Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe

RIHA - Mehmet Ocalan ku herî dawî 3 sal berê bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi telefonê hevdîtin kir, diyar kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze kurdan tune bike û got: "Pirsgirêka kurd bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe û muxatabê çareseriya pirsgirêkê jî Abdullah Ocalan e."

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîde de tê girtin, 3 sal in agahî nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmraliyê bertekên gel jî her ku diçe mezin dibin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê dan destpêkirin û greva birçîbûnê berdewam dike.  Her wiha malbatên girtiyan jî li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê nobeda edaletê dan destpêkirin û dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 
 
Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de Mehmet Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, lê ev hevdîtin tenê 3-4 deqeyan dom kiribû û piştî wê rojê tu agahî ji Abdullah Ocalan nehatibû girtin. 
 
Mehmet Ocalan ku di 3'yemîn salvegera hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, bi lêv kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.
 
ABDULLAH OCALAN: DEWLET ÎSTÎSMAR DIKE
 
Mehmet Ocalan der barê hevdîtina dawî ya bi birayê xwe Abdullah Ocalan de anî ziman ku hevdîtina wan tenê çend deqeyan berdewam kiriye û wiha got: “Ji min re gotin ku hûn ê di 25’ê Adarê de biçin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û bi birayê xwe re bi telefonê biaxivin. Roja din ez bi parêzerên xwe re çûm Rihayê û serok re avivîm. Serokatî di hevdîtinê de pirs kir got tu li ku ye û kê gazî we kiriye? Min jê re got ku ez li Serdozgeriya Komarê me û ji aliyê rêveberiya Îmraliyê ve gazî min kirin ji bo hevdîtina bi telefon. Li ser vê yekê Serok jî got, 'Ev şêwazê hevdîtinê ne rast e. Ev ne tiştekî be qebûlkirin e. Dewlet vê yekê îstîsmar dike. Dewlet îstîsmar bike jî divê hûn îstîsmar nekin. Heke bi min re hevdîtin çêbibe mafê min ê qanûnî heye. Divê parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Piştî çend deqîqeyan axaftin qût bû. Me nekarî zêde biaxivê." 
 
'DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BERTEK ZÊDEBIN'
 
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku piştî wê rojê tu agahî ji birayê xwe Abdullah Ocalan negirtiye û wiha bertek nîşanî tecrîde da: "Tu eleqeya vê tecrîdê bi hiqûq, mirovahî û exlaqê re nîn e. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Piştî wê rojê dîsa ji serok û 3 hevalên li wir tu xeber nehat. Tu agahiya me tune ye ka girtiyên li Îmraliyê sax in an ne sax in. Serok ne kesekî ji rezeyê. Gelê kurd weke Rêberê xwe nîşan da ye û divê dewlet jî rêze ji qanûnên xwe re bigrê û mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bîne. Divê bi Serokatî re muzakere bê kirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li dijî vê tecrîde divê gelê Kurd, demokrat û rewşenbîr jî bertekên xwe nîşan bidin."
 
'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'
 
Ocalan bal kişand ser grevên birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dane destpêkirin û ev tişt gotin: “Girtî her tim li dijî tecrîdê neçar dimînin ku serî li girevên birçîbûnê bidin. Li dijî tecrîde girtî bi îradeyeke mezin girevên birçîbûnê didomînin. Her wiha malbatên wan jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tecrîd bê rakirin dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin e. Divê em bibin dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bi cih ben çi ji destê me tê bikin."
 
'GELÊ KURD BI KUŞTINÊ NAQEDE'
 
Ocalan anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên şer dixwaze gelê kurd tune bike û wiha pê dê çû: "Pirsgirêka kurd ne bi polîtîkayên şer, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Dewlet projeyên tunekirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Lê gelê kurd bi kuştinê naqede. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi kuştin û qetlîaman çareser nabe. Pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêyên demokratîk çareser dibin. Carinan derdikevin û dibêjin me ewqas mirov kuştin.  Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, Kurd, Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn wê bigihêjin aramiyê. Îro krîzeke aborî ya giran heye. Sedema bingehîn a vê krîza aborî polîtîkayên şer in. Siyaset bi xwînê nayê kirin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Serok e. Ji bo vê jî pêwîste dewlet bi muxatabê xwe re rûne û bi awayekî lezgîn vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike. Lewma ev pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe."
 
Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza wan ew ê ku mafê hevdîtina rû bi rû bi birayê xwe Abdullah Ocalan re pêk were û wiha got: "Her wiha divê girtiyên din ên siyasî yên li Girava Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li girava Îmraliyê ev 3 sal in tu xeber tune. Em nizanin gelo ew kes hene an na. Ev mafê me yê mirovî û qanûnî ye. Divê dewlet jî qanûnan pêk bîne û deriyê Îmraliyê veke."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

12/09/2024
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
15:39 Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
15:23 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
14:19 Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
14:12 Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye
13:37 Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin
13:36 Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
12:45 Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê