinê û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê weke malbat em jî tên cezakirin. Dema ku em diçin hevdîtinê em gelek zehmetiyan dikişînin. Hem ji ber mesrefên çûnehatê û hem jî ji ber mesafeya dûr gelek pirsgirêk hene. Rewşa me ya aborî ne baş e. Em bi deyn diçin hevdîtine. 5 zarokên min hene. Yê herî biçûk 10 salî ye. Ez bi tena serê xwe li zarokan dinêrim. Ji ber vê sedemê em tenê salê 2 caran ew jî di cejnan de diçin hevdîtinê. Ev rewş di warê psîkolojîk de bandoreke pir xerab li ser wî û me dike. Nikare zarokên me bibîne. Heke mehê du caran em biçûna hevdîtinê ji bo wî jî wê baş bibûya." 
 
'CEZAYÊ MIRINÊ DIDIN'
 
Bayar bertek nîşanî 42 sal cezayê ku li hevjîna we hatiye birîn da û wiha pêde çû: "Tevî delîl û şahîd tune ne jî 42 sal cezayê hepsê danê. Ji ber ku cezayê îdamê tune ye mirovan îdam nakin. Lê bi van cezayên giran cezayê mirinê didin. Ev ceza li dijî girtiyan û malbatên wan neheqiyeke mezin e. Li ser girtiyan zextên giran hene. Ev jî bandoreke pir xerab li malbatan dike. Malbat jî tên cezakirin. Divê ev zilm bi dawî bibe. Ji bo gel bitirsînin cezayên giran didin. Hevjînê min tiştek nekiriye."
 
'BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'
 
Bayar di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û got: “Banga me ji bo saziyên mafên mirovan û saziyên demokratîk ew e ku parastina girtiyan bikin. Bila mafên girtiyan biparêzin. Divê ji bo dermankirina girtiyan jî gavan bavêjin. Bila ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya girtiyan bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

31/01/2025
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan