Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin

  • rojane
  • 16:15 24 Gulan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” de li gelek bajaran tevî astengkirinan jî li pêşiya avahiyên AKP’ê yên bajar çalakî hatin lidarxistin û wiha hate gotin: “Bi rakirina tecrîdê hûn dikarin bikin ku welêt û Rojhilata Navîn bêhnekî bistîne.” 
 
Xizmên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li gelek bajaran li pêşiya avahiyên bajar ên AKP’ê çalakî li dar xistin. Li hinek bajaran tevî astengkirinan jî xizmên girtiyan daxwazên xwe anîn ziman. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê bi pêşengtiya xizmên girtiyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, TJA, DBP û DEM Partiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” hat lidarxistin. Ji navenda bajar û navçeyan gelek kes bi pêşmalkên “Tecrîdê bi dawî bike” tev li bûn. Bi heman dirûşmê pankart hate hilgirtin û beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tunç li ser navê girseyê axivî û tecrîd weke sûcekî li dijî mirovahiyê nirxand. Tunç, wiha domand: “Ne di qanûnan ne jî di hiqûqê de tecrîd tune ye. Lewma em tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Em vê helwesta îktîdara AKP-MHP’ê qebûl nakin. Divê li dijî vê tecrîdê li daxwazên dayikan were guhdarîkirin. Heke tecrîda li ser girtiyan were rakirin dê welêt û Rojhilata Navîn bikare bêhnekî bistîne. Bila AKP-MHP baş guhdarî bike; rêya azadî, aramî, demokrasî û aştiyê Îmrali ye. Ev rewş bandorê li Rojhilata Navîn dike. Sedema hemû neyîniyan ev polîtîkaye ne. Lewma divê tavilê pirsgirêka kurd were çareserkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay jî wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Vê zilmê bi dawî bikin. Cangê me li ser milê me, em daxwaza aştî û edaletê dikin. Êdî bes e. Em westyan, deriyên zindanan vekin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê jî dirûşm hatin berzkirin, çepik hatin lêxistin û daxuyanî bi dawî bû. 
 
WAN
 
Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê jî li Wanê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar daxuyiyê bidin. Lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî hate dayîn. Girseyê pankarta “Deng bide zindanan” hilgirt. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt, Hevserokê DBP’ê yê Bajar Harûn Okay, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û TJA’yê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
 
Harun Okay, di daxuyaniyê de got ku ji sala 1999’an heta niha polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û di rewşa heyî de di qonaxa “agahînegirtina mutleq” de tên domandin. Okay, got ku heke tecrîd neyê bidawîkirin dê pirsgirêkên heyî mezintir bibin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 2016’an ve tecrîda li ser birêz Ocalan derbasî qonaxeke nû bû. Her ku tecrîd giran dibe, ji demokrasî û demokratîkbûnê jî dûr dikevin û têgehên hiqûq û edaletê ji holê radibin. Ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê û aramiya civakê, divê tavilê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin.” 
 
Parlamenter Mahmût Dîndar jî wiha got: “Ji bo bidawîbûna polîtîkayên înkar û tunekirinê û çareserkirina pirsgirêkan, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em ê ji bo aştiyeke birûmet a li ser vê xakê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo aştiyê divê zincîrên li Îmraliyê bên şikandin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 
 
 
EDENE 
 
Li Edeneyê hat xwestin ku daxuyanî li ber avahiya AKP’ê bê dayîn lê destûr nehat dayîn. Çalakî bi pêşengiya malbatên girtiyan hat kirin. Endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, TUHAY-DER’a Akdenîzê ya Edeneyê, AYKAY-DER beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan li derûdora avahiya AKP’ê tevdîr girtin. Polîsan li ber Pira Kasim Gulek a 100 mîtro dûrî avahiya AKP’ê pêşî li girseyê girt û bi hinceta “ewlehiyê” destûr neda ku çalakî li ber AKP’ê bê lidarxistin. Li aliyê din di saeta çalakiyê de polîsan derûdora avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê jî girt û destûr neda ketin û derketina avahiyê.
 
Rêveberê DEM Partiyê Yaşar Demîr destnîşan kir ku ew ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê li vir in û dê serdana AKP’ê bikirina ku pirsgirêka kurd were çareserkirin. Demîr diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan û pêkananîna aştiyê bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan mimkûn e. 
 
Girseyê kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" çalakî qediya. 
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê, DEM Partiyê û malbatên girtiyan li nêzî avahiya AKP’ê ya Bajêr çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û di çalakiyê de “Dawî li tecrîdê bîne” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku ew carek din bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li tecrîda dijwarkirî bîne û got: “Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li welat demildest divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

25/05/2024
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin