Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê

ŞIRNEX-Şêniyên Şirnexê bertek nîşanî danezana dawî ya di navbera Tirkiye-Iraqê û hevkariya Tirkiye-PDK'ê dan û gotin: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye?" 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê ku di 17'ê nîsana 2022'yan de hatibûn destpêkirin hê didomin. Tirkiyeya ku dixwaze van herêman dagir bike heta niha serî li her rêbazê êrişan daye. Lê belê heta niha pêşketineke berbiçav bi dest nexistiye. Tirkiye niha jî dixwaze hin welatên din tevli şerê li dijî herêmê bike û wekî "şereke rewa" bide meşandin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Mistaşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtina bi rayedarên Iraqê re çûn Bexdayê. Piştî hevdîtinan danezaneke hevpar hat weşandin û ragihandin ku ew ê ji bo ewlehiya Iraqê hin tedbîran bistînin. 
 
Şirnexiyan bertek nîşanî hevkariya PDK û Iraqê ya bi Tirkiyeyê re dan. 
 
'ÇI KARÊ TIRKIYEYÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE?'
 
Ji welatiyan Elif Ustekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê da û wiha axivî: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye? Ew der cihê me kurda ye. Bila ji wir derkeve çi karê wê li wir nîn e. Bila belaya xwe ji gelê kurd veke. Bila êdî bes Kurdistanê bindest bike, bila êdî azad bibe. Banga min ji gelê kurd hemûyê heye bila xwe bêdeng neke. Barzanî jî bûye hevalê dewleta tirk. Bila kurd hew xiyanetê xwe bikin. Bila ji xwe şerim bikin, bila destê xwe bidin hev dema serkeftinê hatiye. Demê azadiya Kurdistanê hatiye. Bila Barzanî ji şehîdên xwe şerim bikin. Bila êdî li dijî kurdan rast be. Karê me bi xayinan re nine û em ê nebin hevalê xayinan.Kengî dewleta tirk bûye hevalê me ku em dibin şirîkê wan? Bila vê hovitiyê bidin sekinandin û bibin tifaq." 
 
'JI BO KU BIKARIBE PERE BIXWE BI GELÊ XWE RE NABE TIFAQ'
 
Ji welatiyan Beşdar Kulter jî anî ziman ku Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî hevkariyê bi dewleta tirk re dike û got: "Hevkariya AKP'ê û MHP'ê qirkirina gelê kurd e. Bi polîtîkayên xwe li ser çand û hûnera gelê kurd dilîzin. Dijmin dijmine. Bila gelê kurd jî destê xwe bidin hev bila bang li çar perçeyên Kurdistanê bikin tifaqiya xwe ava bikin. Em dixwazin ku yekitiya me hebe. Barzanî ji bo çi tifaqiye nake? Ji bo ku desthilatdariya wî ji dest neçe û pereyê Kurdistanê bikaribe bi rehet bixwe bi gelê xwe re nabe tifaq. Dibêje,' heke ku ez bi kurdan re tifaqiye bikim ev pereye dê ji destê min biçe' ji ber wê pişta xwe dide gelê xwe. Em biratiya gelan dixwazin, em naxwazin ku bira birayî bikuje, em dixwazin ku ev şer û pêvçûn bên sekinandin û kurd nebe şirîkê vî şerî." 
 
'KURDISTAN YEK PERÇEYE NE ÇAR PERÇEYE'
 
Ebubekir Yilmaz jî got ku li ku kurdek hebe Tirkiye êrişî wir dike û bal kişand ser giringiya tifaqa kurdan û ev tişt anîn ziman: "Em zarok bûn, kurê Mela Mistefa Barzanî Îsmet Barzanî di wargeha Îranê de bû û bi guleya Sedam Huseyîn hat qetilkirin. Li mala me de radyoyek hebû û li wir ez ji qetilkirina Îsmet agahdar bûm. Piştre Lokman jî kuştin. Em wê dîrokê hemû dizanin. Em hemû wê demê Barzanî bûn. Lê piştre yê me derketin û me bi wan re ev doz da meşandin. Kurdistan yek perçeye ne çar perçeye. Wexta ku Îdrîs hat kuştin bû qêrîn û lanîna kurdan.Ez gelek giriyame. Slavên min û hûrmeta min ji mirovê welatparêz,şeref û namus re heye. Îro kurê Mela Mistefa Barzanî piştgiriyê dide tirkan. Îro bûye dijminê gelê xwe. Ev çend salin kurd di vê rewşê de ne. Em kurdin xweda em dane. Xweda ereb dane, xweda tirk dane, xweda faris dane. Ev nijad hemû xweda dane. 
 
'BILA BARZANÎ ŞERIM BIKE'
 
Tahir Zeyrek jî diyar kir ku divê Barzanî destûr nede ku xaka Kurdistanê bê dagirkirin û got: "Barzanî jî xwediyê wê axê ye. Barzanî bila ji bavê xwe Mela Mistefa Barzanî şerim bike. Îro Tirkiye êriş dibe li ser Başûrê Kurdistanê ji bo me çi ferqa wê derê û vê derê tune ye. Divê ku Barzanî şerim bike ku destûrê dide dagirkirina xaka xwe. Heta ku tifaqiya me nebe em ê nekarin vî şerî bidin sekinandin.Bi kuştin û girtinê kesek xelak nabe, ev ne çareseriye. Çareserî tifaqî ye."
 
'SERÎ RAKIN'
 
Şukriye Îdinê jî banga tifaqiyê kir û got: "Çi karê dewleta tirk li Suriyê û Iraqê heye? Çi karê wî li wan deran nine ku ew biçe zarokên me bikuje. Bila bes zarokên kurdan bên qetilkirin. Bila xweşî bikeve dinyayê. Banga min ji gelê kurd heye ku bila dest bidin hev, destê xwe danin ser wijdana xwe û serî rakin."
 
'EM Ê HETA KENGÎ XIYANETÊ LI XWE BIKIN?' 
 
Mehmet Kûltûr jî bang li gelê kurd kir ku xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û ev daxwaz kir: "Barzanî xiyanetê dike. Em naxwazin ku Tirkiye biçe Iraqê. Em bawerin ku gelê kurd dê li dijî van erişan bibe tifaq.Em şer naxwazin. Weke her gelekî em jî azadî û serfiraziyê dixwazin. Ma em ê heta kengî xiyanetê li xwe bikin? Bila gelê kurd bes bitirse bila xwedî li deskeftiyên xwe derbikeve."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

09/09/2024
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû