Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû

  • rojane
  • 22:27 10 Hezîran 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi piştgirî û coşa gel bi dawî bû. Di civînên gel de hat gotin ku ew ê destûrê nedin desteserkirina vînê.
 
"Meşa Demokrasiyê" ya ku li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê hatiye destpêkirin û wê 3 rojan bidome, roja yekem bi coş bi dawî bû. Meşa ku beriya mîtînga 13'ê Hezîranê bi dirûşma "Şaredarî ya gelan e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" destpê kir, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û Rêxistinên Sivîl ve hate lidarxistin. Beşdarên meşê pêşmalkên  "Em ê rê nedin  qeyûman" hatibûn nivîsandin li xwe kirin û gund bi gund geriyan.
 
‘GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE’
 
Meş danê sibehê ji Şemzînanê destpê kir û berê bi gundê Şapatanê ve dest bi meşê kirin.
 
Meşvan bi dirûşmeyan ketin nava gund û demekê bi gelê ku ew pêşwazî kirin re sohbet kirin.
 
Li ser navê meşvanan parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got, “Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekeke mezin dide. Em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de bê lidarxistin.”
 
Li aliyê din gel diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna wan li ber xwe bidin û ew ê li cem gelê Colemêrgê bin. 
 
EV MEŞA HETA KU DESTESERKIRIN BI DAWÎ BIBE WÊ BIDOME
 
Piştre jî meşvanan bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û “Şaredarî yên me ne,” qeyûm biciheme” berz kirin û ji Kaniya Qeymeqamtiyê heta Derbenda Harûna û ji wir jî heta gundê Bîrahorê meşiyan. Meşvanan gel vexwend mîtînga li vir û piştre ber bi gundê Sipîndarokê ve bi rê ketin. Meşvan bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir xwarin û vexwarin dane meşvanan. Meşvanan li vir demekê bi gel re sohbet kirin û li gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê civîna xwe bi dawî kirin. 
 
Piştre jî bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt a Geverê bûn. Li vir jî meşvanan der barê mîtîngê de agahî dan kesên ku ew pêşwazî kirin. Gundiyan bertekên xwe yên li dijî desteserkirina vînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin û ji hemû kesên xwedî wijdan xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin. 
 
Meşvan li gundê Pagê bûn mêvanên dawetekê. Gel bi dirûşmeyan ew pêşwazî kirin bi hev re govend gerandin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin li vir axivî û got, “Di 13’ê Hezîranê de li dijî vîna gelê Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Weke kesên ku vê zilmê qebûl nakin em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ev meş wê bi gelê me re bidome. Heta ku desteserkirina vîna gelê me bi dawî nebe, ev meş wê nesekine.” Piştî axaftinan sirûda Bengî Agirî ya bi navê "Haydê Kurdo marş marş, haydê serhildan" ji bo meşvanan hat lêxistin.
 
VEXWENDIN MÎTÎNGA 13'Ê HEZÎRANÊ
 
Di dawiyê de meşvan derbasî gundê Darê bûn û li vir civînek gel li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û got, “Hikûmet dixwaze careke din qeyûman tayîn bike. Ew dixwazin, heta ku ew li ser desthilatdariyê bin, ne yên ku we hilbijartiye,  kesên ku ew hildibijêrin,birêve bibin. Ew ne durust in. Li Kepezê jî heman tişt çêbû, lê meclisê li wir cîgirê serokê xwe hilbijart. Li vir wisa nakin. Dewlet weke 'Tişta ku Kurdan hilbijart ez qebûl nakim' dibîne. Ev têkoşîn têkoşîna parastina vîn, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê sedemê ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de li dijî desteserkirina vîna me pêk bînin, dikim.”
Roja yekem a "Meşa Demokrasiyê" bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû. 
 
BERNAMEYA SIBÊ
 
"Meşa Demokrasiyê" dê sibe bi daxuyanî û meşa ku saet di 11:00 de li navçeya Geverê bê lidarxistin berdewam bike. Meşvan wê biçin gundên Geverê û piştre derbasî navçeya Çelê bibin.

Sernavên din

13/06/2024
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir