Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!

  • jin
  • 18:11 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX -  TJA'yê li navçeya Cizîrê têkildarî gotinên zayendperest ên midûrê polîsan ku li dijî Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan gotibûn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal axivî û bang li midûrê polîsan kir û got: "Hedê xwe zanibe."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî gotinên zayentperest ên midûrê polîsan ên li Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan re di meşa li navçeya Hezex a Şirnexê ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê pêk hat de gotibûn, daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê hat dayin, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez û gelek welatî beşdar bûn. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em gel, jin û jiyan in, hûn kî ne" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî û zext ninkarin me bitirsînin" berz kirin.
 
Beriya daxuyaniyê heyeta ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ji Cizîrê diçûn Colemêrgê hatin oxirkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Sema Eren ku piştre metna daxuyaniyê xwend, bi bîr xist ku Hevşaredar Guler Yerbasan bi rêjeya ji sedî 73'yê dengên gel hatiye hilbijartin û ev tişt gotin: "Gotinên midûrê polîsan ên 'Tu kî yî! Cihê xwe bizanibe! Ji ber ku tu jin, mafê te ya axaftinê tune ye." îradeya jinê û ya gelê kurd tüne dihesibîne. Ev yek berhema polîtîkayên şerê taybet a desthilat û dewlete yê. Yên ku difikirin ku gelê Kurd û jinên Kurd wê bi gefan paşde gav biavêjin, şaş difikirin. Em ê guh nedin tehdîd û gefan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'EM JIN IN Û LI VIR IN'
 
Piştre Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal axivî û diyar kir ku midûrê polîsan ê ku li dijî Hevşaredar Guler Yerbasan gotinên zayendperest bi kar aniyê, gelek caran êrişî daxuyaniyên wan kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kesê ku di her daxuyaniyên me de peywîr girtiye êvara hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê tundî li Hevserokê me yê Şirnexê Abdullah Gungen kir.  Her daxuyanî û çalakiyên me ji ber sedemên neqanûnî û keyfî ji aliyê vî kesî ve tên astengkirin. Bi zext û astengiyan dixwazin hebûna me tune bikin. Dema di nava hefteyekê de 20 jin hatin qetilkirin ên ku pêşiya daxuyaniya me girtin li ku bûn? Dema ku li bajarê me zarok û ciwan dikevin xefika tiryakê li ku bûn? Ev zîhniyeta ku jinê weke kole dibîne, nikare pêşengiya jinê ya di nava civakê de tehemûl bike. Dixwazin jin her tim kole bimînin. Di şexsê Hevşaredara me Guler Yerbasan de hebûn û vîna jinê hat hedefgirtin. Em vê gotinê ne li hemberî hevşaredar û ne jî li hemberî partiya xwe qebûl nakin. Em li vir in, em ê di nava civakê de bin. Jin di siyaseta me de pêşeng in. Em dibêjin heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Kesê ku vê dibêje zîhniyeta qirêj a zilam a dewletê nîşan dide. Ji vir em jê re dibêjin; Cihê xwe bizane. Hedê xwe zanibe. Hûn ne dikarin vê ji me re bibêjin û ne jî îradeya vî gelî tune bihesibînin. Em gel in, em jin in, em li vir in û em ê pêşengiya civaka xwe bikin." 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

21/01/2025
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya