Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin

  • rojane
  • 21:14 11 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Êlihê serdana Nobeta Edaletê kir û wiha got: “Rêberê gelê kurd li ber xwe dide. Kurd ji bo mafên xwe berxwedaneke dîrokî didin. Berxwedanekî ku hêviyên me xurt dike heye. 

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratik” hatiye destpêkirin, berdewam dike. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 70’emîn de dom kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate hilayîstin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskî Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana dayikan. 
 
‘ZORDEST NIKARIN TÊKIŞÎNÊ BIRIZÎNIN’
 
Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya wekhevî û azadiyê. Bayindir, wiha domand: “Em bi pêşengtiya dayik û gelê xwe têkoşîneke pîroz dimeşînin. Me pêvajoyeke serkeftî ya hilbijartinê derbas kir. Tevî hemû kêmasiyên me jî gelê me bi destê me girt û serkeftin nîşanî me da. Tu zordest nikarin têkoşîna gelê kurd birizînin. Piştî encamên 31’ê Adarê xwestin bi rêya pergala qeyûman îradeya gelê kurd xesp bikin. Lê ji Stenbolê heta Kurdistanê gel rabû ser pêyan û xwedî li vîna xwe derket. Lewma dê ev têkoşîn bigihije hedefa xwe.” 
 
‘BERXWEDANEKE KU BAWERIYA ME XURT DIKE HEYE’
 
Bayindir, das zanîn ku tevahiya gelê kurd li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Ne tenê li derve, li zindanan jî ev berxwedan didome. Bi hezaran hevalên me li zindanan li ber xwe didin. Rêberê Gelê Kurd li ber xwe dide, dayikên me, jin, ciwan û tevahiya gelê kurd li ber xwe dide. Gelê kurd berxwedaneke dîrokî raber dike. Berxwedaneke ku hêvî û baweriya me xurt dike heye.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê di roja 95’emîn de, di avahiyê rêxistina DBP’a Mêrdînê de berdewam kir.  Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek kes hatin serdana çalakgeran. Di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Kesên hatine serdanê û çalakger cejna hev pîroz kirin. 
 
Hevşaredar Demîr bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha got: “Dilê mirov diêşîne ku dayikên me di roja cejnê de Nobeta Edaletê digirin. Lê belê ev rastiyeke me ya civakî ye. Ev sed sal in em ji bo nasnameya xwe, ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe di nava şerekî de ne. Ev jî parçeyeke vê têkoşînê ye. Dayikên me pêşengên têkoşîna me ne. Em minetdarên dayikên xwe ne.” 
 
Hevşaredar Turk jî îşaret li tecrîda girtîgehan tê domandin kir û ev tişt gotin: “Îro bi hezaran siyasetmedarên kurd ji ber fikren xwe anîne ziman, di girtîgehê de ne. Birêz Ocalan jî zêdetirî 3 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Hevalên me yên din ên girtî jî di bin zilm û bêhiqûqiya dewletê de tên tecrîdkirin. Gelê kurd ji bo mafên xwe têkoşîneke mezin nîşan da. Xwedî li paşeroja xwe derdikeve. Bareke mezin li ser mile gelê kurd e. Herî zêde dayik xwe didin bin vî barî.” 
 
Çalaki bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

17/04/2024
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket