Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye

  • rojane
  • 09:02 15 Hezîran 2024
  • |

COLEMÊRG - Welatiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm beşdarî mitînga Colemêrgê bûn diyar kirin ku ew amade ne ku bi xwîn û canê xwe hemû fedakariyan bikin û gotin: “Ji bo ku rêzgirtin ji destkeftiyên gel re bigirin heta dawiyê têkoşîn. Polîtîkayên qeyûman li dijî rûmeta mirovahiyê ye." 

Li Colemêrgê di 13’ê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em destûrê nadin desteserkirinê” mitîngek hate lidarxistin. Li qada mitîngê ku bi beşdariya hezaran kesên ji bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê hatin, hêrsa li dijî qeyûm olan da. Colemêrgê carek din mazûvaniyê ji rojekî dîrokî re kir û xelkê got vaye ev çiya û gelî hemû şahid in ku kes li ser vê axê qeyûm naxwaze. Welatiyên beşdarî mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn û li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê nerazîbûna xwe anîn ziman. 
 
'HETA DILOPA XWÎNA XWE YA DAWÎ...' 
 
Dayika Aştiyê Emîne Koç a ku ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê tev li mitîngê bû diyar kir ku kesên li qada mitîngê kom bûn qeyûm qebûl nakin. Koç destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî vîna gel e û wiha got: “Li şûna hevşaredarên me yên ku me bi îradeya xwe hilbijartine, qeyûm tên tayînkirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Ev yek nenasîna mafê me yê hilbijartinê ye. Heke dê qeyûm tayîn bikin, çima hilbijartinê dikin? Tenê armanca tayînkirina qeyûman ew e ku parekê bidin çete û dizan. Tişta ku dikin diziya şaredariyên gel e. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî rejîma qeyûm têbikoşin û dest ji vê tekoşînê bernedin. An dê şaredariyên me bidin me an jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
‘DIVÊ EM RÊ NEDIN DESTESERKIRINÊ' 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Dogûk ê ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê beşdarî mitîngê bû, diyar kir ku tayînkirina qeyûman gavek û polîtîkayeke şaş e û destnîşan kir ku divê ev gav paşve bê avêtin. Dogûk da zanîn ku divê kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li ser kar bin û ev tişt got: “Em dixwazin şaredariyên xwe bixwe birêve bibin. Em naxwazin qeyûm bên tayînkirin. Divê hemû şaredariyên ku ji aliyê partiya me ve hatine bi dest xistin, ji aliyê gel ve bên bê birêve birin. Ji bo pêşîgirtina li tayînkirina qeyûman divê kes bêdeng nemîne. Em dikarin şaredariyên xwe biparêzin, xwedî derkevin û pêşî li tayînkirina qeyûman bigirin. Divê em rê nedin ti kesî ku destdirêjiyê li vîna gelê kurd bike.”
 
 
‘EM RÊ NADIN VAN POLÎTÎKAYAN’
 
Welatiyê bi navê Ferhan Turk ê ku ji Qosera Mêrdînê beşdarî mitîngê bû jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got ku ew ji bo Colemêrgê kom bûne. Turk anî ziman ku polîtîkayên tayînkirina qeyûm li dijî mirovahiyê ye û got: “Êdî sebra gelê kurd nemaye ku qeyûman qebûl bike. Ev bû sê car in qeyûman tayînî li ser şaredariyên me dikin. Qeyûm tenê ji bo nasnekirina îradeya gelê kurd tê tayînkirin. Divê gelê kurd jî li ber vê helwestê şaredariyên xwe biparêze, qeyûm qebûl neke da ku polîtîkaya qeyûm gav paşve biavêje. Em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd wê bi berxwedana xwe rê nede van polîtîkayên qeyûman.”
 
‘EM JI BILÎ AŞTIYÊ TIŞTEKÎ DIN NAXWAZIN’
 
Fatma Karataş a ku li dijî darbeya li vîna gelê Colemêrgê hatiye kirin ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatibû jî anî ziman ku daxwaza bi hezaran kesên li qada mitîngê ew e ku gelê kurd xwedî li mafên xwe derbikevin. Karataş bi domdarî wiha got: “Zilm û zordariyek mezin li ser gelê kurd heye û em bi hev re li dijî vê yekê ne. Li şaredariyên ku me bi ked, têkoşîn û berxwedaneke mezin bi dest xistine qeyûm tayîn dikin. Wext nadin şaredarî ji bo gel bixebitin. Qeyûm zilm e. Di vî temenî de, di rewşa xwe ya nexweş de, ez bi saetan rê hatin da ku tayînkirina qeyûm paş ve bikêşin. Em ji bilî edalet, aştî, maf û hiqûqê tiştekî din naxwazin.”
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
 
Welatî Arif Tûrgay jî diyar kir ku qeyûm ji bo gelê kurd tê wateya talan, dizî, desteserkirina îrade û fesadiyê. Tûrgay da zanîn ku ji bo nîşan bidin ku ew li gel berxwedana gelê Colemêrgê ya li dijî desteserkirina îradeyê ne, hatin bajêr û ev yek anî ziman: “Heta ku qeyûm neçe em ê li her derê berxwedana xwe bidomînin. Ger sedemek ji bo tayînkirina qeyûman hebe, divê meclîsên şaredariyan li şûna qeyûm tayîn bikin, hevserokekî nû hilbijêrin. Ger nexwazin aramiya gel xera bibe, divê gavekî wiha bavêjin. Heta ku ev rewş bi awayekî qanûnî neyê meşandin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
‘AKP VÎNA GEL NAS NAKE’
 
Herî dawî welatiyê bi navê Şehmuz Ekîn jî axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman ji bilî zilm û hiqûqê ne tiştekî din e. Ekîn wiha axivî: “Qeyûm bi zelalî wiha dibêje ‘ez vîna gelê kurd nas nakim, kurd li van xakan najîn û kurd ne xwedî îrade ne'. Bi vê helwesta xwe dijminatiya xwe ya eşkere nîşan dide. Hemû hevserokên me bi deng û vîna gel hatin hilbijartin. Hikûmeta AKP’ê vê îradeyê nas nake û desteser dike. Zarokên me şev û roj, li zindanan û li her derê ji bo vîna gel têdikoşin. Em amade ne ku bi xwîn û canê xwe hemû fedakariyan bikin da ku destkeftiyên vî gelî paşde bistînin.”
 
MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz 
 

Sernavên din

16/06/2024
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye