Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku wan li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine û wiha bang li muxalefetê kir: “Divê muxalefet ji vê xespkirina îradeyê re bibêje ‘na.’ Ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di hilbijartinê de li navenda giştî daxuyanî da. Dogan, bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û weke derbeya li dijî sindoqê pênase kir. Dogan, got ku ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye û ev tişt anî ziman: “Divê ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê be. Ji ber ku li dijî mafê dengdayînê yê gel, li dijî îradeya gel derbe hate kirin.” 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Dogan, got ku li bajarên kurdan pêvajoya şandina qeyûman dest pê kiriye. Dogan, bang li partiyên muxalefetê kir û wiha pê de çû: “Weke DEM Partiyê em bang li hemû partiyên muxalefetê dikin; li dijî vê sepana dij-demokratîk, li dijî vê hewldana xespkirina îradeyê divê hûn dengê xwe derxînin û bibêjin ‘na.’ Îro li 31 herêman hilbijêr hatine veguhestin. 
 
HEJMARA HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ: LI 31 NAVENDAN 46 HEZAR Û 901 KES 
 
Di qonaxa ewil de me li 31 navendan hilbijêrên veguhestî tespît kirin. Li navenda Agiriyê 4 hezar û 168, li Avkevirê ya Agiriyê 204, li Heskîf a Êlihê 280, li Kercews a Êlihê 274, li Azarpêrt a Çewligê 99, li navenda Bedlîsê 51, li Tetwan a Bedlîsê 726, li Akpazar a Mazgêrda Dêrsimê 127, li Gêl a Amedê hezar û 129, li Hezro ya Amedê 797, li Pasûr a Amedê hezar û 929, li Dep a Xarpêtê 519, li Qereçoban a Erziromê 312, li Çelê ya Colemêrgê 3 hezar û 235, li Rûbaroka Colemêrgê hezar û 979, li Bajêrgeh a Gevera Colemêrgê 953, li Şemzînan a Colemêrgê hezar û 886, li navenda Îdirê 4 hezar û 382, li navenda Qersê 3 hezar û 842, li Kerboran a Mêrdînê 570, li Stewr a Mêrdînê 978, li Akdenîz a Mêrsînê 460, li Milazgir a Mûşê 609, li Dihê ya Sêrtê hezar û 71, li Misircê ya Sêrtê 688, li Berwarî ya Sêrtê 33, li navenda Sêrtê 6 hezar û 328, li Elkê ya Şirnexê 828, li Basa ya Şirnexê 494, li navenda Şirnexê 6 hezar û 541, li Qileban a Şirnexê hezar û 409 hilbijêr hatine veguhestin. Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî hatine tespîtkirin.
 
ÇIMA TENÊ DENGÊ DEM PARTIYÊ DERDIKEVE? 
 
Gelo ji bilî bajarên kurdên kîjan dever rastî cihêkariyeke wiha tê? Heke li dijî vê têkoşîneke hevpar neyê dayîn wê demê dê kengî were dayîn? Çima li dijî vê tenê dengê DEM Partiyê derdikeve? Ev hejmar tenê ew hejmar e ya ku hatiye tespîtkirin. Em ê vê rewşê bişopînin. Em ê rê nedin van bêhiqûqtiyan. Çi bikin jî em ê bi ser kevin. Lewma divê her kes xwedî li dengên xwe derkeve. Li her deverê em kêlî bi kêlî dişopînin.”
 
 

Sernavên din

31/03/2024
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan