‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’

img
SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş li Sêrtê bi rojnamegeran re civiya. Beştaş, diyar kir ku dê g 6 hezar û 643 hilbijêrên “qaçax” li Sêrtê dengê xwe bidin û wiha bang li xelkê Sêrtê kir: “Li dijî dengên heram, divê dengên helal biçin ser sindoqê.”
 
Parlamentera Erziromê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û namzetên hevşaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî li Sêrtê bi rojnamegerên bajar re civiyan. Rojnameger, rêveberên Rêxistina DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar jî beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de rojnamegeran pirsên xwe kirin û namzetan jî bersiv dan. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bixêrhatina rojnamegeran kir. Tekîn got ku ji bo hilbijartinê demekî kin maye û di nava bêedaletî û newekheviyê de diçin hilbijartinê.
 
‘DIVÊ JI BO HILBIJARTINÊ DEM PARTÎ BÊ’
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş jî diyar kir ku projeyan wan xîtabî hemû xelkê Sêrtê dike û heke hatin hilbijartin dê bi bicihanîna van projeyan Sêrtê pêş bixin. Alagaş, da zanîn ku ew polîtîkayeke pirzimanî, pirbawerî û pirçandî esas digirin û wiha got: “Em ê polîtîkaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê diparêze bimeşînin. Ev nezî 10 sal in qeyûm bajar birêve dibe û ferqa di serdema me û ya qeyûm de dibîne. Em temsîliyeta wekhev esas digirin. Di mijara jinan de em ê polîtîkayên micid pêş bixin û ji bo parastina jinê ya ji hêla derûnî, fikrî û aborî ve çi ji destê me tê em ê bikin. Ji bo guherînê divê DEM bê.” 
 
Namzetê hevşaredariyê Mehmet Kaysi jî diyar kir ku walî û qeymeqam ji bo AKP’ê dixebitin û ev tişt anî ziman: “Tu wijdan, exlaq û hiqûq vê qebûl nakin. Ew çi bikin bila bikin em ê bi ser bikevin. Divê her kes vê yekê baş bizane.”
 
‘AFÎŞ DI BIN ÇAVDÊRIYA RÊVEBERIYÊ DE HATINE ÇIRANDIN’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser çirandina afîşên wan ên li ser bîllboardan û got ku ev di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê û rêveberên bajar de hatiye kirin. Bi domdarî Beştaş got ku qeyûm ji bo hilbijartinê seferber bûye û wiha got: “Ew jî dizane bêhiqûqtiyê dike. Bila şert û merc û derfetên me wekhev bin, wê demê dê bê dîtin ka gel piştgiriyê dide kê. Lê ev ne camêr in, tirsonek in. Her wiha hewl didin bi hilbijêrên qaçax di hilbijartinan de bi ser kevin. Niha 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax hene. Agahiyên wan li ber derstê me ne. Tevek jî tîmên taybet û leşker in. Me sedema anîna wan pirsî. Ji me re gotin ‘ji bo ewlehiya hilbijartinê ye.’”
 
‘DÊ LI 3 DIBISTANAN DENGÊ XWE BIDIN’
 
Beştaş, got ku îktîdar hewl dide bi veguhestina dengan encama hilbijartinê biguherîne û wiha pê de çû: “Ev hilbijêrên qaçax dê li Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk, Dibistana Navîn a Selahattîn Eyûbî û Dibistana Navîn a Îbrahîm Hakki ya Îmam Hatîp dengê xwe bidin. Hejmara hilbijêran û yên sindoqên wan jî di destê de me de ne. Weke tê dîtin organîzasyonek mezin e. Diziya li dijî îradeyê sûcekî mezin e. Temamiya van hilbijêran li Şaxa Midûriyeta Tîma Taybet a Sêrtê û saziyên mîna wê hatine qeydkirin. Ji bo bibin dengê xwe li vir bidin divê îkametgeha wan li vir be. Gelo ya wan li ku ye? Mixabin di binpêkirina qanûnan de sînoran nas nakin.”
 
BANG LI HILBIJÊRÊN LI DERVE KIR
 
Di berdewamê de Beştaş da zanîn ku ji bo serkeftinê bi şev û roj dixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî van dengên heram, em dengên helal dixwazin. Lewma divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em bang li hilbijêrên li der ve jî dikin ku bên Sêrtê û dengê xwe bidin. Werin em bersivê bidin van kesên ku her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Em ê rê nedin polîtîkayên qeyûm. Moralê me pir bilind e, em bi hêz in.”
 

Sernavên din

12/09/2024
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
15:39 Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
15:23 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
14:19 Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
14:12 Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye
13:37 Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin
13:36 Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
12:45 Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê