MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin

  • rojane
  • 15:23 8 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha adarê de jî binpêkirina mafên jinên rojnameger berdewam kir û wiha got: "Darizandina 10 jinên rojnameger berdewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha adarê eşkere kir. Li gor raporê derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamegeran didomin. Li gor raporê darizandina 10 jinên rojnameger berdewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne. 
 
Dewamiya raporê wiha ye:
 
"Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), binpêkirina mafên kedkdarên çapemeniya azad a meha adarê parve dikin. Di vê pêvajoyê de rojnamegerên hîmên çapemeniya azad in dema xebatên xwe yên pîşeyê bi cih dianîn bi astengiyan, girtinan, êrişên fîzîkî û devkî re rû bi rû man. Me jî ev binpêkirin û gelek binpêkirinên din kirin binê qeydê. 
 
Kedkarên çapemeniya azad, dema ewlehiya mafê girtina nûçeyan a gel diparastin, bi mekanîzmayên sansur û zextên curbecur ên dixwestin gel ji van mafên wan bêpar bihêlin, rû bi rû man. Binpêkirina mafên di meha adarê de, bi taybet, bi awayê astengkirina faliyetên rojnamegeriyê, binçavkirina kedkarên çapameniya azad û darizandina wan xwe nîşan dide. Ev rewş, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya ravekirinê û azadiya çapemeniyê derdikeve pêş.
 
Di raporê de analîza hûrgulî ya binpêkirina mafan hatiye pêşkêşkirin. Her wiha em dîsa dixwazin bêjin mafên çapemeniya azad û pîşeya rojnamegeriyê ji bo gelan hêmaneke jêneger e. Êrişên li dijî azadiya çapemeniyê, ne tenê maf û azadiya rojnamegeran di heman demê de maf û azadiya civakê jî sînordar dike. 
 
Li gor raporê di meha adarê de 2 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger bi muameleya xerabi re rû bi rû man. Gef li rojnemgerekê hat xwarin û şopandina nûçeyan a rojnamegerekê hat astengkirin. Ev yek pîvana zextên zagonî û fîzîkî yên rojnameger dema karê xwe dikin û pê rû bi rû dimînin, radixe pêş çavan. 
 
Derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamegeran didomin. Li gor raporê darizandina 10 jinên rojnameger dewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne. 
 
Em her binpêkirina mafên kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû sazî û dezgehên têkildar, ji bo zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe, gavê biavêjin. Rojnamegerî ne sûc e, xizmeteke civakî ye û divê ev xizmet bê astengî dewam bike. 
 
Daneyên îstatîkî yên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a dara 2024'an wiha ne
 
1-) Binpêkirina ewlehî û mafê jiyanê yê jinên rojnameger 
 
Rojnamegerên bi êrişê rû bi mane: -
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 2
Rojnamegerên hatin girtin: -
Rojnamegerên bi muameleya xirab rû bi rû mane: 3
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 1
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin: 1
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan:  -
 
2-) Binpêkirinên azadiya ravekirinê û ramanê ya jinên rojnameger 
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 1
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin (ên berat kirin): 4
Rojnamegerên hatin cezakirin: 
Rojnamegerên darizandina wan didomin: 10
 
Hejmara jinên rojnameger ên girtî (Ji 1’ê Nîsana 2024’an heta niha ): 7
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî: 
 
1.Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê
2.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
3.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş 
4.Hatîce Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê 
5.Ozlem Seyhan – Rojnameger
6.Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê
7.Selamet Turan – Rojnameger "
 
 
 

Sernavên din

11/04/2024
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da
16:12 Xizmên girtiyan: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
16:09 Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel
16:08 Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
15:41 Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin
15:39 Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn
15:20 Egîtîm Sen: Xebata ku MÎT’ê li dibistanan daye destpêkirin li dijî mafê zarokan e
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin
14:51 Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir
13:23 DEM Partî dê li cejnê serdana çar partiyan bike
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN