Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin. 
 
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Wanê meş û li Şirnexê jî panel hat lidarxistin. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li eywana konferansan a avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) panela “Jin û ziman” li dar xist. Di panelê de pankarta “ Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hate vekirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. 
 
Hunermenda kurd û endama KASED’ê Selma Ozelasî weke panelîst tev li bernameyê bû.  Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘HEBÛNA ME BI ZIMANÊ ME YE’ 
 
Piştre Sema Ozasî axivî. Ozasî, bal kişand li ser rol û mîsyona jin û ziman û wiha axivî: “Em şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Mirov li ku derê dinyayê be bi zimanê xwe tê naskirin. Dema ku mirov bi zimanê xwe nizanibe û motîfeke kurdî li ser me nebe, tu wateya mirov jî namîne û ew mirov dibe keseke din. Ji ber wê em dibêjin me zimanê xwe heye, hebûna me bi zimanê me heye. Di têkoşîna gelê kurd de her tim têkoşîna ziman hatiye dayin. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.” 
 
DI SERDEMA NEOLOTÎKÊ DE JIN 
 
Ozasî, di berdewama axaftina xwe de qala rola jinan a di serdema neolotîkê de kir û wiha got: “Di dema neolîtîkê de rol û mîsyona me jinan çi bû û me wê demê çi dikir û em niha çi dikin? Di wê serdemê de jin pêşengên civakê bûn, xweza bi destê jinan dihate afirandin. Di wê demê de jinan çandinî dikir, giya kom dikir û bi vê re zarok xwedî dikir. Jin û xweza di nav hev de dijiyan. Mêr nêçîrvan bûn lê jin hem xweza û hem jî mal birêve dibir. Heke ku ew dem di hundirê me de nebûya îro me li dijî pergalê li ber xwe nedida. Niha jî li ser jinê pişaftineke mezin tê kirin. Jin bi her awayî hedef hat nîşandan. Her berhemeke jinan weke berhemek mêr pêşkeşî civakê kirin. Keda jinê weke keda xwe nîşan dan. Ji ber wê di roja me de jin berxwedana hebûnê, çandê û ziman dide.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 
WAN 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ARSÎSA’yê domiya. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 
 
Di meşê de her wiha jinan dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Zimanê min welatê min e” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin. Beşdaran li pêşiya avahiya ARSÎSA’yê stranên bi kurdî striyan. Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbulut daxuyanî da. Akbulut, diyar kir ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. 
 
‘ZIMANÊ KURDÎ ÇAVKANIYA SEREKE YA AZADIYA GELÊ KURD E’
 
Bi domdarî Akbulut destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Akbulut wiha domand: “ Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.”
 
‘TOVÊ KU BI HAWARÊ HATÎ REŞANDIN BÛ ÇAVKANIYA TÊKOŞÎNA ZIMAN’
 
Di berdewamê de Akbulut destnîşan kir ku gelê kurd her dem ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha pê de çû: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Elî Bedirxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.”
 
GOTINA OCALAN A ‘ZIMAN LAŞ E XWEDÎ LÊ DERKEVIN’ BI BÎR XIST
 
Akbulut, bi domdarî gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî di van 50 salên dawî de li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZP Kurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”
 
‘JÊDERKA BINGEHÎN A ZIMANÊ KURDÎ JINÊN KURD IN’
 
Akbulut, daxuyand ku çavkaniya bingehîn a hawara zimanê kurdî jinên kurd in û wiha derbirî: “Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin.  Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî,  Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Elî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in. 
 
Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in. Em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin.  Li şûna ku em tenê bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê dayikê derkevin’; divê em di heman demê de bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê jinê, jiyanê û azadiyê derkevin’.”
 
‘BI KURDÎ BIAXIVIN, BINIVÎSIN, BIFIKIRIN’
 
Akbulut, anî ziman ku ew ê bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîda ser zimanê kurdî ku parçeyeke li ser tecrîda Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser jinên kurd, çalakiyên cuda li dar bixin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi boneya salvegera 92’yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Abdullah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê  Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Jiyan, jiyan, azadî.” 
 

Sernavên din

14/05/2024
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye