Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike

  • rojane
  • 10:05 11 Gulan 2024
  • |
STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, destnîşan kir ku Wezareta Dadê dixwaze têkoşîna li dijî tecrîdê daxe asta “Tecrîd heye an tune ye" û got: "Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê bêtir bilind bikin." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. 38 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş nayê girtin. Parêzer û malbat bi tu awayî nikarin biçin serdanê. Li Girava Îmraliyê qutbûna têkiliyan ji kok ve hatiye qutkirin. Têkildarî tecrîda heyî Midûriyeta Giştî ya Malên Tefkîf û Ceza ya girêdayî Wezareta Dadê bersîv da parlamenterê DEM Partiyê û îdeaya:"Tecrîd tune ji mafê xwe sûdê digire" kir. 
 
Piştî vê angaşta wezaretê Hekîmtiya Înfazê ya Bûrsayê li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên tenişta Abdullah Ocalan bi hincta cezayê dîsiplînê yê 28'ê Adarê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li girtiyan birî. Li aliyê din Veysî Aktaş diviya bû di 28'ê Nîsanê de serbest bihata berdan, lê Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê salekê cezayê Aktaş dirêj kir û ew berneda. 
 
Têkildarî mijarê Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk nirxandin kir. Ozturk bal kişand ser bêhiqûqî û tundtiya li Îmraliyê. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALİYÊ QAT BI QAT HIŞK KIRINE
 
Ozturk, destnîşan kir ku dixwazin parêzeran li dervê pêvajoya Îmraliyê bihêlin û wiha got: "Mirov nikare van geşedanan tenê bi têgeha tecrîdê pênase bike. Van polîtikayan tecrêd derbas kiriye. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tevcrîda qat bi qat hatiye hişkkirin heye. Bi temamî têkiliya girtiyan û derve hatiye qutkirin. Ev girtîgeh ji aliyê Rejîma Înfaza Giran ve tê meşandin." 
 
Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk
 
 
DOSGER DAXWAZNAMEYA ÎTÎRAZÊ NEGIRT 
 
Parêzer Ozturk, anî ziman ku muwekîlê wan Veysî Aktaş 30 sal in girtî ye û wiha axivî: "Li gel 30 saliyên xwe dagirtiye jî bernedan. Ev jî parçeyekî tecrîdê ye. Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî piştî 2020'an hatin avakirin. Piştî ev Lijne hatin avakirin, êdî girtiyên ku cezayên wan diqedin jî wan bernadin. Beriya 2020’an girtiyek eger 3 cezayê wî yê hucreyê tune bûya ew serbest berdidan. Lê Veysî Aktaş di salên 1990’î de hatiye girtin û dixwazin cezayê wî yê berê jî wekî piştî 2020'an bidin xuyakirin. Me di 28'ê Nîsanê de serî li îdareyê da. Gotin 1 sal cezayê Veysi Aktaş dirêj kirine. Me li dijî vê yekê daxwaznameya îtîrazê da Edliyeya Bûrsayê. Lê Dozgeriyê daxwaznameya me qebûl nekir. Ji ber vê yekê me bi rêya Edliyeya Stenbolê îtîraz kir. Têkildarî van mijaran em îtîrazên xwe berdewam dikin. Em vê dosyayê dibin Dadgeha Cezayê Giran." 
 
BIRYAR NEDAN PARÊZERAN
 
Ozturk, anî ziman ku di vê pêvajoyê de hîn bûn kû biryara qedexeya malbatan jî girtine û wiha pêde çû: "Hem em nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin. Hem jî malbat nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Li aliyê din xebatên hiqûqî yên li dijî van binpêkirinên mafan jî astang dikin. Biryara cezayê dîsîplînê bi mere parve nekirin. Li gel vê yekê em dîsa îtîraz dikin. Gelek caran îtîrazên em dikin li ber çavan nagirin. Di cezayê dîsîplînê yê dawî de jî heman tişt anîn serê me. Em daxwaznameyan didin, lê bê bersîv tên hiştin. Îtîrazên me nayên nirxandin. Tu bingeqa qedexeyan tune ye. Ceza li muwekilê me dibirin, lê diyar nakin ji ber kijan sedemê ceza birîne. Ji ber ku di demên pêş de rewşa ku dosyayan bibin DMME û AYM'ê. Em vê pêvajoyê tevî di aliyê hiqûqî de teşîr dikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam dikin." 
 
WEZÎR TECRÎDÊ ASAYÎ DIKE 
 
Ozturk bal kişand ser îdîaya Wezareta Dadê ya "Tecrîd tune ye" û wiha berdewam kir. "Wezareta Dadê îdîa dike ku tecrîd tune. Bi vê yekê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bêwate dike. Vê bersîva wezaretê em matmayî nehişt. Ji ber ku berê jî dema me serî li AYM'ê da hikûmetê her tişt înkar kiribû. Ev nîşan dide ku tevî rastî li holê ne jî rastiyan înkar dike. Hebûna xwe li ser înkarê ava kirine. Me dixwest wezaret edaletê temîn bike. Lê tecrîdê asayî dike. Em dixwazin vê îşkence û tecrîdê bi dawî bikin. Çawa ku mafê ziman, çandê yê kurdan înkar dikin, tecrîdê jî înkar dikin. Dixwazin têkoşîna me ya li dijî tecrîdê daxin asta 'Tecrîd heye an tecrîd tune ye' Niha li dijî tecrîdê panel, semîner, mîtîng, civîn, meşên dirêj hatin lidarxistin. Nobetê edaletê hatin girtin. Girtî li girtîgehan di çalakiyan de ne. Gelek çalakiyên cuda tên lidarxistin. Wezîr bi vê bersîvê dixwaze vê têkoşînê pûç bike. Lê emê ji berê bêtir tecrîdê teşîr bikin. Ji ber ku tecrîd rastiyek ku nayê înkarkirin e."
 
CPT Û DMME ERKA XWE PÊK NÎNE
 
Prz. Raziye Ozturk, bêdengiya CPT û DMME'ê ya li dijî tecrîdê jî rexne kir û wiha axivî: "Ev sazî xwedî erk û berpirsiyar in ku îşkence û binpêkirina mafan asteng bikin. Ji ber vê yekê em bi israr bang li van saziyan dikin ku erka xwe pêk bînin. Dosyayên me yên tecrîdê ji sala 2011'an heta niha li DMME'ê rawestiya ne. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de ji xeynî dosyayên me yên hatine rawastandin tune ne. Ji 2011'an heta niha serlêdana me ya DMME'ê nehatiye bersivandin. Tirkiye ji vê yekê hêzê digire û bêtir mafan binpê dike. Me dosyayên cezayê muebeta giran a Birêz Ocalan danîn pêş komîteya Wezîran. Lê heta niha rêbazek bi bandor pêş nexistin." 
 
‘CPT PIR SIST E'
 
Ozturk, bal kişand ser rola CPT’yê jî û wiha lê zêde kir: "CPT pir sist dimîne. Tu hêza bi bandor a CPT tune ye. Wekî ew jî tînin ziman tenê bi erêkirina dewletan raporan parve dikin." Ozturk, bal kişand ser rola Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û wiha bi dawî kir: "Ji 25'ê Adara 2021'an heta niha em tu agahiyê ji muwekilê xwe nastînin. Me têkildarî mijarê serî li Komîteya Mafên Mirovan da. Di encama van serlêdanan de 2 caran Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê ji bo biryarên tedbîrê têkevin meriyetê serî li Tirkiyeyê dabû. Lê Tirkiyeyê ev daxwazên NY'ê pêk neanîn. Pêvajoya me ya ji bo vê yekê berdewam dike. Hevdîtinên me yên bi Komîsyonên Jêr ên NY'ê re berdewam dike. Em hewl didin ku hemû saziyên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê têxin nava tevgerê. Ji ber ku daxwazên me pir rewa û mirovî ne. Têkoşîna me ya li dijî cezayê dîsîplînê û tecrîdê berdewam dike." 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

11/05/2024
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin