Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin

  • rojane
  • 10:17 21 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê hevdîtinên ku hemû aliyan bigire nav xwe pêk bînin û got: “Em ê bi civaka Tirkiyeyê re bên cem hev û em ê bêjin ku muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”  
 
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî bi daxuyanî û raporên xwe yên ku amade dikin  û diweşînin, balê dikişînin ser binpêkirinên girtiyên siyasî, lêgerîna tazî ya li girtîgehan, taloqkirina înfazê, sirgûn, serdegirtina qawîşan ên kêfî û dermannekirina girtiyên nexweş. Yek ji girtîgehên ku aktîvîstên mafên mirovan balê dikişînin ser Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ye. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir bû, girtiyan greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd” dabûn destpêkirin di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû kirin.
 
 
Girtiyan biryar girt ku dernekevin hevdîtinên malbatê, dadgeh û telefonan nekin. Malbatên girtiyan jî ku çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" dabûn destpêkirin, derxistin asteke nû û her rojên duşeman bi çûyîna ber girtîgehan dest bi çalakiya "Deng bidin azadiyê” kirin. Malbatên girtiyan di heman demê de li dijî tecrîdê li ber avahiya Wezareta Edaletê û avahiyên bajêr ên AKP'ê çalakî li dar dixin. 
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û daxwazên girtiyan nirxand. 
 
'GIRTÎ DI ÇALAKIYÊN XWE DE BI BIRYAR IN’ 
 
Canpolat da zanîn ku ji ber çalakiyên girtiyan înfazên wan têş şewitandin û bi sepanên kêfî re rûbirû mane û ew wek federasyonê bi sedan serlêdanên binpêkirina mafan wergirtine. 
 
Canpolat anî ziman ku girtiyên di çalakiyê de bi taybetî wan dişînin girtîgehên ji malbatên wan û wiha got: “Du aliyên van sirgûnan hene. Ya yekem tecrîdkirina girtiyê bi birina wî cihên dûr e û ya duyemîn jî dûrxistina ji malbatê ye. Dixwazin girtiyan wisa ceza bikin. Herî dawî ji Riha û Amedê nêzî 50 girtî şandin girtîgehên bajarên dûr ên weke Bûrdûr, Antalya û bajarên Behra Reş. Ji ber protestoyan sirgûn hene, lê girtî di çalakiya xwe de bi biryar in."
 
Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Canpolat da diyar kir ku li girtîgehan bi ser hezarî re girtiyên nexweş hene û di nav van de girtiyên ku nexweşiyên wan giran in hene. Canpolat anî ziman ku bi zanebûn tedawîkirina girtiyan tê derengxistin û got: “Girtiyên li ber mirinê ne bernadin. Êdî dibînin ku wê girtî bimirin, hê nû berdidin.” 
 
Canpolat da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan bi hinceta “Nexweşî û kalbûnê” mehkûmên doza 28’ê Sibatê serbest berda, lê girtiyên ku temenê wan mezin ên weke Makbule Ozer di girtîgehê de hişt û wiha got: “Nêzîkatiyeke cuda li hemberî kurdan heye. Li Tirkiyeyê li dijî kurdan nêzîkatiyek din heye. Ev polîtîkaya fermî ya dewletê ye.” 
 
'ŞEWITANDINA ÎNFAZAN NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE’ 
 
Canpolat  destnîşan kir ku Desteya Rêvebirî û Çavdêriyê ya Girtîgehê rê li ber berdana gelek girtiyan digire yan jî biryara şewitandina înfazê dide û got: “Axaftin, daxwazname û grevê weke hincet nîşan didin. Ji kesekî ku 30 sal in di girtîgehê de ye re tê gotin, 'Tu poşman î yan na?’ tê pirsîn. Sedema herî mezin a paşxistina taloqkirina înfazê ev e. Piştî 30 salan mirov wê ji çi poşman bibe? Ev rewş nemirovane ye. Di nava komîteya biryardanê de meleyek jî heye. Îfadeyên wan tên qebûlkirin û înfaza wan tê şewitandin. Tiştek qanûnî li ser vê yekê tune, ev tenê biryarek siyasî ye.” 
 
'MUXATAB ABULLAH OCALAN E’ 
 
Canpolat anî ziman ku malbatên girtiyan ji ber ku di çarçoveya çalakiyê de naçin hevdîtinê bi fikar in û wiha dewam kir: “Ji ber ku parêzer, malbat hevdîtinê nakin, di civakê de dibe sedema fikaran. Sedema sereke ya aloziyên di nava civakê de çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Muxatabê vê jî dewlet û birêz Abdullah Ocalan e. Berê jî dewletê ev rê ceriband, me hemûyan dît ku ev rêyeke baş e. Divê bersiva israra rakirina tecrîdê li vir bê lêgerînkirin. Di vê mijarê de hêleke mirovî jî heye; Tu hincet û ravekirina vê yekê nîne. Di zindanek giravê de mirov dikare çi sûcî bike? Ev hemû hincet in.” 
 
DÊ BIÇIN CEM HEMÛ PÊKHATEYAN 
 
Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka kurd ew ê civînên ku hemû pêkhateyên Tirkiyeyê tê de cih digirin li dar bixin û diyar kir ku ew plan dikin ku rewşenbîr, nivîskar, mirovên aqilmend û rûspiyan bînin cem hev. Canpolat div ê derbarê de wiha got: "Em ê bi civaka Tirkiyeyê re bên cem hev û diyar bikin ku pirsgirêka lezgîn a li vî welatî divê bê çareserkirin pirsgirêka kurd e û muxatabê çareserkirinê jî birêz Ocalan e."
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

22/05/2024
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin