Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 10:43 11 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama lêdana wesayîtên leşker û polîsan de di nava 16 salan de herî kêm 25 zarokan jiyana xwe ji dest da. Di piranî dozên têkildarî kuştinan hatin vekirin de faîl bi necezakirinê hatin xelatkirin. 
 
Li Amedê di 6’ê gulanê de polîsên bimotosîklet li Gultekîn Ozturk ê xwest derbasiyê aliyê din ê rê bibe da û Ozturk jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Ozturk re çavan careke din berê xwe dan qezayên ku leşker û polîs bi wesayîtên zirxî an jî sivîl di van salên dawî de tev li bûne û mirinên di qezayan de çêbûne. Têkildarî bûyerên ku faîl leşker an jî polîsîn de daneyeke zelal nîne. Daneyên herî saxlem jî aydê Komeleya Zarokan a Rojevê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniyê ya ji bo Mazlûman û Mafên Mirovan (MAZLÛM-DER), Navendên Bîrê û Weqfa Baran Tûrsûn in.
 
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê di 8’ê hezîrana 2023’yan de weşand; di 15 salên dawî de di bûyerên lêdanê ku wesayîtên leşker û polîs bikartînin tevlibûne de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 21 zarok in. Dîsa 23 jê zarok 94 kes jî birîndar bûne. 
 
Li gorî parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû jî tenê di nava 3-4 salan de hejmara zarokên di encama lêdana wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane 37 in. Tanrikûlû, di daxuyaniya xwe 6’ê îlona 2021’an de wiha got: “Li Amed, Şirnex, Wan û Mêrdînê 37 zarokan di encama lêdana wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan.”
 
Li gorî daneyên ku me ji raporên rêxistinên sivîl berhev kirine û nûçeyên ku di organên cuda yên çapemeniyê de hatine weşandin, ji sala 2008’an heta 9’ê gulana 2024’an bi wesayîtên ku leşker û polîsan diajotin herî kêm 25 zarok mirine.
 
Polîs û leşkerên ku bi wesayîtên zirxî bûne sedema mirinên zarokan an nehatine darizandin an jî di dozên hatin darizandin de kêm ceza lê hatin birîn û hatin beraetkirin. Hewldanên têkildarî dozên biryara necezarkirinê hatin dayîn jî bêencam man.  
 
Mînaka vê ya dawî ew bû ku li polîsê li navçeya Silopiya ya Şirnexê Fûrkan û Muhammed Yildirim perçiqandin 19 hezar lîre cezayê pere hate birîn. Dîsa li navçeya Gever a Colemêrgê doza piştî 8 mehan li çawişê pispor A.K.P. yê bû sedema mirina Erdem Aşkan ê 5 salî û bi şertê kontrola edlî hate berdan polîtîkaya necezakirinê raxist ber çavan.
 
MIRINÊN ZAROKAN 
 
Ji sala 2008’an ve hin bûyerên qewimîn wiha ne: 
 
16’ê sibata 2008’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê Yahya Menekşe yê 16 salî bi panzere hate pelçiqandin û kuştin. 
 
29’ê nîsana 2009’an: Maziye Aslan a 7 salî, ku li ser rêya Wan-Colemêrg dimeşiya, di binê wesayita ku polîsên tevgera taybet bi kar dianîn de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
4’ê hezîrana 2010’an: Li Şirnexê Dîren Basan a 10 salî di bin wesayîta zirxî ya akrepê de pelçiqî û jiyana xwe ji dest da. 
 
13’ê hezîrana 2012’yan: Yûsûf Yılan ê 9 salî dema li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê dema ku boyaxkirina pêlavan dikir di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da
 
12’ê mijdara 2013’an: Li gundê Çomlukçu yê girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Hasan Bakdur ê 16 salî di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da. 
 
23’yê nîsana 2013’an: Li navçeya Cizîrê Sînan Saltikalp ê 17 salî ku wesayîta polîsan a zirxî lê dan bi giranî birîndar bû û di 29’ê tebaxa 2013’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
15’ê nîsana 2016’an: Cûma Ozkaplan ê 17 salî ku di mînîbusa wesayîta zirxî li ser rêya Riha û Dîlokê lê da de bû jiyana xwe ji dest da. 
 
7’ê hezîrana 2016’an: Li Cizîrê Bunyamîn Bayram ê 6 salî ku wesayîta polîsên zirxî lê da jiyana xwe ji dest da. 
 
24’ê tîrmeha 2016’an: Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Taha Kiliç ê 4 salî ku polîsan bi panzerê lêdan jiyana xwe ji dest da. 
 
24’ê cotmeha 2016’an de: Li navçeya Cizîrê Hakan Sarak ê 5 salî ku wesayîta polîsan a zirxî lê da jiyana xwe ji dest da. 
 
24’ê nîsana 2017’an: Li navçeya Bismil a Amedê di encama lêdana wesayîta zirxî de Huseyîn Barût jiyana xwe ji dest da. 
 
4’ê gulana 2017’an: Birayên hev Mûhammed Yildirim ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ê 6 salî ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di bin wesayîta zirxî ya ketiye mala wan de man, jiyana xwe ji dest dan. 
 
9’ê sibata 2017: Berfîn Dîlek a 7 salî, ku li taxa Bahçebaşi ya navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dibistanê vedigeriya malê, di encama lêdana maşîna zirxî de jiyana xwe ji dest da.
 
19’ê hezîrana 2017’an: Li ser rêya Amed û Çewligê, di encama mîdîbusa ku polîsên tîmên taybet tê de bûn li mînîbusa rêwiyan da de Zîlan Yamankiliç a 10 salî ku di mînîbusê de bû jiyana xwe ji dest da. 
 
1’ê tebaxa 2017’an: Li Stenbol Şîşliyê di encama lêdana wesayîta zirxî ya akrepê de Raşît Oso yê 9 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
21’ê cotmeha 2017’an: Li Sêrtê Felek Batûr a 7 salî ku wesayîta zirxî lê da li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
5’ê mijdara 2017’an: Li taxa Korik ya Êlihê Bûrak Îlhan ê 5 salî ku wesayîta sivîl ya leşkerekî lê da jiyana xwe ji dest da. 
 
29’ê mijdara 2017’an: Ferhat Dalkiliç ê 5 salî ku li herêma Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan lê xist jiyana xwe ji dest da.
 
29’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê, Alî Olmez ê 15 salî ku bi 11 kesên din re hatibû binçavkirin, di encama wergerandina wesayîta zirxî ya ku tê de bû jiyana xwe ji dest da.
 
23’yê îlona 2018’an: Ûmût Ozalp ê 5 salî ku di 18’ê kanûna 2017’an de li navçeya Hezex a Şirnexê wesayîta zirxî li ber mala wan lê dabû, têkoşîna jiyanê winda kir. 
 
12’ê îlona 2019’an: Efe Tektekîn ê 6 salî yê li navçeya Rezan a Amedê wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da. 
 
8’ê tebaxa 2021’an: Eyup Kirtay ê 10 salî di encama lêdana wesayîta zirxî ya li Xelat a Bedlisê de jiyana xwe ji dest da. 
 
3’yê îlona 2021’an: Li navçeya Hezexê di encama lêdana wesayîta zirxî de Mîraç Mîroglû yê 7 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
7’ê hezîrana 2023’yan: Li navçeya Gever a Colemêrgê di encama lêdana wesayîta ku çawişê pispor diajot de Erdem Aşkan ê 5 salî jiyana xwe ji dest da. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

11/05/2024
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin