* Welatiyên tev li bernameya cejnê ya DEM Partiya Wanê bûne destnîşan kirin ku ew ji ber agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotkirinê ya girtiyan cejnê bi xemgînî derbas dikin û gotin: “Divê em li dijî tecrîdê bêhtir deng derbixin.”
* Welatiyên ji Rihayê bi kêfa dilê xwe cejnê pîroz nekirin. Gotina mezinan a “Kanê ew cejnên berê” vê carê ji devê ciwanan nakeve.
* Endama Komeleya Her Der Zarokê Sedanûr Ûgûr destnîşan kir ku fêdeya zarok berçav nayê girtin, zarok rastî cihêkariyê tên û mafên wan berçav nayên girin. Ûgûr diyar kir ku ev sepan jî dibin sedema mirin û travmayan.
* Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ku li ber şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bikin. (18.00-21.00)