Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!

  • rojane
  • 11:52 14 Hezîran 2024
  • |
img
RIHA - Emîne Şenyaşar ku têkoşîna wê ya ji bo darizandina kujerên hevjîn û zarokên xwe ji bo kesên daxwaza edaletê dikin bûye sembol. Şenyaşar, ji bo danîna şîna hevjîn û zarokên xwe û girtina şîna wan ev 6 sal in li benda “edaletê” ye. 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kirin. Bi ser êrişê re 6 sal derbas bûn. Ji bo hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana 2018’an 10 roj mabûn ku AKP’î çûn serdana esnafên navçeyê. Di dema serdana dikana malbata Şenyaşar de di navbera AKP’iyan û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar de nîqaş derket. AKP’iyan bi çov, kêr û çekan êrişî endamên malbatê kirin. Êriş, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku birîndar lê dihatin tedawîkirin jî berdewam kir. Di êrişa li dijî dikanê de kekê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz bi guleyeke nehat zanîn kê berdaye ve birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Di vê navberê de xizmên Yildiz li ber çavên xebatkarên nexweşxaneyê êrişî birayên Şenyaşar kirin. Di êrişê de Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin.   
 
Bav Haci Esvet û dayik Emîne Şenyaşar dema ji rewşê agahdar bûn hatin nexweşxaneyê. Di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de xizmên Yildiz êrişî bav Şenyaşar kirin û li ber çavên hevjîna wî lînç kirin û qetil kirin. 
 
DÎWARÊN BIXWÎN HATIN BOYAXKIRIN
 
Ferît û Mehmet Şenyaşar bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û ji hêla xebatkarên nexweşxaneyê ve hatin revandin û xelaskirin. Ambulansa birîndar tê de bûn dema li baxçeyê nexweşxaneyê tekerên wê hatin teqandin û pacên wê hatin şikandin. Di dema lînç û mirinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê yê demê Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî rayedarên dewletê û rewşa awarte ya ewlehiyê jî hat îdiakirin ku qeydên kamerayên li nexweşxaneyê hatine revandin. Bav Haci Esvet Şenyaşar li “qada zer” a nexweşxaneyê hate lînçkirin û xwîna wî ma bi dîwarên nexweşaxneyê ve. Piştre ev dîwar hate boyaxkirin. 
 
FAIL ŞENYAŞAR DEMA HATÎ GIRTIN BIRÎNDAR BÛ 
 
Fadil Şenyaşar ku bav û du birayên wî hatin qetilkirin, 3 roj piştî bûyerê li ser fermana dozgeriyê li Amedê dema dihat tedawîkirin ji nexweşxaneyê hate derxistin û binçavkirin. Şenyaşar dema anîn Edliyeya Rihayê, serê wî û qirika wî bi pateyan rapêçiyayî bû û bi vî awayî derxistin pêşberî dozger. Şenyaşar li wir hîn bû ku bav û du birayên wî hatine kuştin. Şenyaşar, hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê. Piştre jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê htae kirin. Şenyaşar li vir nêzî 6 salan di hucreya yekkesî de hate ragirtin û du hefte berê sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Amedê hate kirin. 
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Li gel ku komkujiya li dijî malbata Şenyaşar di heman rojê de hatibû kirin jî dosyaya dozê weke dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya têkildarî kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Biryara di 2’yê nîsana 2021’ê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hatibû dayîn, di 9’ê kanûna 2022’yan de ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê ve hate betalkirin. 
 
Di encama lêpirsîna 4 sal û 4 mehan de biryara nepeniyê ya têkildarî dosyaya “nexweşxaneyê” hate rakirin û îdianame hate amadekirin. Di dosyayê de hat xwestin ku 19 bersûcên di dosyayê de ji ber qetilkirina Haci Esvet û Adil Şenyaşar û Ferît û Mehmet Şenyaşar jî ji ber birîndarkirinê bên cezakirin. Danişîna ewil a dozê di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê di 1’ê sibatê de bi biryara xwe ya navberê re dosyayên “nexweşxane” û “kargehê” kir yek dosya û ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran re şand. Di 7’ê hezîrana 2024’an de jî danişîna 6’emîn a dozê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê di danişînê de bi sedema “gumana xurt a sûc” biryar da ku rewşa girtî ya Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bidome û bi sedema “nekomkirina delîlan” biryar da ku rewşa girtî ya Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek bidome. Dadgehê danişîna dozê taloqî 19’ê tîrmehê kir. 
 
MALBATA ŞENYAŞAR TÊ DARIZANDIN!
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo berdana Fadil Şenyaşar û darizandina faîlên komkujiyê û kesên çavên xwe li komkujiyê girtine, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyaya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Bi du kesan dest bi nobetê kirin lê nobet di demekî kin de mezin bû û veguherî berxwedaneke bêhempa. Emîne Şenyaşar, ji bo kesên li edaletê digerin bû sembolek. Ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, derheqê wê de bi îdiaya “heqaretê” 33 lêpirsînên cuda hatin vekirin û ji van 10 jê veguherîn dozan. Malbata Şenyaşar tevî zehmetiyên demsalî û tenduristiyan jî nobeta xwe bênavber domand. Endamên malbatê gelek caran bêyî hincetek were nîşandan hatin binçavkirin, pankartên wan hatin desteserkirin û cezayê pereyan lê hate birîn. Malbatê li Rihayê 846 rojan li ber xwe da û di 26’ê tîrmeha 2023’yan de jî çalakî veguhest Enqereyê. Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 134’emîn de (6’ê hezîrana 2024’an) ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Şenyaşar, veguhestin mala wê ya li Pirsûsê. 
 
BÎRANÎNA GIRSEYΠ
 
Bi ser komkujiyê re 6 sal derbas bûn. Ji ber ku di dozê de edalet pêk nehatiye, Emîne Şenyaşar hêj jî şîna xwe nedaniye û şîna xwe negirtiye. Tekane daxwaza Şenyaşar jî edalet e. Tevî her cureyên astengkirinan jî Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê domand. Bi nêzbûna salvegera komkujiyê re malbat amadekariya bîranîneke girseyî dike. Sibe saet di 14.00’ê de dê li Goristana Asrî ya Pirsûsê bîranîneke girseyî were lidarxistin. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bîranînê bibin. 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

16/06/2024
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye