ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 25 Hezîran 2024
  • |
img
* Nivîskar Dilawer Zeraq û derhêner Metîn Ewr, der barê talan û kambaxiya ku qeyuman li bajarên bakurê Kurdistanê pêk anîne de diyar kirin ku bi qeyuman hebûna kurdan tê armanckirin û bi pêkanîna qeyuman kurd bê behn tên hiştin. 
 
* Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got: “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir. 
 
*  Li Çiyayê Gabarê ku talan û xesar lê didome, Walîtiya Şirnexê bi hinceta parastina lûleyên petrolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gundên Hêtman û Cêleka ku çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.
 
* Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 40'emîn. 561 serlêdanên di vê pêvajoyê de hatin kirin bê encam man. 
 
* Nûnerên sendîkayan ku ji bo mîtînga ku dê li Qada Kartalê li dijî qeyûm bê lidarxistin bang kirin got: "Em ji bo azadiya xwe û keda xwe hemû kedkaran vedixwînin mîtînga li Kartalê." 
 
* Di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ceza li rojnamevanan hatibû birîn. Di biryarê de xebatên rojnamevaniyê hatin krîmînalîzekirin û hat derpêşkirin ku rojnamevan bi nûçeyan "moral  motîvasyona rêxistinê geş kiriye." 
 
* Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ê diyar kir ku her 6 kesên ku dê di hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê bên kirin de bikevin pêşbaziyê “bisabiqe” ne û bi lêv kir ku hilbijêrên kurd ên mafên wan tên xespkirin dê neçin ser sindoqan. 
 
* Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî komên nêzî HUDA-PAR’ê ku êrişî dikanên li Amedê dikin da û got: “Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin. Ev wezîfeya me ya hevpar e. Em ê nehêlin ku aramiya vî bajarî bê xerakirin.” 
 
* Danişîna ewil a derbarê 5 siyasetmedarên HDP’î de bi hinceta çalakiyên Kobanê hatiye vekirin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Girtîgeha Kampusa Sîncanê bê lidarxistin. Beriya danişînê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê daxuyaniyê bide. (08.00) ZINDΠ
 
* Danişîna 3’yemîn a doza 38 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de li Tekîrdagê tên darizandin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Danişîna 7’emîn a rojnamevan Sezgîn Kartal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00) 
 
* ÎHD dê bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li ber Îdareya Koçê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de têkildarî rojevê nirxandinan bike. (12.45) ZINDΠ
 
* Rêxistinên Ekolojiyê piştî ku serdana gundên li Amed û Mêrdînê yên şewat lê derketin bikin, dê daxuyaniyê bidin. (14.00) 
 
* Li Wanê danişîna doza cerdevan Bişar Atli yê êrişa zayendî li jina bi navê M.Ş. kiribû jê tê darizandin dê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin. (14.30)
 
* Malbatên girtiyan û parlamenterên DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re li wezaretê hevdîtinê bikin. (15.00) 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê tev li aktîvîteya piştevaniyê ya ku dê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê li dar bixe bibin. (20.00) ZINDΠ
 
* Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî qeyûm li Qada Şîşxaneyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00) 
 
 
 
 

Sernavên din

10/01/2025
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand