Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne

  • rojane
  • 09:04 17 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Parêzer Cengîz Yûreklî anî ziman ku serlêdana “çalakiya lezgîn” a raporvanên NY’yê dê saziyên din ên navneteweyî jî têxe nava liv û tevgerê û wiha got: “Dema ku komîteyeke NY’yê got ‘îşkence heye’ CPT, KE û DMME nikare bêalî bimîne.” 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê gulanê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 39 meh in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û tu agahî ji wan nayê girtin, serlêdana “çalakiya lezgîn” li Raporvanê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Her wiha parêzeran ji raporvanê taybet ê bi karûbarên pêkanîna peywirê re eleqedar dibe re jî heman serlêdan kirin.”
 
Parêzeran şert û mercên ragirtina muwekîlên xwe, astengkirina pêkanîna pîşeya xwe bi belgeyên ji agahiyên berfireh ên di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî hatine amadekirin pêşkeşî raporvanan kirin. Parêzeran anîn ziman ku ji bo zirarên ku pêşî lê nayê girtin pêk neyên divê serlêdan wek “lezgîn” were destgirtin.  
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî têkildarî serlêdana ji raporvanên girêdayî NY’ê kirine axivî.
 
Yureklî da zanîn ku ji dema ava bûye heya niha peywira venêrîna Girtîgeha Îmraliyê ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û vê peywirê jî CPT pêk tîne. Yureklî diyar ku CPT peywira xwe pêk naîne û wiha got: “An ji ber berjewendiyên xwe an jî ji ber neçarê hikûmeta Tirkiyeyê ne an jî nikarin bi wan, li hemberî domandina tecrîdê pir lewaz tevdigerin, kêm dimînin.” 
 
HEVKARIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
 
Yureklî diyar kir ku ew serlêdanên xwe yên Konseya Ewropayê (KE), û saziyên girêdayî konseyê didomînin. Yureklî da zanîn ku ji ber ev yek jî têr nake ew serlêdanên xwe ji saziyên cudatir jî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sazî ne alternatîfên hev û du ne. Danekirinên wan cuda bin jî heman  peywirê pêk tînin. Di heman demê de rol û misyona wan heye ku dikarin hev û du têxin liv û tevgerê jî. An ku dema komîteyekî NY’ê got ‘îşkence heye, mafê mirovan tê binpêkirin’ CPT, KE an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nikare bêalî bimîne. Ev yek dê rewabûna wan jî bide nîqaşkirin. Dê encamekî ku ‘karê xwe nakin, erkên xwe pêk naînin’ derkeve holê.”  
 
‘DÊ BINPÊKIRINAN WEKE PERIYODÎK BIGIRIN DEST’
 
Yureklî serlêdana sala 2022’yan a li Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hatiye kirin bi bîr xist û anî ziman ku tevî biryara “tevdîrê” ya komîteyê, Tirkiyeyê di demên derbasbûyî de tu gav neavêtine. Yureklî da zanîn ku serlêdana wan ji Raporvaniya Taybet a Îşkenceyê re kirine, rasterast têkildarî vê yekê ye û wiha pê de çû: “Biryara tevdîrê ya komîteyê biryareke pir cidî ye. Balê dikêşe ser her saniyeyên derbas dibin û dibin sedema zirarên pêşî lê nayên girtin. Me serlêdanên xwe ji raporvaniyên cudatir ên girêdayî konseyê jî kirin. Dê nava meha tîrmehê de rûniştinên diyarkirî yên Raporvaniya Taybet a Îşkenceyê ya NY’yê werin li dar xistin û dê Tirkiye jî wek perîyodîk were şopandin. Ev yek wek texmînî rastî perîyodên 5-6 salan tê. Dê binpêkirinên li Tirkiyeyê û çawaniya wan bi awayekî berfireh werin destgirtin.” 
 
‘TECRÎDA HIQÛQÎ’
 
Yureklî ser serlêdana xwe ya ji raporvaniya têkildarî peywira parêzertiyê kar dikin re jî sekini û ev tişt gotin: “Li aliyekî li Îmraliyê tecrîdekî giran didin sepandin, li aliyê din ‘tecrîda hiqûqî’ ya em pênase dikin heye. Nahêlin parêzer tev li dosyeyê bibin, belgenameyên dozê parve nakin. Bi tu awayî agahiyan bi me re parve nakin. Lê belê qanûn vekirî ye, parêzer dikarin bi ser navên kesê mafê wî hatiye binpêkirin serlêdanê bikin û heman kes dikare parastina xwe bi riya parêzerê xwe an jî bi parêzerê xwe re jî bike. Lê belê ji sala 2016’an ve biryarên qedexekirina parêzeran hene û di bin navê cezayên disîplînê de astengkirina hevdîtinên bi malbatê re hene. Anku em qala biryarên dadgehê yên ku 10 salan têkiliyên muwekîlê me bi derve dibirin dikin. Di vê hêlê de girîng e ku em dosye nedana parêzeran, nedana belgeyan, agahî nestandinê dibin mekanîzmayên navneteweyî, lê belê mixabin ev yek jî tê astengkirin.” 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TEŞHÎR BÛ’
 
Yureklî di civîna ÎHÎK’ê de daxuyaniya Wezaretê Edaletê Yilmaz Tûnç a ku tecrîdê red kiribû bi bîr xist, da zanîn ku tecrîd di vê astê de teşhîr bûye û ketiye rojeva hemû saziyên navneteweyî. Yureklî axaftina xwe wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê di hemû belgenameyên navneteweyî de bûye biryar û êdî di qonaxekî ku êdî nikarin bidomînin de ye. Bi tu awayî wek hiqûqî nikarin vê rewşê bidomînin. Wezîrê Edaletê tim daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tecrîd nîn e’ dide û berovajî rastiyê daxuyanî dide. Ev yek sedema xwe ji teşhîrkirina tecrîda li Îmraliyê digire. Ev yek lûtkeya têkoşîna hiqûqî nîşan dide û dê encam jî bigire. 
 
‘ÎMRALI TUNEHESIBANDINA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YE’
 
Yureklî bal kişand ser girîgiya têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û wiha pê de çû: “Mafê her welatiyekî ye ku li dijî îşkenceyê bisekine, lê belê ev yek berpirsyariya parêzer, saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in e. Bi vî aliyê xwe ve divê Yekitiya Baroyan li dijî vê rewşê bêyî helwest nebe. Ev yek tê wateya bêdengiya li dijî tecrîdê û ji peywirên xwe dûr sekinînê. Bi vê yekê ez bi awayekî zelal bînim ziman, rewşa rewşenbîrên li Tirkiyeyê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê, nayê fêmkirin. Niha nîqaşên Destûra Bingehîn tên kirin lê belê hebûna Îmraliyê tê wateya redkirina hemû saziyên nevneteweyî.” 
 
DOMDARIYA TÊKOŞÎNÊ
 
Yureklî qala grevên birçîbûnê yên di sala 2019’an de bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û pêkanîna hevdîtinê hatibû destpêkirin kir û wiha derbirî: “Wê deme Wezîrê Edaletê bi rayedarên CPT’ê re ji raya giştî re daxuyaniya ‘Li Îmraliyê tu astengiyên hiqûqî neman, astengiyên li pêşiya hevdîtinê hatine rakirin’ kiribû. Wê demê ji ber grevên birçîbûnê wan dabû zorê, vê daxuyaniyê dabûn. Dîsa di wê demê de hinek kesên rehetiya wan xira bûbû û ji wan re rewşenbîr tê gotin gotibûn ‘erkê bidin me, em bibin şopdarên pêvajoyê’. Lê belê em hêj jî nikarin tu agahiyên ji Îmraliyê bigirin û li hemberî me helwestekî bêyî liv û tevger heye. Lê belê dema têkoşîna li dijî tecrîdê wek hiqûqî, civakî û polîtîk domdar bû dê bandorê li van kesan jî bike. Û dê wê demê nikarin li ber vê têkoşînê bêdeng bimînin.”
 
MA/ Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

19/06/2024
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê