Li Rihayê bayê DEM Partiyê

  • rojane
  • 02:23 1 Nîsan 2024
  • |
RIHA - DEM Partiyê li Rihayê li 7 navçeyan şaredarî bi dest xistin. Bêrecûk cara ewil hate bidestxistin û Curnê Reş piştî 1979’an careke din hate wergirtin. 
 
Li gorî encamên hilbijartinê yên ne teqez Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) li Rihayê 7 navçe bi dest xistin û serkeftina herî mezin a tevgera siyasî ya kurd a beriha niha kevneşopiya wê dimeşîne bi dest xist. Di nava şaredariyên hatine bi dest xistin de Curnê Reş (Hîlwan) a ji sala 1979’an vir ve siyaseta kurd bi dest nexistibû û Bêrecûk a beriya niha qet nehatiye bi dest xistin jî hene. 
 
CURNÊ REŞ 
 
Curnê Reş navçeyeke ku tevgera siyasî ya kurd a DEM Partî kevneşopiya wê didomîne, ji sala 1979’an ve nekariye qezenc bike ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl zêdetirî dengan bi dest xist. Di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de AKP’ê ji sedî 49.39, HDP’ê jî ji sedî 33.19 wergirtibûn. Curnê Reş ji ber şaredariya ewil a tevgera siyasî ya kurd e girîngiya wê cuda ye. Di hilbijartinên 6’ê Gulana 1979’an de li Curnê Reş hatin kirin de namzetê tevgera siyasî ya kurd Nadîr Temel di hilbijartinan de dengekî zêde girtibû û şaredarî bi dest xistibû. Saadet Yavûz, Emîne Haciyûsûfoglû û Dûrre Kaya ên ji endamtiya Meclisa Şaredariyê re hatin hilbijartin bi Nadîr Temel re şaredarî kiribûn. Serê sala 1980’yan Temel û hemû endamên meclise ji peywîrê hatin girtin û qeymeqamê navçeyê Taykan Ataman weke qeyûm hatibû tayînkirin. Serkeftina piştî 45 salan gel daxist kolanan. 
 
BÊRECÛK
 
Yek ji şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine jî Bêrecûk e. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Mana ên zêdetirî dengan wergirtin û hilbijartin bi dest xistin bûn hevşaredarên nû. Di hilbijartinên sala 2019’an de AKP’ê ji sedî 44.40 HDP’ê jî ji sedî 38.30 deng wergirtibû. Navçeya ku ji salên 1990’an ve ji aliyê malbata Mîrkelam û xizmên wan vê tê bi rê ve birin di dîroka navçeyê de cara ewil dê ji aliyê DEM Partiyê ve were bi rê ve birin. Kelecana hilbijartinê ya di saetên serê sibê de li navçeyê belav bû her ku çû zêdetir bû. Li navçeyê li dijî nelirêtiyan zêdetirî 200’an peywîrdarên sindoqan ên DEM Partiyê sindoq parastin. Welatiyên bi saetan li buroya hilbijartinê sekinîn, çawa ku encam wergirtin daketin kolanan. Welatiyên ji gundên cuda bi konvoyan hatin navçeyê her tim dirûşma “jin jiyan azadî” berz kirin. Li navçeyê pîrozbahî didomin. 
 
XELFETΠ
 
Navçeyeke din a DEM Partiyê bi dest xist jî bû Xelfetiya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bû. Li navçeya ku tevahiya rojê nelirêtî lê çêbûn, girseya li ber avahiya edliyeyê hate bahev dirûşmeyên “DEM dê were dewran dê bizivire qeyûm dê hesab bidin gel” , “Xelfetî ya gel e dê bibe ya gel” berz kir. Li bajarê ku bendemayîn didome bi hatina ciwanên Pirsûs û Hewagê qelebalix her ku çû zêde bû. Mehmet Karayilan û Saniye Bayram ên zêdetirî dengan wergirtin bûn hevşaredar. Xelfetî navçeyeke ku beriya niha siyaseta kurd bi dest xistibû û piştî sala 2016’an qeyûm tayînî wê hatibû kirin û ji ber dengên veguhestî yên sala 2019’an hatibû windakirin bû. Li navçeyê pîrozbahî didomin. Di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de hatibûn kirin AKP’ê ji sedî 54.92, HDP’ê jî ji sedî 37.56 wergirti bû. 
 
WÊRANŞAR
 
Bi diyarbûna encamên hilbijartinên heremî re gelê Wêranşarê derket kolanan û dest bi pîrozbahiyan kir. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan ên zêdetirî dengan wergirtin weke hevşaredar hatin hilbijartin. Di navçeya beriya niha gelek serdeman ji aliyê tevgera siyasî ya kurd ve hatiye bi rê ve birin de di hilbijartinên di sala 2019’an de hatin kirin de AKP’ê ji sedî 47.39, HDP’ê ji sedî 46.43 deng wergirtibûn. Bi hezaran kesên bi serkeftina hilbijartinê derketin kolanan li bajêr pîrozbahiyê dikin. Gelê ku bi coşeke mezin serkeftin pîroz kirin her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
PIRSÛS
 
Partiyên tevgera siyasî ya kurd di salên 2016’an û 2019’an de Şaredariya Pirsûsê bi dest xist û her du caran jî qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. DEM Partî bi serkeftineke mezin şaredariyê bi dest xist. Ayten Kaya û Muslum Baran bûn hevşaredarên nû. Di hilbijartina 2019’an de HDP ji sedî 59.36, AKP ji sedî 34.69 deng stendibûn. Di navçeyê de pîrozbahî didomin. 
 
HEWAG 
 
DEM Partî şaredariya Hewagê berê bi dest xistibû û di hilbijartina 2019’an de şaredarî ket destê AKP’ê de. Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikaya di vê hilbijartinê de piraniya dengan girtin û bûn hevşaredarên nû. Di sala 2019’an de AKP ji sedî 51, HDP ji sedî 39.18 deng stendibûn. DEM Partiyiyên daketine kolanan pîrozbahiyan didomînin. 
 
SERÊKANIYÊ
 
Yek ji şaredariyên DEM Partî bi dest xistiye Serêkaniyê ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Ugur Kahraman û Rahşan Yazar bi piraniya dengan girtin û bûn hevşaredarên nû. Tevgera siyasî ya kurd di sala 2009’an de şaredariyê bi dest xistibû û di salên 2014’an û 2019’an de winda kiribû. Di hilbijartinên sala 2019’an de AKP ji sedî 55, Partiya Saadetê ji sedî 38.51 deng girtibûn.  
 
ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN
 
Li gorî agahiyên nehatine piştrastkirin endamê YRP’yê Mehmet Kasim Gurpinar bi ser ket. Di hilbijartinên sala 2019’an de AKP ji sedî 60.81, Partiya Saadetê ji sedî 36.35 deng girtibûn. 
 
 

Sernavên din

01/04/2024
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû