Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere

  • rojane
  • 09:04 13 Nîsan 2024
  • |
ÎZMÎR - Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku AKP bi hevdîtinên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî re li tiştekî xwe lê bigire digere û got ku lê zor e li hemberî tevgera azadiya kurd bi ser bikeve. 
 
AKP-MHP ku di hilbijartinên herêmî de derbeke mezin xwar, dîsa di polîtîkayên şer de li çareyeê digere. Tirkiye ku beriya hilbijartinê di qada Rojhilata Navîn û navneteweyî de hevdîtinên dîplomatîk pêk anî, dixwaze şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe kûrtir bike. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di çarçoveya vê planê de, wê di 22'yê Nîsanê de serdana Bexdayê bike. Di 9'ê Gulanê de jî dê li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.
 
Rojnamevan Fehîm Işik çûnhatina hevdîtinan a AKP'ê ya li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî nirxand. 
 
Işik anî ziman ku armanca sereke ya AKP'ê ya di van hevdîtinan de bêbandorkirina tevgera azadiyê ya kurd e û wiha got: "Tirkiye bi 'Plana Çokşikandinê' qirkirinê jî din nav de armanc kir ku ser pirsgirêka kurd bi temamî bigire. Li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kir, hejmara leşkeran zêde kir û ji PDK’ê jî piştgirîyeke zêde wergirt. Lê encama ku dixwest bi dest nexist."
 
'ZEHMET E KU TIRKIYE BIGIHÊ ARMANCA XWE'
 
Işik diyar kir ku Tirkiye ji bo careke din encamekê bi dest bixe hewldanên xwe didomîne û got ku ew dixwazin bi piştgiriya Iraqê leşkeran bişînin herêmên PKK'ê. Işik bal kişand ser hevdîtina ku wê bi DYE'yê re bê kirin û got: "Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Bexdayê û pêkhateyên siyasî yên din, zehmet e ku Tirkiye bigihêje armanca xwe. PDK, diyar kir ku wê rasterast daxilî nava şer nebe û ger lihevkirinek bi hikûmeta navendî re bê kirin, wê barê wan sivik bibe." 
 
'ERDOGAN LI TIŞTEKÎ KU XWE LÊ BIGIRE DIGERE'
 
Işik anî ziman ku zehmet e ku Erdogan encamekê ji serdana xwe ya Bexdayê bigire û got ku Bexda dê li benda encamên hevdîtinên bi Qesra Spî re bimîne. Işik da zanîn ku di hevdîtinên bi DYA'yê re ne tenê Başûrê Kurdistanê, Rojava jî wê were nîqaşkirin û got: "Amerîka wê bi rengekî xwestekên Tirkiyeyê asteng bike. Bêyî erêkirina DYA'yê Tirkiye nikare guleyekê jî  bera Rojavayê bide. Axirê DYA, poltîkayeke li gor berjewendiyên xwe dimeşîne. Erdogan Ji bo ku desthilatdariya xwe winda neke li tiştekî ku xwe lê bigire digere. Ev rewş, bi kêrî DYA'yê tê. Di rewşeke wiha de wê DYA hewl bide ku sûdê ji qelsiya Tirkiyeyê bigire. Amerîka, dibe ku li Başûrê Kurdistanê, pêvajoyeke şer bide meşandin. Ji aliyê din ve jî, wekî ku Serokê Amerîkayê ragihand, dikare di ser Rojavayê re li ser herêmên kurdan ber bi lihevkirineke bingehîn ve biçe. Helbet ev ne tiştên demkurt in. Li vir weziyeta tevgera kurd jî girîng e. Ger DYA erê bike jî, karê Tirkiyeyê yê li hemberî tevgera azadiyê ya kurd ne hêsan e."
 
Işik da zanîn ku Tirkiye stratejiyeke ku hêzên kurd li hemberî hev şer bikin dimeşîne û got: “Ev polîtîka rengevdana nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest e. Dema kurd dimirin, hesabdayînê hîs nake. Lê tevî ku mirina leşkerên xwe yên biheq yan jî profesyonel ji raya giştî veşêre jî, divê hesab bide. Çi cerdevan, çi hêzên PDK'ê, çi jî yên di warê siyasî de piştgiriyê didin, divê li vê bifikirin. Navê cerdevanan hat eşkerekirin. Em gelekê wna nas dikin, serekên eşîran in ku dewleta tirk di şer de ew dane pêş. Yên ku divê werin ser hişê xwe û bifikirin, ew kurd in ku piştgiriyê didin polîtîkayên Erdogan û bi wî re tevdigerin."
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/04/2024
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket