'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'

  • rojane
  • 15:42 29 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnexê û navçeya Xinûsê ya Erziromê, Şêx Seîd û hevalên xwe bi bernameyan hatin bibîranîn. Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat got: "Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin." 

 
Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di salvegera 99'emîn a şehadeta xwe de li Şirnex û navçeya Xinûsê ya Erziromê hatin bibîranîn. 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, di salvegera 99'emîn a şehedata Şêx Seîd û hevalên wî de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan Rêxistinên DEM Parti yên navend û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl ên Şirnexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşder ji bo wateya rojê bi cilên reş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Me ji sala 1925'an heta 1999'an serî netewand û em natewînin" hat vekirin û wêneyên Şêx Seîd hatin hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê ya Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gungen bi lêv kir ku tevî 99 sal bi ser şehadeta Şêx Seîd re derbas bûnê jî hê jî cihê gora Şêx Seîd û gorên hevalên wî nehatiyê eşkerekirin û got ku yên ku ew qetil kirin negehiştin armanca xwe. Gungen anî ziman ku di roja darvekirina Şêx Seîd de cezayê darvekirinê dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "29'ê Hezîranê di dîroka Kurd û Kurdistanê de bendeke pir girîng e. Piştî 74 salên darvekirina Şêx Seîd a di sala 1925’an de, dîsa di sala 1999’an de cezayê darvekirinê li birêz Abdullah Ocalan hat birîn. Bijartina vê dîrokê helbet ne tesadufe, berovajî wê ji bo azadiya gelê Kurd peyameke zelal e. Bi vê wateyê ve girêdayî em girîngî û bandora vê dîrokê bi awayekî herî zelal dibînin; Em bi tecrîda girankirî, pergala îşkenceya li girtîgehan û polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd dibinîn û dijîn.Ne plana çewisandinê, ne plana hilweşandinê, ne dadgehên îstiklalê, ne dadgehên Ewlekariya Dewletê û ne jî dadgehên cezayên bilind nekarîn têkoşîna me ya mafdar asteng bikin û me ji ser vê rêyê bigire. Bi vê wateyê ve girêdayî; Çalakî û têkoşîna me ya girseyî ya li dijî faşîzm û êrîşên; komkujî, tecrîd û li hember zîhniyeta qeûyaman wê ji niha û pê ve, bênavber bidome."
 
‘HEQÎQET BI ZILMÊ NAYÊ TUNEKIRIN’ 
 
Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Dogan da zanîn ku îro ji bo Kurdistanê rojeke reş e û wiha got: "Îro dîroka zilmê û berxwedan û serfiraziyê ye. Şêx Seîd dema hat darvekirin mîrateyek ji me re hişt. Ev ji têkoşîn bû. Bi ser vê darvekirinê ve dema 74 sal derbas dibû vê carê di sala 1999'an de di saxsê birez Abdullah Ocalan de careke din xwestin gelê kurd darve bikin. Îro ji bo dîroka Tirkiyeyê jî rojeke reş e. Divê gelê tirk jî hestên xwe bi me vê bikin yek. Heta hemû kesên li ser vê axê dijîn ne wekhev û azad bibin ev dîrok nagûhere. Dîrok careke din nîşan dide ku heqîqeta neteweyekî bi zilmê nayê tunekirin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 
ERZIROM
 
DBP’ê û DEM Partiyê li navçeya Xinûsê ya Erziromê jî bernameya bîranîna Şêx Seîd li dar xistin. Gelek kes tev li bernameyê bû. Hevserokê DBP’a Xinûsê Hasan Dogan di bîranînê de axivî û diyar kir ku divê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji malbatên wan û raya giştî re bê eşkerekirin û got: “Divê hemû mafên wan li wan bên vegerandin. Ne dadgehên îstîklalê ne jî DGM nikarim me ji têkoşîna me asteng bikin û bidin jibîrkirin.”
 
 
 
‘TÊKOŞÎNA ŞÊX SEÎD ÎRO BIRÊZ OCALAN DIDOMÎNE’ 
 
Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat jî anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkarkirina kurdan ji sala 1924’an ve berdewam dike û got: “Em ê wek neviyên Şêx Seîd heta ku pirsgirêka gelê kurd were çareserkirin, têkoşîna xwe bidomînin. Çareya kurdan tenê aştî ye. Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan tê berdewamkirin. Em dixwazin li ser vê axê êdî aştî serdest bibe.” 
 

Sernavên din

17/01/2025
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike