Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike

  • rojane
  • 09:41 25 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Rênas Jiyan bal kişand ser hest, huner û hilberînê û anî ziman ku di berhemekî hunerî de peywira hestan pirr e û wiha got: “Hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye.”

Hest bêguman ji bo hemû huneran dergûşa afirineriyê ye. Di vê pêvajoyê de temamkara hestan jî hiş e. Ne hestên bêyî hiş, ne jî hişê bêyî hest huner û hunermendiyê dernaxin holê. Dema ev hêman bi hestên takekesî û civakî re tên cem hev jî hilberîna derdikeve holê jî huner bi xwe ye.
 
Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan têkildarî hest, huner û hilberînê pirsên me bersivandin. 
 
 Ji bo afirandin, huner û estetîkê bêguman hest pir girîng in. Di berhemeke hunerî de rola hestan çi ye? 
 
 
Kesekî/e bêhest tune ye, wê çaxê divê hemû mirov bibûna hunermend, lê nabin, çima?
 
Di berhemeke hunerî de peywira hestan pir e û bingehîn e, lê belê her tişt bi vê naqede, hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye. Carna ez bala xwe didimê di rewşên zêde hestiyar de ez nikarim tiştekî biafirînim, ji ber ku di wê kêliyê de ez nikarim bidirûvînim, hişê min disekine; dirûvandin bi hiş çêdibe, ango li gel hestan hiş jî pêwîst e. Kesekî/e bêhest tune ye, wê çaxê divê hemû mirov bibûna hunermend, lê nabin, çima? Ji ber ku nikarin hestên xwe bifesilînin, ên dikarin hestên xwe bidirûvînin dibin hunermend. Li gel hebûna hestan zanîn jî hewce ye. Min di pirtûka xwe ya dawî “Êvar încas in şev kersele” de bi navê “helbestên zanistî” (poems scientifique) hin helbestên nû nivîsandine. Ev, wêjeyeke ezmûnger e, nû ye, min bi peyvên zanistî wek “fotosentez, retîna” û hwd helbestine nû ceribandine. Di vir de armanca min zanistiya hestan bû. Min xwest ez bi peyvên zanistiyê helbestê û her wiha cîhana hestan berfireh bikim. Termînolojiya hestan, hestên termînolojîk… min xwest ez vêya pêk bînim di helbestê de. 
 
Hest, çima lewaz dibin û li paş dikevin. An jî gotina ‘Hunera berê cuda bû’ çima tê gotin? 
 
 
Kurd gava ciwan in “vîn”a wan zêdetir e, gava hinekî pîr dibin vîna wan lawaz dibe û dev ji her tiştî berdidin; şoreş, welat, evîn, huner giş ji bo wan wateya xwe winda dike. 
 
Ji ber “vîn”ê. Vîn hestan geş dike. Gava vîn qels dibe hest jî pê re dest bi qelsbûnê dikin. Vîn bawerî û evînê çêdike. Vîn (îrade) ji xwestinê çêdibe, kesê vîndar kesê “xwazgîn” e, dixwaze. Ger mirov nexwaze, tê wê wateyê di wî de hest qels bûne, vemirîne, zerhimî ne. Vîn ji bo min têgeheke pir girîng û nazenîn e, hem wek peyv û hem jî wek wate pir kêfa min jê re tê. Herî dawî min bi navê “Vînya” helbestek nivîsand. Kurd gava ciwan in “vîn”a wan zêdetir e, gava hinekî pîr dibin vîna wan lawaz dibe û dev ji her tiştî berdidin; şoreş, welat, evîn, huner giş ji bo wan wateya xwe winda dike. Ez ji çavdêriyên xwe pê dizanim, xwendekarên kurd gava zanîngehê dixwînin û hê ciwan in pirtir ji helbest û wêjeya min hez dikin, lê piştî zanîngeh diqede ew hezkirina wan qels dibe, hez dikin lê ne wek berê. Gava ciwan in hestên wan xurt in, gava pîr dibin hestên wan lawaz dibin û ji huner û helbestê dûr dikevin. Bi hestên kêm mirov nikare nêzîkî huner û helbestê bibe. Li hemû welatên dinyayê gava mirov hinekî navsere û pîr dibin bêtir nêzîkî xwendin û huner û zanînê dibin, lê kurd gava ciwan in pirtûkan dixwînin, hunerhez in, zanînger in, û dûre gava ciwanî diqede sist dibin, ne xwendina pirtûkan dimîne, ne huner, ne zanîn… lê gerek tam dijberî vê be, gerek kurd piştî zanîngeh û ciwanî biqede li xeyal û doz û armancên xwe kûr bibin. Li gorî îdeolojiyan jî lawazî ya jî xurtiya hestan çêdibe. Hinek îdeolojî di wan de hest hindik in, bêtir mekanîk in; hinek jî hest di wan de pirtir in, bêtir organîk in. Kêfa min ji ekol û îdeolojiyên bêhest re nayê.
 
Gelo ferqa hestên salên 90’î, û niha çima ji hev gelek cuda ne, çima her ku diçe ji aliyê hestan ve paşveçûnek heye? Hestên ku paş ve diçin dê çawa vegerin?
 
 
Di hunerê de, çi wêje, çi sînema, çi şano heke çîrokeke te ya xweş hebe hunera te serkeftî ye; di siyasetê de jî wiha, çîroka te mezin be, jidil be, mirov didin dû te.
 
Kurd li gorî do wek kêm hestiyar bin xuya dikin lê ne werê ye. Di kurdan de hestên polîtîk kêm bûne lê hestên neteweyî zêde bûne, ev tiştekî baş e. Gava mirov ji vê nêrînê lê mêze bike her tişt rindtir tê famkirin. Netewetî ekleke wê heye, yekîtî û serkeftinê çêdike. Kurdan hesta neteweperweriyê hîn tam tehm nekiriye, hesta neteweperweriyê hesteke xweş e, hesta kombûnê, hesta girseyî hesteke xweş e.
 
“Çîrok” ji bo hestan pir girîng in, di salên 90î de çîrokeke me hebû, niha jî heye helbet. Ez di jiyanê de pir guh didim çîrokan, heke çîrok tune bin em ê li vê dinyayê ji acizî bibeecin. Ev hebûn, ev gerdûn, pirsên ontîk… heke ne ji çîrokan be vana nakewin, aş nabin.
 
Çîrok mişt hest in, hestçêkir in, mirov di hest û hestiyariyê de zehf pêş dixin. Di hunerê de, çi wêje, çi sînema, çi şano heke çîrokeke te ya xweş hebe hunera te serkeftî ye; di siyasetê de jî wiha, çîroka te mezin be, jidil be, mirov didin dû te.
 
Ez ji wêjeya bêçîrok a “Nouveau Roman” (romana nû) bawer nakim, jixwe “Nouveau Roman” wek reşêşkeke havînî bariya û çû; ez ji surrealîzma bêçîrok û post-struktralîzma bêçîrok bawer nakin, vana xwe bê çîrok kuşt. Her wiha hewce nake hunera kurdan ji bermayiyên ewropî xwe têr bike, ewropiyan çîrokên xwe qedandin, hîn çîrokên me pir in. Divê çîrok û ekol û şêwazên kurdan ên nû hebin. Jiyana mirovan çîrokek e, temen çîrokek e, çîrok tiştekî xwezayî û jixweber e. Mirov li dinyayê nikare bê çîrok bijî. Heke çîrok tune bin wê mirov têkevin qeyranan û ji zoran xwe bikujin. Huner û wêje bi çîrokan mirov û êşa mirov a gerdûnî û ontîk û cîhanî û yezdanî hinekî teselî dike.
Ji ber wê, ji ber çîrokparêziyê, vê dawiyê min hewl da ez “helbestên roman”kî binivîsim, vana di pirtûka min a dawî de hene. Çawa romanên helbestî hebûna îcar jî divê helbestên romankî hebûna. Di van helbestana de mîna romanan karakter û mijar û hurgilî û dem û cî giş hene. Min li ser bûyera azadîxwazên ku meytên wan li peyarêkan hatibû binaxkirin helbesteke romankî nivîsandiye: “Miriyên Peyarêkan”.  
 
Gelo ya ku hest û afirîneriya hunerî xurt dike çi ye?
 
 
Brunetiere gava berhemekê rexne dike, zayîna wê berhemê lêkolîn dike; ew berhem çawa çêbûye, ji çi çêbûye, çawa pêş ketiye, çi kiriye, çi xwariye?
 
Hest bi çi xurt dibûn, min bersiva vêya bîska din da; di vir de ez dixwazim hinekî qala rexneya Ferdinand Brunetiere bikim, ji ber ku rexne afirîneriyê xurt dike. Rexneya Brunetiere rexneyeke “peresan”î ye, li ser teoriya Lamarck û Darwin ava dibe. Brunetiere peresan li rexneyê aniye, guncandiye: Wêje dizê, dijî, dimire; dûre ji bermayiyên wê wêjeyê wêjeyeke din çêdibe. Wêje ji hev naqete, pev girêdayî ye, yek li ser yekê şîn tê. Wek çawa koka hemû zindiyan yek be koka wêjeyê jî yek e û ji hev dizê, pir dibe. Wêjeya xurt temendirêj e û a qels emirqut e… Brunetiere gava berhemekê rexne dike, zayîna wê berhemê lêkolîn dike; ew berhem çawa çêbûye, ji çi çêbûye, çawa pêş ketiye, çi kiriye, çi xwariye? Brunetiere di rexneya xwe de wêjeyê wek tiştekî biyolojîk dihesibîne. Berhem ji bo mezin bibe xurek jê re hewce ye, divê çavkanî hebin ku jê bixwe, vexwe. Sainte Beuve di rexneyê de pir li ser nivîskar disekinî, li ser jiyana nivîskar disekinî; jiyana nivîskar a teybet an jî gelemper, her tiştê nivîskar ji bo Sainte Beuve alav û amûra rexneyê bû, lê Brunetiere li nivîskar (li yekî) nanêre, li hemû cureyê dinêre, li her celebî dinêre. Cureya wêjeyê, axa jê çêbûye, derdora wê, mercên jiyana wê, kişwera wê, zext û zorên wê… A wêjeyê xurt û qels dike û afirîneriyê pêş û paş dixe ev hêman û alav giş in. 
 
Hunermend di nava hestên gel û hestên takekesî de tên û diçin. Gelo hûmermendek divê kîjanê hilbijêre? Yan jî li gorî we huner ji bo gel e an ji bo hestên takekesî ye?
 
 
Hunermend çiqasî di navbera hestên takekesî û civakî de here û were wê ew meş, ew hereket, ew îdman, wî ewqasî xurt û tendurist bike.
 
Herdu jî. Hunermendê bêcivak kêm e, hunermendê bê-xwe kêm e. Hunermend çiqasî di navbera hestên takekesî û civakî de here û were wê ew meş, ew hereket, ew îdman, wî ewqasî xurt û tendurist bike. Mirov di nava gel de dijî, gel di nava mirov de dijî.    
 
Di rejîmên totalîter û otorîter de hunera ji bo gel ne karekî ev çend hêsan e, her kes nikare xwe tê de derxe, dil jê re lazim e. Ji ber wê, ji bo gelên wek kurdan, ên bindest, divê nivîskar ya jî hunermend bala wî li ser gelê wî be. Lê ne ku îdeolojiyan îstîsmar bike (bixapîne) û li ser navê hunera gel, gel bike alav, tariş, bireser, bê qîmet…
Hunera takekesî jî li gorî min biqasî hunera gel girîng e. Di vir de ez dixwazim vê bêjim, hunera takekesî divê bi hestên rasteqîn bê çêkirin, ne bi hestên henekan û derewan. Di roman û helbestê de lîstina bi peyvan tiştekî baş e lê tenê lîstina bi peyvan wêjeyê nake wêje, divê di helbestê de hest hebe, divê helbest li ser derdekî ava bûbû, helbest ne lîstika peyvan e, dirûvandina hestan e.
 
MA / Racî Abî 
 

Sernavên din

28/05/2024
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket
26/05/2024
21:55 Li Curnê Reş derî bi derî xebatên hilbijartinê hatin kirin
21:35 Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn
20:49 Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn
18:46 Nexweşê ku xwe di paceya nexweşxaneyê de avêtibû jiyana xwe ji dest da
18:25 Deriyên wezaretê 113 roj in ji Şenyaşarê re girtî ne
16:15 Di rojekê de li Derayê 6 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin revandin û 2 kes hatin kuştin
15:52 TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin
14:52 Akdogan ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
14:39 Girtiyê edlî Çakar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:17 Girtiyê krîza dil derbas kirî ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
14:13 Li Stenbol û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:09 Nûçeyên têkildarî qeymeqamê gef li rojnameger xwaribû hatin astengkirin
13:28 Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
12:52 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:43 Ji bo Yildirim ê hatibû qetilkirin li Amedê şîn hate danîn
11:39 Li Kanîreşê erdhej çêbû
11:35 Ji Meteorolojiyê hişyariya ji bo barînên zêde
10:08 Bakirhan: Ne kesên komkujî kirin, yên li dijî wê derketin hatin darizandin
09:30 Dê ji bo girtiyê nexweş Çam dîsa serî li ATK’ê bidin
09:17 Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû
09:08 Bal kişandin ser çareserkirina krîza aborî: Divê hikûmet biguhere, meseleya kurd çareser bibe
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Parêzer Ece: Girtiyê nexweş daketiye 41 kîloyan, tenê dikare bêhnê bistîne
09:00 Berxwedana li Marûnisê didome: Em dixwazin maden bê girtin
09:00 Li Hezexê ev rê bûye 'rêya mirinê': Bû sedema mirina 12 kesan
09:00 ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN
08:27 Dewleta tirk bi obûsan êrişî Minbicê kir
08:23 Yildirim hate definkirin
25/05/2024
22:55 Cenazeyê Yildirimê li Licê hat qetilkirin radestî malbatê hat kirin
21:59 Li Pîranê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
19:23 Li Curnê Reş ji namzetan serdana dikandaran
19:21 Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin
19:12 Behsa êrişa li Licê kirin: Gund hat gulebarankirin, nehiştin em derkevin derve
17:06 Li Îzmîrê belgefîlma ku Komkujiya Madimakê vedigot hate nîşandan
17:04 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
16:53 ‘Hevdîtinên Edalet û Azadiyê’ li Hatayê didome: Qurbaniyên li Rehanliyê hatin bibîranîn
15:48 Cenazeyê Yildirim ê li Licê hate qetilkirin li ATK’ê tê sekinandin
15:47 Ji bo hemû girtiyên nexweş banga berdanê hat kirin
15:22 ‘Mehmûdê Tirko’ yê Dîlokê jiyana xwe ji dest da
15:08 'Her der Qada Galatasaray, Parka Koşûyolû û Cadeya Gulistanê ye'
15:02 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otobusek hîbeyî Şaredariya Dêrsimê kir
14:41 Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
13:38 Jinan di çalakiya 'azadiyê' de pirtûk xwendin
11:52 Girtiyê nexweş ê 72 salî krîza dil derbas kir
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye