‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'

img
AMED - Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî coş û peyamên Newrozê axivîn û wiha gotin: "Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû."  
 
Newroza Amedê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin û bi milyonan kes tev li bûn. Di pîrozbahiyê de herî zêde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derket pêş. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar sakik Tekîn û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a BAjar Mehmet Şîrîn Gurbuz ku di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê de cih digirtin têkildarî Newrozê axivîn û gotin: "Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê  Adarê bû. 
 
SERHILDANA KAWAYÊ HESINKAR 
 
Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku gelê kurd bêyî guh bidin baran û heriyê herikîn “mizgîniya biharê” Newrozê. Gurbuz, diyar kir ku Newroz "serhildana Kawayê Hesinkar e" û bi sala ye tê pîrozkirin û gelê kurd îsal jî pir baş lê xwedî derketiye. Gurbuez, wiha domand: "Di vê Newrozê de tişta girîng a ji bo me, tevlibûna xurt a ciwanan bû. Ev jî pêşketineke ku pêşeroja me ronî bike. Pêşketina xitimandina pirsgirêka kurd ew ê vebike.”
 
 
‘QADA NEWROZÊ TECRÎD QEBÛL NEKIR'
 
Gurbuz, ji bo peyamên di Newrozê de hatine dayîn jî wiha got: "Bi taybetî di qada Newrozê de peyamên şermezarkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatin dayîn. Qada Newrozê got ku ew tecrîdê qebûl nake. Xwestin ku tecrîda li ser gelê kurd tavilê were rakirin. Siyasetmedaran daxwaza rêya diyalog û çareseriyê kirin. Gelê kurd di qada Newrozê de li hemberî şer azadî, li hemberî êrişan aştî û li hemberî zilmê jî wekhevî qêriya. Glê kurd bi salane li hemberî êrişên îktîdarê, xwedî sekna azadiyê ye. Li qada Newrozê me dît, dayik û ciwanên me yên ku li ber xwe didin bûn lehî û herikîn qadê. Ji niha û pêde em dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin, gelê kurd ji muzakereyan re amade ye. Nêrînên berjewendî yên kesayetî û xapandina gel em qebûl nakin. Em bawer in ku pirsgirêk ew ê li ser maseya çareseriyê bê çareserkirin.”
 
‘RÊYA TÊKÇÛNÊ LI AMEDÊ DERBAS DIBE’
 
Gurbuz, anî ziman ku yek ji peyamên girîng jî têkildarî qeyûman bû û wiha pê de çû: "Di qada Newrozê de gelê kurd û dostên gel dan xuyakirin ku pergala qeyûm qebûl nakin. Em dixwazin li Amedê û tevahî Kurdistanê polîtîkayên qeyûm yên qirêj ku îradeya gel tune dihesibîne bi dawî bibe. Em bi pergala hevserokatiyê wekhevî û azadiyê esas digirin, em pergala dagirkeriyê û baviksalariyê ya di meriyetê red dikin. Em ji siyasetmedarên xwedî polîtîkayên qirêjî yên tên Amedê re dibêjin; 'rêya têkçûna we li Amedê re derbas dibe.' Amed dê di roja hilbijartinê de bersiva pêwîst bide tifaqa qirêjî ya AKP’ê û MHP’ê. ” 
 
DI QADA NEWROZÊ DE BANG KIRIN
 
 
Pinar Sakik Tekîn jî diyar kir ku tevlibûna Newrozê wekî wan hêvî dikir bû û ev tişt anî ziman: "Newroz bi destêka biharê re bangek e. Bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ ruhekî Newrozê ye. Gelê kurd bi gelên din re hate gel hev û hewl da bibe dengê aştî, demokrasî û azadiyê. Ji bo jiyaneke azad ava bikin tev bi hev re hatin cem hev. Bi ferqa pirsgirêkên bandora tecrîdê ku li ser pêşeroja ciwanan daye avakirin û polîtîkayên şerên taybet tê meşandin li wir bûn. Li hemberî van polîtîkayan li qadan serhildanek hebû.”
 
‘DEMA KAWABÛNÊ YE’
 
Tekîn, destnîşan kir ku ruhê Newroza 2013’an ku peyama Abdullah Ocalan hatibû xwendin li qadê hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê re du peyam derketin holê; yek jê şikandina tecrîdê bû ya din jî avakirina yekitiya neteweyî bû. Li hemberî vê pergalê me peyama li gel pirzimanî û bawerî dikarin bijîn dan. Îro bi hev re li hemberî Dehaqên roja me serî rakirin e û dema bi hev re serî rakirin a ‘Kawabûnê’ ye. Bi sedsalan gelê kurd serî netewandine li hember vê zilm û zordariyê û careke din va li vir e. Ji bo nasanameya xwe,  zimanê xwe û heqîqeta xwe em li vir in, ji bo bêjin ‘Em ê li vir berdewam bikin’ di Newrozê de em hatin cem hev.” 
 
‘31’Ê ADARÊ EW Ê BIBE SERKEFTINA ME’
 
Tekîn, berî gotina xwe bi dawî bike diyar kir ku peyama di 31’ê Adarê de bi biryardayî raya xwe bikar bîne hatiye dayîn û wiha got:  “Qada Newrozê weneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû."

Sernavên din

27/03/2024
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin