Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin

  • rojane
  • 15:23 7 Nîsan 2024
  • |

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî Ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya tev li çalakiya rûniştinê ya partiya wê li Şirnexê daye destpêkirin bû wiha got: “Em ê pêşiyê li dizan bigirin. Divê diz demildest îstîfa bikin.”

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de AKP’ê li Şirnexê gelek bêusulî hatin kirin û îtîrazên li dijî veguhestina dengan a li Şirnexê didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîvan Kutlu û Haci Saltan bûn û di hilbijartinê de namzetê AKP’ê Mehmet Yarka bi 6 hezar û 541 hilbijêrên ji derve hatibûn veguhestin şaredarî xesp kir. Çalakiyên Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê ya ji bo nûkirina hilbijartinê didomin. 
 
Çalakiya rûniştinê ya li ber deriyê avahiya DEM Partiyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Uysal, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclisên şaredariyên navçeyên Silopiya, Cizîr û Hezexê yên DEM Partiyê û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn.
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Li Şirnexê wê dîroka hilbijartinên 31’ê Adarê wiha bên nivîsandin. Desthilata AKP’ê vîna gelê Şirnexê bi leşker û polîsên xwe xesp kir, ev hilbijartin hate dizîn, ne rewa ye. Belgeya hilbijartinên 31’ê Adarê ji aliyê Şirnexê ve dê wiha derbasî dîrokê be.”
 
DENGÊN VEGUHESTÎ  
 
Hatîmogûllari, da zanîn ku dema ew ji bo xebatan hatin Şirnexê zexta leşker û polîsan dîtine û wiha got: “Me mudaxileya wan a raste rast li hilbijartinê dît, her wiha em dizanin ku di raporên partiya me de tam li 32 navendên ku me şaredarî bi dest xistine leşker û polîs hatine veguhestin. Lê me weke ya Şirnexê nedît. Vê desthilatê hema bêje Şirnex kiriye qereqola ser vekirî. Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn. Binêrin ez dixwazim nîşeyeke di destê xwe de bi we re parve bikim. Li Dibistana Seretayî ya Sergeneral a Omer Keçecîgîl tenê leşkeran deng dane. 5 hezar û 940 hilbijêr. 5 hezar û 940 zilam. Malbatên wan ne li vir in, li tu avahiyan na rûnin. Lê van tenê li dibistanekê deng dane û ji wê dibistanê AKP derxistine. Kekê me yê Şirnexî yê got ku ‘biaxive tu ji ku derê yî’ wêneyê hilbijartinên ku pêkanînên antîdemokratîk pêk hatine xêz kir. Li Şirnexê leşker û polîsan hilbijartin dizîne.”
 
‘EV HILBIJARTIN NE REWA YE’  
 
Hatîmogûllari got ku “Şaredarê niha li Şirnexê mazbata xwe wergirtiye ne şaredar e” û wiha berdewam kir: “Ev hilbijartin ne rewa ye. Em ji vir bang li vî şaredarê ku difikire bi diziyê dê rêveberiyê wergire, bi diziyê gelê Şirnexê bi rê ve bibe, li ber çavan digire ku bi awayekî birûmet li kolanên Şirnexê bigere demildest îstîfa bike. Gelê Şirnexê te naxwaze. Tu weke şaredarê diz derbasî qeydan bûyî. Kesên qet li Şirnexê nemane, rêya Şirnexê nezanin, sibeya hilbijartinê bi otobusan veguhestin Şirnexê û vîna gelê Şirnexê xespkirin. Ne tenê Şirnex, Qileban û Elkê jî bi heman awayî ne. Em van hilbijartinan weke nerewa dibînin. Em van hilbijartinan weke hatine dizîn îlan dikin. Em şarêdarên Elkê, Qileban û Şirnexê weke diz îlan dikin.”
 
‘BILA YSK NEBE ALÎKARA AKP’Ê’ 
 
Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dan dengê me li her derê bidizin. Binêrin YSK’a ku li Bedlîsê îtîrazên me qebûl nekirin, niha dê têkildarî Şirnexê mijarê binirxîne. Em ji vir banga xwe dubara dikin. YSK dest ji alîkariya AKP’ê berde. Îro nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê hatiye guhertin. Nexşeyeke ku êdî AKP nikare li gorî serê xwe tevbigere derketiye holê.  Hûn neçarin li vê nexşeyê binêrin û 3-5 salên pêş bifikirin. Îro ji xwe YSK’ê baweriya xwe winda kiriye. Lê em ji vê saetê şunda bang li YSK’ê dikin ku peywîra xwe ya esil pêk bîne. Peywîra te ne parastina AKP’ê û dizên desthilatê ne. Peywîra te parastina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Parastina mafê bijartin û hilbijartinê ya welatiyan e. Peywîra te parastina mafê şirnexiyan, qilebaniyan, elkêyiyan, bedlîsiyan û herkesê parastine. Û em we vedixwînin ku hûn vê peywîrê bi cih bînin. Heke YSK vê peywîra xwe bi cih neîne, ew jî dê weke desthilatê biçe sergoyê dîrokê.
 
 
Desthilata AKP’ê û Erdogan derketin gotin ku em ê rêzê ji encamên sindoqan re bigirin. Lê bi cih neaîna îtîrazên me nîşan da ku ev axaftina xwe bi cih neanî. Me weke DEM Partiyê îtîraz kirin lê îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Lê AKP’ê û MHP’ê li ku îtîraz kiribe YSK’ê ew qebûlkirin. Em ji vir careke din bang li Erdogan dikin, li pişt axaftina xwe ya li şaneşînê bisekine. Divê tu pêdiviya van gotinên xwe û encamên hilbijartinan pêk bînî.”
 
‘EM Ê PÊŞIYÊ LI DIZAN BIGIRIN’  
 
Hatîmogûllari ya got ku “Ya gel ji gel re bihêlin” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn nikarin zêdetirî 10 hezaran leşker û polîsên we ji derve anîne vîna gelê Şirnexê xesp bikin. Em ê têkildarî vê yek bi yek sindoq bi sindoq raporê bigirin ku leşker û polîsan li ku deng dayîne û bi hêzên Ewropayê re parve bikin. Em ê bi hemû sefirtiyan re parve bikin. Dinya hemû dê bizane ku AKP’ê tevî vê hezîmetê jî diziyên xwe didomîne. Dê hemû Ewropa vê bizane. Hemû cîhan dê vê bizane. Têkoşîna me li vir naqede. Têkoşîna Şirnexê bi Şirnexê re bisînor namîne. Li vir gelê me yê hêja dê xwedî derketina vîna xwe bidomîne. Em jî dê li Enqereyê, li her çar aliyên Tirkiyeyê û Cîhanê mafên xwe bigerin û teşhîrkirina AKP’ê bidomînin. Ya gel dê weke ya gel bimîne. Hêza kesê têra vîna gel nake. Tu pir şaşî AKP. Te tayînkirinên qeyûman gelek ceriband. Binêrin zêdetirî cihên ku we qeyûm tayînkirin me bi destxistin. Ev tê wê wateyê ku vîna gel li vir heye. Em ê careke din nîşanî we bidin. Em ê bi hêztir nîşanî we bidin. Ez ji vir careke din dibêjim ku em ê li cem gelê Şirnexê bin, vê hevgirtinê biparêzin û vê têkoşînê bidomînin. Em ê pêşiyê li dizan bigirin. Divê diz demildest îstîfa bikin.”
 
SERDANA DIKANDARAN KIR
 
Hatîmogûllari, piştî çalakiya rûniştinê serdana dikandaran kir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez, Newroz Ûysal Aslan û gelek welatî tev li bûn.  
 
‘EM ŞAREDARÊ DIZ NAXWAZIN’  
 
Girseya ku serdana dikandarên li ser Cadeya Yenî Çarşi ya li Taxa Gazî Paşayê kir, her tim dirûşmeyên “Em şaredarê diz naxwazin” , “Diz Yarka” , “Şirnex ya me ye” berz kirin. Ciwanên ku “Sirûda Rojava” li gorî Şirnexê vegotin, wiha gotin: “Em ê bi berxwedanê serbikevin.”
 
Hatîmogûllari ya di serdana dikandaran de axivî, diyar kir ku AKP’ê bi dengên leşker û polîsan vîna gelê Şirnexê xesp kiriye û ew vê xespê qebûl nakin. Hatimoğulları da zanîn ku ew ê dizan ji raya giştî re aşkera bikin û diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin
 
 
 

Sernavên din

08/04/2024
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir