Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin

  • rojane
  • 17:26 4 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro jî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hat şermezarkirin. 
   
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û piştre li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a li gelek bajaran di roja duyemîn de didome. 
 
 
MÛŞ 
 
Rêxstina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin hûn xesp bikin” hate hilgirtin.  
 
Endamê Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Bajar Yakup Yalçinkaya tayînkirina qeyûm weke “darbeya siyasî” nirxand û wiha got: Qeyûm, tunehesibandina encamên hilbijartinê ye, xespkirina îradeya gel e. Îktîdar di rêbazên tundiyê de israr dike. Mafê herî sereke yê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd nas nake. Di şexsê Mehmet Siddik Akiş de îradeya bi milyonan kurdan tune tê hesibandin. Akiş, nûnerê rewa yê bi milyonan kesa ye. Tişta tê xespkirin, daxwaza demokrasî û aştiyê ya gelan e. Ya ku hatiye xespkirin demokrasî ye. Ev yek kompas e, xesp e, talan e, nenaskirina vîna gel e. Ev dagirkerî ye. Qeyûmê hatiye tayînkirin, waliyê mêtingeriyê ye. Em ê rê nedin waliyên mêtingeriyê. Tu îrade ne bi ser îradeya gel re ne.” 
 
ENQERE
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî li pêşiya Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî da. Girse rastî astengkirina polîsan hat. Di vê navberê de hinek rojnameger ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Piştre jî daxuyanî hate dayîn. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk got ku ew biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin. 
 
Piştre jî girse derbasî avahiya partiyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag berxwedana gelê Wanê ya li dijî hewldana xespkirina îradeya xwe bi bîr xist û wiha got: “Ne îradeya me ne jî biryardariya me guherî ye. Hewl didin têkoşîna gelê kurd tune bikin. Ev darbeyeke siyasî ye. Destê xwe ji îradeya me bikişînin. Divê neyê jibîrkirin ku em li vir in. Şaredariya Colemêrgê îradeya milyonan kurdan e. Hevşaredar jî nûnerên wê yên rewa ne. Ya ku tê xespkirin, daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ye. Xespkirina demokrasiyê ye. Ev yek kompas e, xesp e, talan e, nenaskirina îradeya gel e. Ev dagirkerî ye. Xeta me berxwedana Wanê ye, şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin şaredariyên me bên xespkirin.” 
 
SETNBOL
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyaniyeke nivîskî weşand. NÇM’ê daxuyanî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û tayînkirina qeyûm weke “darbe” nirxand. Bi domdarî wiha hate gotin: “Îktîdara heyî îradeya gelê kurd tune hesiband û li Colemêrgê bi rêya qeyûm darbe kir. Çawa ku beriya niha li Wanê winda kiribe dê niha li Colemêrgê jî winda bike. Weke hunermendên girêdayî kevneşopiya berxwedanê ya gelê xwe, em vê helwesta dijminane ya li dijî gelê kurd bi tu awayî qebûl nakin û bang li tevahiya hunermendan dikin ku li dijî vê zîhniyeta zilmê helwest nîşan bidin. Qeyûm, mezintirîn dijminê hunerê ye! Qeyûm faşîzm e! Qeyûm darbe ye!” 
 
AMED
 
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, li ber Edliyeyê Amedê kom bû. Girse ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan wekî hincet biryara qedexeyê ya walîtiyê nîşan da. Girseyê bertek nîşanî vê yekê da û bi çepikan û dirûşmeyan dorpêçê protesto kir. Piştî helwesta bibiryar a girseyê daxuyanî hat dayîn.
 
Li ser navê platformê Serdar Keskîn daxuyaniyê da. Keskîn destnîşan kir ku tayinkirina qeyûm li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ye û got ku tu hêleke hiqûqî ya Wezareta Karên Navxweyî tune ye. Keskîn bang kir ku dest ji polîtîkaya tayinkirina qeyûman bê berdan û got ku divê rêz li vîna gelê Colemêrgê bê girtin. 
 
 
 

Sernavên din

07/06/2024
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e