Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê de faîlên Hasan Ocak pirsîn ku di 21’ê adara 1995’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefteyê ji bo aqûbet û faîlên kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine qetilkirin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin, di hefteya 991’an de jî hatin gel hev. Dayikên Şemiyê di dest de qurnefîl û dovîzên ku wêneyên kesên windakirî li ser bûn, tev li çalakiyê bûn. Rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de aqûbeta Hasan Ocaka hate pirsîn ku di 21’ê adara 1995’an de hate binçavkirin û windakirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyanî xwend û wiha got: “Di vê serdema ku çanda necezakirinê giran bûyî de em bi daxwaza edaletê li qadê ne. Hewl didin dozên windakiriyan bi necezakirinê bigirin. Lê divê bê zanîn ku em ê destûr nedin vê û dev ji gotin û vegotina heqîqetê bernedin.” 
  
'DI ROJA NEWROZÊ DE HATE WINDAKIRIN’
 
Keskîn da zanîn ku Hasan Ocak mamoste bû û li benda tayîna xwe bû. Keskîn, da zanîn ku Ocaka di vê pêvajoyê de qehwexaneyek birêve dibir û demekî kin beriya windakirina xwe bi dayika xwe re axiviye û jê re gotiye; “Tiştekî amade neke ez ê masiyan bînim.” Keskîn, destnîşan kir ku malbata Ocak ji emniyetê re gotiye ku kurê wan hatiye binçavkirin lê emniyetê ev yek înkar kiriye. Keskîn, wiha domand: “Malbatê serî li dozgeriyê, Emniyeta Stenbolê, Walîtiya Stenbolê, TBMM, serokwezîrtî, wezaret, nexweşxane û ATK’ê da. Ji ber zexta raya giştî, Wezîrê Karên Hundir ê demê Nahît Menteşe, Waliyê demê yê Stenbolê Hayrî Kozakçioglû, Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar û Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Necdet Menzîr gotin; ‘Hasan Ocak di bin çavan de nîne û lêgerîneke derheqê wî de tune ye.’ Lê du kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî gotin ku wan Hasan li şaxê dîtine û navê wî di lîsteya şopa tiliyê de dîtine. Her wiha şahidekî ji ber Newrozê hatibû binçavkirin jî got ku polîsan di navbera xwe de gotine ‘Hasan Ocak hat anîn.’” 
 
'LI GORISTANA BÊKESAN HATE DÎTIN’
 
Bi domdarî Keskîn da zanîn ku piştî lêgerîna 58 rojan, cenazeyê Ocak li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hatiye dîtin û şopên îşkenceyê li ser bedena wî hebûn. Keskîn, wiha pê de çû: “Her tişt pir eşkere ye. Wezîrê Dewletê yê ji Mafên Mirovan Berpirsyar Algan Hacaloglû di çarçoveya lêkolînan de axivî û got; ‘Ji bo Ocak bidin axaftin îşkence lê hatiye kirin û piştî derbkirinê hatiye kuştin û avêtine Beykozê.’ Û ji malbata Ocak lêborîn xwest.” 
 
‘EM Ê DEV JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDIN’ 
 
Keskîn, da zanîn ku tevî vê rewşê jî serlêdanên malbata Ocak bêencam hatine hiştin. Keskîn, wiha domand: “DMME’yê di sala 2004’an de bi sedema ku lêkolîn baş nehatiye kirin derheqê Tirkiyeyê de biryara binpêkirinê da. Lê li hundir dosya nehat asta teqîbatê jî. Em careke din bang li dozgeriyê û Wezareta Dadê dikin ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk bînin. Çend sal jî derbas bibin em ê dev ji lêgerîn û têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bernedin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê. 
 
 

Sernavên din

25/03/2024
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike