‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin

  • rojane
  • 16:06 8 Tîrmeh 2024
  • |

COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” gihiştî navenda bajar û hate temamkirin axivî û wiha got: “Binpêkirina îradeya gel di heman demê de binpêkirina destûra bingehîn e. Li gorî destûra bingehîn tevbigerin.” 

 
“Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve atibû destpêkirin, li navenda Colemêrgê bi daxuyaniyekê hate bidawîkirin. Bi sedan kesên hatin pêşiya Walîtiya Colemêrgê, daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut spasiya kesên li dijî xespkirina îradeya gel tev li meşê bûne kir û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî xespkirina îradeya gel bidome. 
 
‘ÎRADE DI DEMOKRASIYÊ DE TÊ WATEYA GEL’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Şandeya me ev bû 9 roj di rêyan de ye. Ji Stenbolê, Tekîrdagê, ji Îzmîrê, Enqereyê heta Kurdistanê ji çar aliyan ve ketin rê. Bajar bi bajar hatin vê derê. Ji Wanê heta vê derê bênavber meşiyan. Di vê meşa xwe ya 9 rojan de daxwazeke me hebû. Ew jî rêzgirtina ji îradeyê re bû. Îrade çi ye? Îrade, di demokrasiyan de tê wateya gel. Lê di dîktatoriyan de îrade tê wateya qesrê, yekzilamî. Îrade, demokrasî û edalet e. Lê di rejîmên faşîst de tê wateya hêzên ewlekariyê, qeyûm û tayînkirina qeyûman. Em dibêjin rêzgirtina ji îradeyê re. Bi mafê bijartin û hilbijartinê re encama sindoqan weke îrade tê qebûlkirin.” 
 
Hatîmogûllari, bertek nîşanî gotina Erdogan ku digot dê rêzê ji encamên sindoqê re bigire da û wiha pê de çû: “Lê ji encamên sindoqê yên Colemêrgê re rêz negirt. Hevalê me Mehmet Siddik Akiş bi awayekî derhiqûqî hate girtin û 19 sal cezayê hefsê lê birîn. Hêj biryar nehatibû dayîn ku ev şexsê di vê avahiya piştme li walîtiyê rûdinişt ji hêla wezareta karên hundir ve weke qeyûm hat tayînkirin. Bi awayekî eşkere qanûn binpê kirin. Li Kula ya Manîsayê şaredar hat girtin û li şûna wî endamên meclisê şaredar hilbijartin. Baş e lê li Colemêrgê çi kirin? Meclisa Şaredariyê civiya û hevşaredara me Viyan Tekçe weke serokwekîl hilbjart. Ya ku divê niha were kirin ew e ku hevala me Viyan Tekçe bi awayekî fermî bibe Şaredara Colemêrgê. Lê wisa nakin.” 
 
‘HÛN NIKARIN KESÊN TAYÎNKIRÎ BÎNIN ŞÛNA KESÊN HILBIJARTÎ’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha li qadan e û wiha got: “Nobeta me ya li Stenbolê didome. Di meşa 9 rojan de di lingên hevalên me de av kom bû. Hinek hevalên me nexweş bûn û hinek jî kal bûn. Lê dîsa jî dest ji meşê bernedan. Heke mirov li dijî van meşiya bin, divê ev kesê li qesrê rûniştî, waliyê wî yê tayînkirî û qeyûmê îradeya gel xesp kirî jî îradeya gel bibînin. Hûn nikarin kesên tayînkirî bînin şûna kesên hilbijartî. Peyv bi pevy di destûra bingehîn de hatiye vegotin bê ka dema yên hilbijartî ji peywirê hatin girtin divê piştre çawa bê hilbijartin.”
 
‘ÎRADEYA GELÊ KURD HATE BINPÊKIRIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari wiha derbirî: “Ya ku îktîdar dike binpêkirina îradeya gelê kurd e. Binpêkirina îradeya gelê Colemêrgê di heman demê binpêkirina destûra bingehîn e. Lewma em li vir dîsa bang dikin;  li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Divê Tirkiye peymanên mohr kirine cîbicî bike. Divê li gorî şertên xwesriya rêveberiyên herêmî tevbigtere. Divê li gorî protokola Venedîkê tevbigere. Tayînkirina qeyûman ne tenê li gorî qanûnên Tirkiyeyê sûc e, li gorî peymanên Ewropayê jî sûc e û qanûnî nînin. Em li vir careke din diqîrin; em bi lingên xwe yên av lê kom bûyî, bi rûçikê xwe yê şewitî re xwedî li îradeya xwe derdikevin. Tavilê qeyûmên xwe paşve bikişînin û bila Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê were tayînkirin. Weke duh îro jî em ê tevî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî kesên bêhurmetiyê li dijî îradeya me dikin çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘RÊZÊ JI BI ÎRADEYA GEL BIGIRIN’
 
Hatîmogûllari wiha bi dawî kir: “Li her devera Tirkiyeyê li dijî qeyûman bertek tên nîşandan. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ne tenê pirsgirêka Colemêrg û DEM Partiyê ye. Tayînkirina qeyûm, binpêkirina mafê me yê bijartin û hilbijartinê ye. Bi vê yekê re xetere li ser Şaredariya Stenbolê jî çêdibe, li ser ya Îzmîrê jî çêdibe. Banga me ji bo her kesî ew e ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em îro meşa xwe bi dawî dikin. Dê nobeta me bidome. Li her çar aliyên Tirkiyeyê dê têkoşîna me bidome.” 
 

Sernavên din

10/07/2024
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin