Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî

  • rojane
  • 10:19 17 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Hiqûqnasan diyar kirin ku di Doza Kobanê de daraz weke “amûra sûc hatiye bikaranîn” û wiha gotin: “Ev biryar ne dadgehê, qesrê da.” 

 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê duh hate lidarxistin. Di dozê de li Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û li Fîgen Yuksedag jî 30 sal cezayê hefsê hate birîn. Her wiha li 13 siyasetmedaran jî bi sedan salan ceza hatin birîn. Derheqê 5 siyasetmedaran de biryara tehliyeyê û ji bo 12 kesan jî biryara beraetê hate dayîn. Hiqûqnasan biryarên di dozê de nirxandin.
 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak diyar kir ku ji roja destpêkê ve doz bi saîkên siyasî dihat birêvebirin û wiha got: “Her kesên dosya vedikoland bi vê dizanî. Di biryaran de nakokî hene. Ji ber tweetekê li hinek kesan 20 sal ceza hate birîn. Ev bi tena serê xwe nakokiyên heyî radixe ber çavan. Her wiha nîşan dide ku biryareke siyasî ye. Doz, bi sûcdariya ‘xerakirina pergala makeqanûnî’ hatiye vekirin. Lê ji vî sûcî ceza nehatin dayîn. Dikariyan cezayê muebbeta giran jî bidin. Lê îktîdar qels dibe û siyaseta hevsengiyê meşand. Lê dema ev siyaset dimeşand jî her tim kurd weke dijmin dît.” 
 
'TIRKIYEYÊ REWATIYA XWE WINDA KIR’ 
 
Çakmak, Doza Kobanê şiband dozên siyasetmedarên kurd ên di demên berê de û wiha pê de çû: “Bi vê biryarê xwestin pêşiya siyaseta kurd bigirin. Ev biryar ne dadgehê, qesrê da. Li gorî daxwaza îktîdarê hate dayîn. Îktîdar ji bo hebûna xwe bidomîne, li pey xelaskirina rojê ye. Lê dema wiha dike welat ber bi karesatê ve dibe. Mixabin hiqûq ji bo domandina îktîdara siyasî tê bikaranîn. Heke dadgeh weke amûrekî bên bikaranîn û bi qanûnan neyê kirin, divê em bipirsin bê ka dewlet rewaye yan na. Mixabin bi vê biryarê re Tirkiyeyê di hêla dewleta hiqûqê de rewatiya xwe winda kir.” 
 
'ÎKTÎDARÊ DOZ WEKE AMÛRA SÛC BI KAR ANÎ’ 
 
Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Çîgdem Akbulut jî ev tişt anî ziman: “Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke polîtîkayên tunekirina sîstematîk a gelê kurd e. îktîdarê mekanîzmayên darazê weke amûrê sûc bi kar anî. Dê tu wateyeke van cezayan ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê yên li gel wan têdikoşin tune be.” 
 
'CEWHERA DOZÊ NEFRET E, DIJMINATÎ YE’ 
 
Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysî Ok jî wiha got: “Di dîrokê de cezayên wiha giran nehatine dîtin. Dema em li îdiayan dinêrin, tevek jî xebatên siyasî yên HDP’ê, daxuyanî, axaftinên Newrozê û hwd. in ku dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê. Cewhera vê dozê nefret e, dijminatî ye. Vê dozê careke din nîşan da ku rêgeza dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê bi temamî ji holê rabûye. Bêguman doz hêj neqediyaye. Hêj qonaxa Dadgeha Bilind heye. Lê nîşan da ku Tirkiye ji dewleta hiqûqê ya makeqanûnî derketiye.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

19/05/2024
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan