Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine

  • rojane
  • 09:00 20 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros bi lêv kir ku dewleta tirk bi daxwaza PDK'ê dagirkeriya li herêmê bi bêdengî dide meşandin û got ku ji Şemzîzanê heta Avaşînê leşkerên tirk bi cih kirine. Her wiha Zagros diyar kir ku hêzên Iraqê jî li herêma şer hatine bicihkirin.

 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di 17'ê Nîsana 2022'yan de dest pê kiribûn, didomin. Êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) tên meşandin, bi bikaranîna çeken kîmyewî didome. Lê tevî hemû cureyên êrişan jî heta niha yek gav pêş ve neçûye. Tirkiye ya ku di êrişên li ser herêmê de encamên ku dixwaze bi dest naxe vê carê jî serî li bikaranîna êrişên çekên kimyewî yê qedexekirî dide. Di encama êrişên Tirkiyeyê de heta niha gelek gundên herêmê bi destê PDK'ê hatin valakirin û gelek şêniyên herêmê jî ji vê bi awayeke neyînî bi bandor bûn. Tirkiye ya ku êrişên xwe didomîne, amadekariya operasyoneke berfireh a li dijî herêmê dike. 
 
 
Rojnameger Bêrîtan Zagros ku qewmînin li herêmê ji nêz ve dişopîne, geşedanên li herêmê nirxandin.
 
'BI QIRKIRINA KURDAN EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE'
 
Zagros diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê ji bo ku emrê xwe dirêj bike li dijî kurdan şerê qirkirinê daye destpêkirin û wiha axivî: "Artêşa Tirk ne ji Bakur ve ji Başûr ve Kurdistanê dagir dike. Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê heya niha hemû derfetên xwe bikar anîne û hemû aboriya welat xistiye xizmeta şerê dagirkeriyê û qirkirina Kurd. Bi taybet ev ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve tê kirin. AKP û serokkomarê Tirk Erdogan ji bo temenê xwe yê desthilatdariyê dirêj bike, tenê hilbijêrka şer û qirkirina kurd li pêşiyê ye. Ji derveyî vêya ti tiştekî wan li ser desthilatê bigire nîne. Dewleta kur a Tirk û nijadperestên Tirk jî wisa xuyaye ji bo qirkirina Kurd pêk bînin destûr nadin Erdogan li ser desthilat biçe. Biryara guhertina Erdogan dabin jî, dixwazin biqasî bikarin bi wî xeyalên dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ku hemû Başûrê Kurdistanê digire nava xwe û têkbirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bigihînin serî. Nexwe desthilata AKP-MHP’ê va du hilbijartinin winda dike, aborî gihîştiye asta herî xirap, ji ber dijminahiya Kurd û siyaseta xwe ya şerxwaz jeostratejîkbûna xwe ji dest dide." 
 
DI DORÊ DE QENDÎL Û GARÊ HENE
 
Zagros da zanîn ku Tirkiye niha jî amadekariya êriş birina li ser Qendîlê dike û got: "Dema maskeya Erdogan ket û rûyê wî yê rast hate zanîn, piraniya giraniya xwe da ser siyaseta şer û qirkirina Kurd. Ji bo vê  pêkbîne jî pêwîste destpêkê hêza wê ya parastinê ku gerîlaye tine bike. Ji ber gerîla pêşengiyê ji hemû hêzên xweparastinê yên Kurdistanê re dike. Lewma ji bo tasfiyekirina Tevgera Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê pêwîstî dît, gerîla ji holê rake, axa Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dagir bike. êrişên di van çend salên dawiyê de ji Heftanîn û Bradostê destpêkirin, berbelavê Zagros, Zap û niha jî Metînayê bûye. Eger encam jî bigirin, di dorê de Garê û Qendîl tê. Helbet vî şerî ji xwere kir meseleya man û nemanê. Lewma bi hemû wezîrên xwe yên şer re, dîplomasiya şer û qirkirinê meşandin. Aboriya xwe seferberê şer kir û welat anî asta îflasê."
 
'TIRKIYE SÎNORÊN XWE BERFIREH DIKE'
 
Zagros anî ziman ku Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku sînorên xwe yên Iraqê yê bi ser Başûrê Kurdistanê fireh bike û wiha got: "Dewleta Tirk bi tena serê xwe nekariye di şerê dijî gerîla de pêşbikeve. Ev rastî êdî ji aliye raya giştî ya Başûr û bi taybet jî şarezayên şer û leşkeri ve jî tê dîtin. PDK û artêşa Tirk a dagirker nekarîn pîlanên dagirkirina Kurdistanê bibin serî û gerîla tasfiye bikin. Ji ber hem çek ji hêzên navnetewî digirtin, hem jî çekên kîmyewî taktîk nûkleer û her cûre çekên din bê sînor bikardianîn. Her wiha hêzên navnetewî jî û Iraq jî ti rêgiriyek ji vê dagirkeriya Tirk û destdirêjiyên PDK’ê re nekirin. Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê hemû aboriya Kurdistanê dagir kir, Kurdistanê kir mêtîngeha xwe û di warê çandî de jî qir dike. Lê bi van hemû tiştan jî dîsa nekarîn berxwedana gerîla ya ji bo parastina Kurdistanê bişkînin. Wezîrê Berê yê Pêşmergeyan Cebar Yawer û gelek pisporên eskerî bi eşkere gotin, artêşa Tirk di şerê dijî gerîla de serneketiye, ji bo encam bigire pêwîstî bi tevlîbûneke aktîv a Iraqê heye. Her wiha methên berxwedan û jêhatîbûna gerîla ya li dijî artêşeke NATO’yê ya xwe bi teknîka xwe diwerimîne dan. Operasyonên piştî serdana Erdogan ya Bexda û Hewlêrê jî dewama êrişên ji sala 2021’an ve destpêkiriye ye. Ji lewma em nikarin bêjin, êrişeke nû ya dagirkeriyêye. Dewleta Tirk hem bi PDK’ê re hem jî hinek hêzên navnetewî re li hevkir, ji bo sînorê xwe yê li gel Iraqê fireh bike û zêdetir bê bikeve axa Kurdistanê. Li hinek cihan 40 km li hinek cihan jî 30 km ketin hindir û sînorê xwe wisa fireh bike.Mebest ji firehkirina sînor, evqas kîlometre axa Başûr dagir kirine."  
 
JI XETA ŞEMZÎNAN Û HETA AVAŞÎNE LEŞKER BI CIH KIRINE 
 
Zagros bi lêv kir ku bi hevlariya PDK'ê ji xeta Şemzînan û heta Avaşînê ji leşkerê tirk re rê hatine çêkirin û wiha domand: "Eger ev pîlana wan serkeftiba anjî serbikeve wê li dijî Garê û heta Qendîlê jî dest bi êrişên dagirkeriyê bike. Ji sala 2021’an ve şereke dijwar li herêmên Parastinê yên Medyayê rûda. Ji Ava Hêzilê heya Avaşînê plan dikirin, di nava çend mehan de herêmê dagir bikin û her bi pêşve werin. Lê ev şerê 2021’an li Avaşînê hate meşandin, 2022’an navenda wê şemitî Zapê. Lê şer li herdu aliyan jî dewam dike. Di sala 2022’an şûn de jî beşeke vî şerî derbasê Metînayê û Rojavayê Ava Zê bû. Plana wan ewbû vê plana xwe di nava çend mehan de pêkbînin û bigihijin encamê, lê weke hesab dikirin nebû. Li beramber ev ne serkeftina dewleta tirk û xetimînî wî ya li herêmên parastinê yên Medyayê ku ji Bakurê Kurdistanê ve dihate, PDK ji bo pêşî li dagirkeriyê veke, ji aliyê Başûr ve dest bi dorpêçkirina herêmên gerîla kir. Ev jî çawa bû? PDK ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve ji xeta Şemzînanê heya Barzan (Avaşîn) û ji wir jî digihije Batûfa û wêdetir xetekî eskerî ya weke xeta ‘Ewlehî’ yê binav dike, çêkir. Vê xetê tev milîtarîze ango eskerî kir. Wisa plan dikir, dema dewleta tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve herêmê dagirkir weke sînor li wir raweste. Ev jî plana PDK’ê bû. Ji bo ev plana wan a bi dewleta tirk re deşîfre jî nebe, timî li ser ragihandina xwe ya şerê taybet rastiyê berovajî didan nîşan, dest bi mûnîpûlasyonan dikirin û digotin, ‘PKK rê nade gundî biçin ser bax û bostanên xwe’. Lê di rastiyê de rewş berovajî bû. Ancax zêde neçû ev şerê wan ê taybet deşîfrebû. Xelkê herêmê di pratîkê de dît ku rastî wisa nîne, ne PKK PDK û dewleta tirk ji bo li ser planên xwe yên dagirkerî, dorpêç û bêmirovkirina herêmê bigirin, vê bangeşeya reşkirina PKK’ê dimeşînin. Niha bi taybet gundên dikevin quntara Bergarê vala kirine. Destpêkê herêmê bi dijwarî bombebarankirin, ceyrana wan qutkirin û paşê jî gund vala kirin." 
 
'PDK'Ê RÊ Û QEREQOLÊN KU ÇÊKIRINE KIRINE NAVENDA OPERASYONAN'
 
Rojnameger Zagros da zanîn kuew qereqolên ku hatine çêkirin niha weke navendên operasyona dewleta tirk tên bikaranîn û got: "Piştî serdana Erdogan a Iraqê jî operasyona dagirkirina Metînayê dijwartir kiriye û ketiye qonaxeke nû. Eger were bîra we, PDK li Girê Metînayê û Boxaza Çarçêl a Metînayê alozî derxist, bi rêya provakasyonan xwest bigire û propagandaya wê kir PKK nahêle hêzên wan li wir bicîh bibe. Lê gelê herêmê jî dît, PDK ew qereqol û rêyên ku çêkir, kir navenda operasyonên dewleta Tirk. Niha di van qereqolên li Girê Metîna û Boxaza Çarçêl a Metînayê hatine çêkirin de artêşa Tirk bicîh bûye û PDK jî kirine nobedarê van qereqolan. Artêşa Tirk bi vir re sînordar nema, xwe ji wir berdide aliye Qadîşê û Enîşkê. Heta ev hişt ku bikare leşkerên xwe daxîne nava bajarê Amediyê jî. Dewleta Tirk û PDK’ê ji bo bikare operasyon li dijî  baregehên gerîlayan bike, talîmat da xelkê Amediyê û enîşkê. Beriya PDK artêşa Tirk bîne liv an herêman bicîh bike, gelê herêmê bi rehetî diçûn Nêrwe Rêkan û heya jêr Oremarê diçûn masî digirtin. Lê ji ber PDK van herêman girt û paşê artêşa Tirk têde bicîh kir, êdî xelkê herêmê nikarin yek ji van bikin. PDK cade biriye ser Kuro Jaro û kiriye kampên eskerî û rê nade kes berbi Nêrwe-Rêkanê ve biçe."  
 
'BI DAXWAZA PDK'Ê BI BÊDENGÎ DAGIR DIKIN'
 
Bêrîtan Zagros diyar kir ku niha bi daxwaza PDK'ê şerê ku li herêmê diqewime ji raya giştî veşêrtî pêk tê û got ku PDK bi vê yekê Kurdistanê bi bêdengî radestî dagirkeriyê dike û got: "Êdî her roja paştir karekterê şer diguhere, vediguhere şereke dijwar a sing bi sing jî. Li hinek deverên Metînayê bi pêşengiya PDK’ê rê çêdike, qereqolên xwe çêdike û heta dibin kontrola PDK’ê de alên xwe jî diçikîne. Ev hemû ji saya PDK’ya ku timî demogojiyê li ser Kurdistanê dike ye. Bi taybet di van demên dawiyê de dewleta Tirk û PDK ji bo zêdetir dagirkirina Kurdistanê, dewleta tirk ew li ew baregehên ku PDK jêre rêve dike bicîh bibe alên xwe diçikîne. Eger bala xwe bidinê, êrişên ji biharê ve li dijî Metînayê destpêkiriye tevî ku di asteke dijwar de ye jî, ne çapemeniya şerê taybet ya dewleta tirk ne jî ya PDK’ê zêde naxin rojeva xwe. Bi dîtina min du sedemên guhertina vê şêwazê heye. Berê bi bangeşe û dengeke bilind reklamê dikirin û dihatin, niha Kurdistanê bost bi bost bi bêdengî li gel PDK’ê dagir û wêran dikin. Ya yekemîn dibe PDK daxwaz kiribe, ji ber di asta raya giştî ya Kurd de zêdetir teşhîr dibe, tengav dibe û girseya li gel xwe ji dest dide. Jixwe têra xwe di nava Kurdan de tecrîd û teşhîr bûye. Ji vêya zêdetir dê wî zêdetir tasfiye bike. Her wiha ji bo PDK nerazîbûna gelê herêmê li hember xwe pêşnexe û zêdetir rê ji Iraq û dewleta Tirk re bide were li herêmê bicîh bibe, bêdengî zêdetir di berjewendiya wî de ye. Her wiha eger bixin rojevê refleksên civaka Kurd derdikeve, xwedî li berxwedana gerîla derdikevin û zêdetir propagandayeke erênî ya gerîla derdikeve pêş. Ji bo pêşî li vêya jî bigirin, bêgûman dibe şêwazeke wisa hatibe hilbijartin. Helbet sedemeke din jî heye, artêşa Tirk bi salane li dijî gerîla bi her awayî seferber bûye, lê nekariye ti planeke xwe bi temamî bibe serî. Gelek wendahî li herêmên şer dide û raya giştî ya Tirkiyeyê ji ber van wendahiyan desthilata AKP-MHP’ê berpirsyar digirin. Her wiha bi sedan car liv an herêman binkeftin. Ji bo vê jî dixwazin vê carê dagirkeriya xwe bi bêdengî, lê bi dijwarî birêve bibin. Ev rêbaz ji rêbaza din jî xiraptir û metirsîdartir e." 
 
'LEŞKERAN JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÎNIN BI CIH DIKIN'
 
Zagros daxuyand ku şer niha pîranî li ser herêma Metinayê dimeşe û ev tişt got: "Şer ê niha li herêmê dimeşe, zêdetir di xeta Metînayê de dimeşe. Par xwestin ew xeta dagirkeriyê ku weke xeta ‘ewlehiyê’ bi nav dikin temam bikin û PDK’ê jî xistin dewrê, lê nekarîn. Ancax karîn ew cihên ku girtine biparêzin. Bi taybet bi serdana Erdogan re giranî dane ser Amediyê û Rojavayê Zapê. Jixwe Metîna ser bi Amediyê ye. Her wisa bi dijwarî çeken taktîk nûkleer û kîmyewî bikartînin. Jixwe li milê girê Çarçêl ê Metînayê di sala 2021 û 2022’an de bi rêya PDK’ê hatin bicîh bûn. Niha ji silsileya serê Metînayê heya ava xabûrê û berbi Batûfayê ve jêre dibêjin, çiyayê Qedîşê û çiyayê Amediyê, di heman demê dikeve aliyê Bamernê  ku dikevin xeta Berwariyan dixwazin bigirin.Ji vir heya ava Xabûrê ku digihije sînorê heftanînê îsal li çar pênc cihan leşker danîn.Ya balkêş ewe ev leşkerên tîne li van herêman bicîh dike, ne ji aliyê Bakurê Kurdistanê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve tîne û bicîh dike. Yanî ji herêmên dibin kontrola PDK’ê ve leşkerên xwe yên dagirker tîne li van cihan bicîh dike. Li ew xeta PDK weke xeta ‘Ewlehiyê’ bi nav dike ku ji di Enîşkê-Batûfayê re derbas dibe, Zêrevanî, pêşmerge û mûhafizên sînor hatine bicîh kirin e. Dewleta Tirk jî li girê Çarçêl ya Metînatî berbi Xabûr, Enîşkê û Batûfanê ve hêz, çekên giran, wesayîtên leşkerî û hwd bicîh dike." 
 
PIŞTÎ HEVDÎTINÊ HÊZÊN IRAQE HATINE BICIHKIRIN
 
Zagros di berdewamê de da zanîn ku hêzên Iraqê jî li herêma ku şer û pêvçûn diqewimin hatine bicihkirin û got: "Piştî serdana Erdogan hêzên Iraqê jî xwe li herêmê bicîh kirine. Li xeta Çemçoyê ku dikeve Rojhilatê Ava Zap hene. Li Geliyê Balinde ku derdora 2 km nêzî bajarê Şêladizêye baregeheke xwe çêdikin. Hem hêzên pasawanên sînor ên Iraqê hem jî Zêrevaniya ser bi PDK’ê heye. Di van rojên dawiyê de jî navbera gundê Sîdayê û Barzanê de pireke kevin a li ser Avaşîn heye, niha wê pirê nû dikin û dixwazin hinek hêzên xwe liv jî bicîh bikin. Helbet ev qad di heman demê de qadeke berxwedana tûnelan a gerîlayên HPG-YJA Starê jî heye."
 
Zagros wiha domand: "Dewleta Tirk li milê Barzanê jî li hinek cihan xwe bicîh kiriye. Li xeta Şêladizê gelek hêzên ser bi Şêx Sabah ku girêdayî Mesûd Barzaniye xwe bicîh kirin e. Ji wana re dibêjin sûpay Barzan. Hem li Şêladizê hem jî li Barzanê hene. Taktîkên gerîla yên nû, derbên mezin li planên dewleta Tirk û PDK’ê dixe. Bi taybet bidestxistina derfetên xistina balafirên bêmirov, her wiha çalakiyên bi dronên kamikaze ku div an rojan de di daxuyaniya HPG’ê de jî hate dîtin, çalakiyên hewayî û hwd li Girê FM, Rojavayê Zap û Amediyê derûniya leşkeran têk biriye û derbên giran li wan dixe. Bi taybet çalakiyên drone yên kamikaze derûniya leşkerên Tirk têk biriye. Gerîla di van çalakiyan de encamên mezin girt. Leşkerên li van deran hatine bicîh kirin, derdora xwe bi kepçeyan dikolin û saxle dikim. Dîsa ji tirsan derdora xwe tev têl dikin. Li pêşiya gerîlayan ji bo çalaki nekin xefk datînin û xwe di girên ku dagirkir kirine de heps kirine.  Ev çalakiyên gerîla yên hewayî û kamikaze hiştiye ku balafirên wan ên şer jî derûniya wan têk bibe û weke balafirên gerîla bibînin. Gelek caran balafirên gerîla û yên xwe tevlîhev dikin û dikevin alarmê. Gerîla li her herêmekî bi taktîk û tarzên cûda li dagirkeran dixin. Li hinek cihên bicîh bûne, ji bo belav nebin û nekarin mayînde bibin timî bi çalakiyên biçûk û mezin wan derbe dikin." 
 
'TIŞTA KU ERDOGAN HÊVÎ DIKIR BIDEST NEKET'
 
Rojnameger Zagros diyar kir ku Tirkiye tevî hemû derfetên xwe yên teknolojiyê jî nikare gavekî pêşve biçe û ev tişt gotin: "Li gorî ji tabloya ku derketiye jî diyar dibe û encamên hevdîtina Erdogan jî xuya dibe, Erdogan tişta ku tam dixwest ji Iraqê negirtiye. Lê ev nayê wê wateyê ku qet tawîz ji Iraq û Îranê negirtiye. Helbet di hinek mijaran de tawîz girtiye û ev jî xwe li Şengal, Başûr û herêmên parastinê yên medyayê bi şêwazên cûda dide xuyakirin. Lê tişta ku Erdogan hedef dikir û hêvî dikir, bidest neket. Lê çi kir, dagirkeriya xwe rewa kir, nîqaşên li ser derxistina artêşa Tirk ji Başûr hate rawestandin û bi rêya çêkirina ‘Rêya Geşepêdanê’ xeteke mezin a dagirkeriyê veke. Ev wê pêk bê anjî pêk neye, girêdayî têkoşînê û hesabên, herêmî û navnetewiye."
 
Zagors wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê ya xuya dibe, dewleta Tirk û PDK hemû derfetên xwe yên heya niha bikar aniye, ancax evqas dikarin. Lê dema em li gerîla dinerin, rojane taktîk û teknolojiyên nû li dijî dagirkeran bikartîne û wisa xuya dike wê gerîla bi xistina balafiran re û bê bandorkirina teknolojiya wan re destkeftiyên mezin bidest bixe. Dîsa eger gerîla were mezinkirin, gel li her qadê de berxwedanê mezin bike û têkoşîna li dijî PDK’ê were mezinkirin û Başûrê Kurdistanê ji insafa PDK’ê re nehêlin, helwestên hîn radîkaltir beramber PDK’ê bigirin, evê deste gerîla jî xurt bike. Têkoşîna gel wê hem PDK’ya ku lawaz ketiye û hatiye asta tasfiyeyê tam bêbandor bike, hem jî dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP’ê Kurdistanê dagir dike, li Kurdistanê bifetisîne û çal bike. Lê eger ev neyê kirin, wê ti destkeftiyeke Kurdan di saxlemiyê de nebe.  Hem jîngeha me tê parçe parçe kirin û wêran kirin, hem demografya diguhere, hem jî hemû destkeftiyên me dikeve jêr metirsiyê. Eger em bikarin hêza xwe pir alî bikarbînin, avantajên Kurdan ji yên AKP’ya li ber têkçûnê ye sed qadî zehftir e."

Sernavên din

22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin