Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye

  • rojane
  • 17:09 4 Hezîran 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di protestoya qeyûm a li Colemêrgê de axivî, anî ziman ku desthilat dê saya berxwedana gelê kurd têk biçe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Navê vê faşîzm e, darbe ye.”
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş piştî hate binçavkirin ji peywîrê hate dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Di protestoyên ku dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê biserbikevin” , “Em şaredarê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Hekariyê” hatin berzkirin de hevserokên partiyên siyasî axivîn. 
 
BAYINDIR: ERDOGAN DÊ BIÇE
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di çalakiyê de axivî, wiha got: “Qeyûm tayînî vîna gel hate kirin. Em vê tayînkirinê qebûl nakin. Ev pergal dê bi saya berxwedana gelê kurd têk biçe. Sed sal in vîna gelê kurd nayê qebûlkirin. Îro jî Bahçelî got ku vîna gelê kurd nas nake. Bila li dîroka kurdan binêrin, dê Bahçelî û Erdogan biçin lê gelê kurd ê sedan salan e li vir e dê bimîne. Em ê bi vîn û hêza xwe pergala wan têk bibin. Teqez dê zilma wan têk bi dawî bibe. Ji ber ku dawiya wan hat. Ji Tirkiyeyê re aramî, ji kurdan re şer nabe. Heta ku ev polîtîka berdewam bikin wê aramî nebe. Ji bo ku em dawiya van talankaran bînin em ê li ber xwe bidin.”
 
HATÎMOGÛLLARI: EV DARBEYEKE SIYASÎ YE
 
Hatîmogûllari jî got ku darbeyeke siyasî pêk tê û wiha got: “Hevşaredarê me li Wanê tê binçavkirin û bi awayekî nefermî qeyûm tayînî şûna wî tê kirin. Ewilî qeyûm tê tayînkirin, hêzên ewlehiy3e şaredariyê dorpêç dikin. Wezareta Karên Hundir dû re kaxiza qeyûm dişîne. Ev yek nîşaneya ku çete dewletê bi rê ve dibine. Gelên Tirkiyeyê yên hêja; ew we dixapînin û daxuyaniyan didin. Hevşaredarên me li ser dozeke di sala 2014’an de hatiye vekirin ji bo ku niha were darizandin tê binçavkirin. Heta ku Mehmet başkan dibe hevşaredar dosyaya di sala 2014’an de hatiye vekirin, hatiye sekinandin. Ya ku divê bi awayekî hiqûqî çêbûya ev e. Ewilî lêpirsîn tê destpêkirin û pêvajo tê şopandin. Heta ku ji aliyê hiqûqî ve hemû pêvajo neyên temamkirin û biryar neyê aşkerekirin nikarin şaredar ji peywîrê bigirin. Weke encam heke hukmî bixwe şûna dîsa ji meclisa şaredariyê kesekî din weke şaredar tê hilbijartin. Lê van bêyî ku van astan pêk bînin, qaxiz were polîs şaredariyê têxin bin kontrola xwe. Ev rêbaza rêvebirina AKP’ê ya welat e. Navê vê faşîzm e, darbe ye.”
 
‘EM HIQÛQA ÇETEBÛYÎNÊ RED DIKIN’ 
 
Hatîmogûllari, bi lêv kir ku mafê kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê nayê naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê bi tayînkirina qeyûm dibêje ‘mafê te yê dengdayîn û hilbijartinê nîne. Tu ne hemwelatiyê vî welatî yî’. Îro Bahçelî derketiye ji DEM Partiyê re gotinan dibêje. Wezareta Karên Hundir pîroz dike. Li vî welatî dê demokrasî serbikeve, gel, hiqûq û azadî dê serbikeve. Em ê serbikevin. Tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê ne tenê tayînkirina qeyûm a li vîna siyasî ya kurd e. Tê wateya tayînkirina qeyûm a li demokrasiya Tirkiyeyê, qanûna rêveberên herêmî. Li dijî vê feraseta qeyûmkar, divê hemû hêzên dmemokrasiyê bi hev re helwesta herî xurt nîşan bidin.”
 
Hatîmogûllari anî ziman ku ji bo AKP çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe bike qeyûm tayînkiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ber xwe bidin, em ê li dijî feraseta talankar bi gelên Tirkiyeyê, bindestan û kesên keda wan tê xwarin re li ber xwe bidin. Bila nefikirin ku dê bi hevkarê xwe yê biçûk ê li Qesrê rûniştî dê vîna gelê kurd ipotek bike. Wan hewl da hilbijartinên Hîlwanê bi rêbazên çetewarî bi şewitandina sindoqan ji me bidizin. Tevî ku em bi serketin jî hilbijartin betal kirin. Tevî ferq 500 bû, derket 3 hezaran. Ev tê çi wateyê. Tê wateya ku tu vîna gel xesp bikî, gel dê bi awayekî herî xurt bersivê bide te. Kesên li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin dê serbikevin.”
 
 

Sernavên din

07/06/2024
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome