Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin

  • rojane
  • 14:09 16 Hezîran 2024
  • |
img

ŞIRNEX/AMED - Li Şirnexê DEM Partiyî û gel di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûman hatiye destpêkirin de hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin. Li Amedê jî bi boneya cejnê serdana malan hate kirin û cejn li welatiyan hate pîrozkirin. 

 
Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber şaredariyên Silopiya, Cizîr û Hezexê dest bi pîrozkirina cejnê kir. Di bernameya ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan di nav de ne de siyasetmedaran û gel li ber şaredariyan cejn li hev pîroz kirin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî pîrozkirina cejnê û nobeta li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin li ber şaredariyan didome dan, peyama ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve dan. 
 
PÎROZKIRINA CEJNÊ Û ÇALAKIYA NOBETÊ BI HEV RE DEWAM DIKE
 
Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan a di pîrozkirina cejnê ya li ber Şaredariya Cizîrê de kurt axivî, wiha got: “Mixabin cejnên me li erdnîgariya Kurdistanê di bin zilm û zorê de weke cejnan derbas nabin.” Ûysal, diyar kir ku beriya 14 rojan vîna gelê Colemêrgê hatiye xespkirin û wiha got: “Li dijî vê xespê çalakiyên me yên nobetê yên li ber şaredariyan didomin. Em weke gelê kurd îro pîrozkirina cejnê û nobeta xwe bi hev re didomînin.”
 
LI GIRTÎGEHAN ÇALAKÎ DIDOMIN
 
Ûysal, bal kişand çalakiyên li girtîgehan tên meşandin jî û wiha domand: “Li zindanan bi hezaran hevalên me ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di boykotê de ne. Li malbatên xwe nagerin, cejnê pîroz nakin û dernakevin hevdîtinan.”
 
Ûysal a got ku “Îro dîsa li çiyayên Kurdistanê şer didome” ev tişt gotin: “Di vî şerî de di bin zilmê û tecrîdê de cejn nayê cem me. Kengî zilm qediya, azadî pêk bên û bi dilekî rihet em bikarin serdana gorên egîdên xwe bikin wê demê cejn dê were. Ji bo ku ew roj bên dê têkoşîna me bidome.”
 
‘EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN’ 
 
Rêxistina DEM Partiyê yê Navçeyê, hevşaredar, parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li Şaredariya Hezexê bûn. Îrmez ê di pîrozkirina cejnê ya li avahiya şaredariyê de axivî wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya azadiya gelê kurd. Em dixwazin li ser erdnîgariya xwe bi awayekî azad bijîn. Hêviya me xurt e û em ê teqez serbikevin. Ji ber ku paradîgmaya me ji bo azadî û wekheviya herkesê ye. Ji bo me ronahî nêz e.”
 
‘GEL DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’ 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê, Hevşaredarên Silopiyayê û bi dehan partiyî tev li pîrozkirina cejnê ya li ber şaredariyê bûn. Di pîrozkirina cejnê de bal kişandin ser nobeta li dijî qeyûm li şaredariyê tê kirin û hate diyarkirin ku gel dê xwedî li vîna xwe derkeve. 
 
LI AMEDÊ SERDANA MALAN HATE KIRIN
 
Komeleya Yekitî Çand Piştvanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUA-YDER) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Rezan bi wesîleya Cejna Qurbanê li navçeya Rezanê serdana malbatan kirin. Di serdanên ku Hevşeredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endamên meclisê yên şaredariyê û Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn tev li bûn de girseyê bi dorê serdana malbatan kirin û cejna wan pîroz kirin. Şandeya ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazî kirin û pirsgirêk, gilî û gazin û pêşniyarên gel guhdar kirin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a DEM Partiyî û Hevşaredarên Bajarê nû mal bi mal serdana malbatan kirin û cejn pîroz kirin. Di cema pîrozkirina cejnê de keliyên keyfxweş hatin jiyîn û li malan îkram ji şandeyê re hatin pêşkeşkirin. 
 
Li hemû navçeyên Amedê DEM Partî, DBP, TJA û hevşaredar serdana malên welatiyan kirin û cejn li wan pîroz kirin. 

Sernavên din

19/06/2024
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê