ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin

ÊLIH/ WAN - ARÎ DER’ê piştî çalakiya meşê, bernameya 15’ê Gulanê aşkere kir. Rêvebera ARÎ DER’ê Havva Can diyar kir ku ew ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin. 

 
Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Ziman a Arî (ARÎ-DER), Navenda Çandê ya Baharê (BKM), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Odeya Avahîsazan ên Êlihê, Akademiya Dîwan û Yenî Sahneyê li Êlihê starta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rêxistinên bajar û navçeyan ên Êlihê û gelek kes amade bûn.
 
Girseya qelebalix ku cil û bergên netewî li xwe kirin ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guney bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Di meşê de li def û erbaneyan dan û stranên kurdî stran. 
 
Girse piştî gihişt Parka Yilmaz Guney, li vir daxuyanî dan. Li ser navê girseyê Rêvebera ARÎ DER’ê Havva Can daxuyanî da. Havva Can anî ziman ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye û wiha got: “Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekîtiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.” 
 
Can anî ziman ku gelê kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha axivî: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan  jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Alî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.” 
 
Havva Can da zanîn ku di 15’ê Gulana 1932’an de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, diwarê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir û wiha dirêj kir: “Ev tovê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî. Ev roja dîrokî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e ku yekem car kovareke bi kurdî bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye. Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin, ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e,  xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e’.  Di sala 2006an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”  
 
Havva Can bilêv kir ku jêderk û çavkaniya hawara zimanê kurdî qasî dîroka kurdan qedîm e û ev tişt gotin: “Bêguman jêderk û çavkaniya bingehîn a vê rastiyê jî jinên kurd in. Dema ku em dibêjin "jin jiyan e" em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in.
 
Di dîroka gelê kurd de, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî û nirxên kurdewar gelek jinên kurd di asta pêşengiyê de têkoşîn û xebatên girîng meşandine, berdêlên mezin dane. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê  jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî,  Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Alî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.
 
Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in. 
 
Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin.  Li şûna ku em tenê bibêjin ku "em xwedî li zimanê dayikê derkevin"; divê em di heman demê de bibêjin ku "em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derkevin."
 
Îsal em ê bi diruşma ‘HER DEM KURDÎ HER DER KURDÎ’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Evdilah OCALAN û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna jinên kurd û hemû neteweya kurd e bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wî li her derê belav bikin. Di vê çarçoveyê de; bi armanca belavkirin û xurtkirina hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî, ji îro heta 1ê hezîranê dê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê miting, meş, daxuyaniyên girseyî, belavkirina bi sed hezaran belavokan, bernameyên gel, konser, mîhrîcan, şahî, panel, form û hwd. bên lidarxistin.
 
Em bi boneya salvegera 92yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Evdilah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê  Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku: Em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin! Em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî! Em der dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin û bi kurdî bijîn. Jin jiyan azadî.” 
 
Bernameya Êlihê wiha ye: Di 15’ê Gulanê de dê çîrokên bi muzîk bên guhdarkirin. Di 16’ê gulanê de muzîk bê guhdarkirin û şanoya kurdî bê temaşekirin. Di 17’ê gulanê de panela ziman, di 18’ê gulanê de belgefîlm bê demaşekirin û di 19’ê gulanê de bernameya sertîfîkayê pêk bê. 
 
AMED
 
Di 13’ê Gulanê de dê belavok bên belavkirin û panel bê dayîn. Dîsa dê merasima sertifika pêk bê. Di 14’ê gulanê de li qada Pazarê xebatên kurdî bên kirin. Dê Çirokbêj û dengbej bên guhdarkirin. Di 15’e Gulanê de dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokên giştî yên DBP’ê Keskin Bayindir û Çigdem Kiliçgun Uçar daxuyaniyek girseyî bidin.  
Dê li Bismil Pasurê di 12’ê Gulanê de hem panel bên lidarxistin û hem ji bo zarokan şahî pêk bê. Li Farqînê di 13’ê gulanê de panel, di 14’ê gulanê de festival, di 15’ê Gulanê de belgeyan bidin peşbira sertifikayan pêk bînin. Li Licê dê die 18’ê gulanê de atolyeya jin û zarokan amede bikin. Dê li Piranê di 19’ê Gulanê de atolyeya jin û zarokan amade bikin. Dê li Hezro di 25’ê gulanê de bi pêşengiya jinan bernameyekê amade bikin.
 
WAN 
 
Di 12’ê gulanê de li navçeya Miksê li tenişta Gora Faqiyê Teyran bernameya taybet. Di 13’ê gulanê de dê jin daxuyaniyê bidin, meşekê li dar bixin û şeva dengbêjan li dar bixin. Di 14’ê gulanê de dê Dayikên Şemiyê ziyaret bikin. Dîsa dê merasima sertifikayan amade bikin. Di 15’ê Gulanê de dê daxuyaniya girseyî bidin û meşekê li dar bixin. Di 16’ê gulanê de peşbirê li dar bixin. Di 17’ê gulanê de foruma ziman. Di 19’ê gulanê de gotubêş, di 21’ê gulanê de bernameya ziman a ciwanan, Di 14’ê gulanê de li Erdişê pîrozbahî, di 15’ê Gulanê de li Erdişê meş û daxuyanî, di 16’ê gulan û 24’ê Gulanê de li tax û gundan civînên gel. Di 23’ê gulanê de bernameya ciwanan a ziman. Di 25’ê gulanê de mîtînga ziman. 
 
Îro jî li Wanê têkildarî 15’ê Gulanê der barê bernameya 15’ê Gulanê de belavok hatin belavkirin. 
 
ENQERE 
 
Têkildarî bernameya 15’ê belavok belav kirin. Dê di 19’ê gulanê de jî konserekê bidin. 
 
SÊRT
 
Dê têkildarî bernameya 15’ê Gulanê belavokan belav bikin û di 17’ê gulanê de panel û konserekê pêk bînin. 
 
CIZÎR
 
Dê di 12’ê gulanê de diwana dengbêjan pêk bînin û merasima sertifikayê pêk bînin. Di 13’ê gulanê de panelekê li dar bixin. Di 14’ê gulanê de merasima danasîna cil û bergên kurdî. Di 14’ê gulanê de ji bo zarokan dê atolyeyekê pêk bînin. Di 15’ê Gulanê de meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin. 
 
STENBOL 
 
Dê bi merasimekê Sertifikayan bidin
 
SEMSÛR
 
Di 14’ê gulanê de belavokan belav bikin û di 15’ê Gulanê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 
 
TETWAN
 
Dê belavokan belav bikin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî daxuyamiyê dê bi def û erbaneyan bigerin û stranan bistrên. 
 

Sernavên din

11/05/2024
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin