Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin

  • rojane
  • 13:10 2 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî got ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan lê vegerandiye û li pêşiya hilbijartina wî tu astengî nînin. 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî paşvegirtina mafên qedexe yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan a li ser “fermana” Wezareta Dadê, li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê didin. Dogan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li dijî bersiva zelal a li dijî rejîma qeyûm, ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku em di şexsê Abdullah Zeydan de careke din rastî xespkirina îradeyê hatin.” 
 
Dogan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de tu berpirsyartiyeke DEM Partiyê tune ye. Me dizanî dê bikevin nava hewldanên bi vî rengî lewma me tu valahî nehiştin. Di dema diyarkirina namzetan de, li gel pêşhilbijartinê, em bi hûr û kûr li ser mijarê sekinin. Zeydan hemû prosedûrên hiqûqî temam kir û serî li YSK’ê da. Serlêdana wî jî hate qebûlkirin. Hemû lêkolîn hatin kirin, li gorî prosedûra hiqûqê hate dîtin û ji bo hilbijartinan çendek saet mabûn ku bi rêya Wezareta Dadê xwestin îradeya gelê me xesp bikin. Gelê me jî bersiva pêwîst dide û dê bide. 
 
We digot dê pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlekariyê ji holê rakin lê ev fikra we têk çû. Lê hûn hêj jî di rêya xelet de ne. Mîna îktîdarên din ên pirsgirêka kurd çareser nekirin, ev îktîdar jî mehkûmî têkçûnê ye. Em ê destûrê nedin ku îradeya vî gelî were tunekirin. Gelê kurd ji bo parastina dengên xwe bi roja ye li ser pêya ye. Hûn mecbûr in rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Ev ne lûtfeke. Em li vir eşkere dikin ku dê destûrê nedin heqê me were xwarin, mafê me yê ku bi bedelên giran hatine bidestxistin were xespkirin. Banga me li tevahiya raya giştî ya demokratîk ew e ku li berpirsyartiya xwe rabin û piştgiriyê bidin. Em dizanin ku dê ev tenê bi DEM Partiyê re bisînor nemîne. Heke em li dijî bêhiqûqtiyên li herêmeke welat tên kirin dernekevin û piştevaniyê nekin, êdî baweriya demokrasî û hiqûqê bi tu kesî nabe. "
 
'JI BO HILBIJARTINA ZEYDAN TU ASTENGÎ TUNE NE’ 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Berpirsyar Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku tevahiya mafên Zeydan ên hatine qedexekirin di 4’ê nîsana 2023’yan de lê hatine vegerandin û ji bo bijartin û hilbijartina wî tu astengî nînin. Turkdogan, wiha domand: “Di meha nîsana 2023’yan de ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serlêdan hate kirin. Dadgehê jî di biryara xwe ya bihincet de got ku cezayê Zeydan hatiye înfazkirin û biryara xwe da. Biryar da ku tevahiya mafên Zeydan ên siyasî dîsa lê bên vegerandin.” 
 
MUDAXILEYA SIYASÎ YE
 
Turkdogan, got ku wan hêj mafê xwe yê îtîrazê yê di nava 15 rojan de bi kar ne aniye û wiha domand: “Ji ber ku em vê duşemê ji rewşê haydar bûn. Hêj me mafê xwe bi kar ne anî dadgeh nikare vê biryarê ji Wezareta Dadê re ragihîne. Hevalê me Abdullah Zeydan mafên qedexekirî bi dest xistiye û divê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê mazbataya wî bidetê. Em ê mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînin û heke bê redkirin, dikare li gorî rewşa hiqûqî ya 15 roj piştre biryar were dayîn. Ev tevek nîşan didin ku mudaxileyeke siyasî heye. Divê dadgeh nebin amûra vê mudaxileya siyasî. Bi taybet jî divê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê rê nede tu mudaxileyan. Nexwe dê encamên vê giran bin.”
 
ZEYDAN DÊ BIÇE LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJAR 
 
Dogan dîsa mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez vê jî diyar bikim ku dê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji bo wergirtina mazbataya xwe biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar. Dê rêxistina me ya bajar jî biçe. Em her kesî vedixwînin wê derê.”
 
 

Sernavên din

19/05/2024
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan
08:47 Tuncel: Divê em têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin