Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan

  • rojane
  • 10:39 25 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ê diyar kir ku her 6 kesên ku dê di hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê bên kirin de bikevin pêşbaziyê “bisabiqe” ne û bi lêv kir ku hilbijêrên kurd ên mafên wan tên xespkirin dê neçin ser sindoqan. 
 
Ji ber Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da dê li Îranê hilbijartina serokkomariyê jinûve bên kirin. 63 milyon hilbijêr ji bo di 28’ê hezîranê de serokkomar hilbijêrin dê biçin ser sindoqê. Konseya Parazvanên Destûra Bingehîn “girêdayîna rejîmê û sabiqeya siyasî, exlaqî û olî” ya kesên dixwazin di hilbijartina serokkomariyê de bibin namzet lêkolîn kir û destûr da namzetbûna 6 kesan. Serokê Meclisê Mûhammed Bakir Kalîbaf, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Netewî yê berê Seîd Celîlî, Wezîrê Karên Hundir ê berê Mûstafa Pûrmûhammedî, Serokê Weqfa Şehîd û Gaziyan Emîr Huseyîn Kadizadehaşimî, Şaredarê Tehranê Alî Riza Zakanî û ji “reformîstan” Wezîrê Tenduristiyê yê berê parlamenterê Tebrîzê Mesûd Pezeşkiyan dê di hilbijartinê de bikevin pêşbaziyê. 
 
NAMZETÊN KU BIKEVIN HILBIJARTINÊ 
 
Mesûd Pezeşkiyan (70) ê yekane namzetê ku baskê “reformîst” ê li Îranê piştevaniya wî dike, li bajarê Mehabadê hate dine. Pezeşkiyan, kesekî ku mudaxileyên hişk ên di çalakiyên protestoyî yên “raweste” yên li dijî mûhafazakaran hatin kirin rexne dike tê zanîn. Lê belê di pêvajoya propagandaya hilbijartinê de bi axaftinên xwe yên dê li dijî polîtîkayên Hamaney nebe û wan pêk bîne, berteka kesên ku reformê dixwazin kom kir. Pezeşkiyan ê pisporê cerahiya dil e, beriya niha 5 serdeman weke parlamenter peywîr girt û 4 salan jî Wezareta Tenduristiyê kir. 
 
BAKIR KALÎBAF
 
Di nava namzetên mûhafazakar de yek ji namzetê ku şensê wî yê hilbijartinê herî bilind e Mûhammed Bakir Kalîbaf e. Kalîbaf ê 62 salî ye, weke kesekî nêzî Hamaney tê zanîn. Kalîbaf ku beriya niha li pêşiya derbaskirina qanûnên reformê asteng bû, di 20 saliya xwe de di nava şerê Îran û Iraqê de cih girt û ji aliyê rejîmê ve hate hezkirin û payeya xwe her tim bilind kir. Kalîbaf ê ku bi nêrînên xwe yên tund û êrişkar ên li dijî gel tê naskirin, ev 4 sal in serokê parlamentoya Iranê ye. Kalîbaf di hilbijartinên sala 2021’an de hatin kirin ji bo Reîsî ji namzetbûnê vekişiya. 
 
PÛRMUHAMMEDÎ
 
Yek ji namzetên bi hêz ku mûhafazakar piştgiriyê didinê jî Mûstafa Mûhammedî yê li Kûmê ji dayik bûye ye. Pûrmûhammedî yê 65 salî li Kurdistanê li dadgehên leşkerî de cih girt. Di serî de gelê kurd biryara mirinê ya gelek kesan îmze kir. Pûrmûhammedî yê li Kurdistanê di xebatên îstîxbaratê de cih digirt, yek ji kesên ku di konseya weke “Komîteya Mirinê” dihate zanîn de cih digirt. Pûrmûhammedî yê di nava xebatên îstîxbarata derve de cih digire weke berpirsyarê kuştina Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) siyasetmedarê kurd Sadiq Şerefkendî  û teqîneke li Arjantînê pêk hat tê zanîn. Pûrmûhammedî li welatên weke Amerîka û Îsraîlê di nav lîsteya kesên weke “terorîst” lêgerîna wan heye de cih digire. 
 
HAŞEMÎ
 
Emîr Huseyîn Gazîzade Haşemî (53) ku yek ji namzetê din ê muhafazakaran e jî li Xorasanê ji dayik bûye. Haşemî  yê alîgirê rejîmê ye, weke kesekî ku ji aliyê mûhafazakaran ve piştevaniya wî tê kirin derdikeve pêş. Haşemî yê di parlamentoya Îranê de 4 serdeman parlamenterî kir, herî dawî cîgiriya Reîsî dikir. Haşemî yê weke cerahê guh, difin û qirikê (KBB) di xwe de serkeftî ye, piştî ku kete nava siyasetê li gorî polîtîkayên pergalê tevgeriya û kesekî weke li dijî gel disekine tê zanîn. 
 
ZAKANΠ
 
Alî Riza Zakanî (59) yê li bajarê Rey hate dinê, di nav Hêzên Berxwedanê yên Besîç ku baskê dilxwaz ê Mûhafizên Şoreşê ne de cih girt. Zakanî di Konseya Navenda Yekîtiya Xwendekarên Îslamê ya Zanîstên Tibê ya Zanîngeha Tehranê de bi awayekî çalak cih girt û li qada “enerjiya nukleerê” de bû pispor. Zakanî yê Şaredariya Tehranê kiriye û di parlamentoyê de ye, kesekî nêzî rejîmê tê zanîn.
 
CELÎLΠ
 
Saîd Celîlî (59) yê 59 salî ku li bajarê Meşhedê ji dayik bûye, li Zanîngeha Sadiqê doktoraya xwe wergirt. Celîlî yê di Wezareta Karên Derve de dixebite li Teşkîlata Şûraya Mîllî de xebitî. Celîlî yê endamê saziya dewletê ya bi navê Konseya Teşhîsê ya Tembîhkirina Pergalê bû, di hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê serokatiya şanndeya ku pergal temsîl dikir, kir. Celîlî yê alîgirê pergalê ye û ji bo Pergala Îranê bidome di nav xebatan de cih digire beriya niha du caran tev li hilbijartinê bû û di hilbijartina 2021’an de ji bo Reîsî vekişiya. 
 
OREMAR: SABIQEYA HEMÛYAN HEYE
 
Rojnamevan û nivîskar Kakşar Oremar ê geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, bi lêv kir ku pratîka her 6 namzetan jî “bisabiqe” ye. Oremar, da zanîn ku li Îranê hilbijartin derveyî demokrasiyê pêk tên û wiha got: “Kesên heta niha hatine ser peywîrê di wateya pratik de ji bo azadî, mafên bingehîn û demokrasiyê gav neavêtine. Li Îranê niha gelek krîz hene. Pergala Îranê li hundir û derve pirsgirêka meşrûtiyetê dijî. Di serdema dawî de siyaseta Îranê jî di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de bi bandor dibe. Di rewşa heyî de rewşeke ku Hîzbûlaha Lubnanê bikeve şer heye. Şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike. Hemû bûyerên li herêmê pêk tên bandorê li Îranê jî dikin. Gelek kêm wext ma ji bo ku hilbijartin pêk werin. Lê bi tu awayî kelecana hilbijartinê nîne. Li Îranê hilbijartin bi awayekî formalîte tên kirin. Gel jî vê baş dizane. Ez difikirim ku di hilbijartinên ku dê bên kirin de tevlibûn dê ji hilbijartina Reîsî hatibû hilbijartin kêmtir bibe.”
 
‘DIBE KU NAMZETÊ REFORMÎST BIKIN SEROKOMAR’
 
Oremar, bi lêv kir ku Mesûd Pezeşkiyan ê namzetê kesên ku reformê dixwazin e, piştî axaftina xwe ya piştgiriya Hamaney kir bi berteka kesên reformê dixwazin re rûbirû ma û da zanîn ku ev rewş dê bibe sedema ku tevlibûna hilbijartinan kêmtir bibe. Oremar ê got ku “Gel bi bêkariyeke cidî û gelek krîzan re hewl dide debara xwe bike” û ev tişt gotin: “Di dema Reîsî de her tim mirin û îşkence çêbûn. Di nav namzetên niha de kesek bi tu awayî hêviyê nade. Di daxuyaniyên di serdemên dawî hatin kirin de, rejîm ji bo ku tiştên qewimîne veşêre dibe ku Pezeşkiyan bike Serokkomar. Hilbijartinên tên kirin formalîte ne. Pergala Îranê jî dixwaze hem di siyaseta hundir hem jî ya derve de bihgeha meşrûiyetê ava bike.”
 
‘GELÊ KURD DÊ HILBIJARTINAN BOYKOT BIKIN’ 
 
Oremar, da zanîn ku gelê kurd tevî xwediyê nifûseke zêde ye ji bo mafên wan nayên dayîn û her tim îşkence li wan tê kirin têkildarî hilbijartinê tu hêviya wan nemeya û anî ziman ku zêdetirî gelê kurd dê hilbijartinê boykot bikin. Oremar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartinên 45 salan de hatine kirin  tevlibûna kurdan kêm e. Di çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ de ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin gelek mirov hatin kuştin, binçavkirin û girtin. Zêdetirî van kurd bûn. Ji xwe niha di rastiyê de gelê kurd mualafetê li dijî pergala Îranê dike. Hem mafê kurdên şîa hem jî yên sunî tune tê hesibandin. Destûr nayê dayîn ku li Mahabad a nêzî 3 milyon kurdên sunî lê dijîn mizgeftekê çêbikin. Tê astengkirin ku kurd bibin namzetê serokkomariyê. Her tim çand û baweriya kurdan tê qedexekirin. Dema ev hemû bi hev re hatin nirxandin, em bi awayekî rehet dikarin bêjin ku gelê kurd naçin ser sindoqê.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

10/01/2025
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand