Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha NPG’ê “mizgîniya Newrozê” ku endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya çend rojan anî bû ziman eşkere kir. NPG’ê diyar kir ku endamên wan bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin û da zanîn ku hêzên wan bi giştî 15 SÎHA anîne xwarê.
 
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) “mizgîniya Newrozê” ku endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya çend rojan anî bû ziman aşkere kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) NPG’ê diyar kir ku endamên wan bûne xwedî wê derfetê ku balafirên Bêmirov ên biçek (SÎHA) bêbandor bikin û da zanîn ku hêzên wan bi giştî 15 SÎHA anîne xwarê. 
 
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:
 
“Em cejna azadî û vejînê ya gelê xwe Newrozê bi bihareke nû pêşwazî dikin. Cejna Newrozê beriya her tiştî li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me, bi hezkirin û hurmeteke mezin Rêberê xwe silav dikin. Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê yê leheng ê ku di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe, li gelên xwişk û bira, li dostên gelê me û hemû mirovahiya demokratîk a ku ji vê kevneşopiyê bawer dike, pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de ku ev roja meşaleya azadî û eykîtiya me bi agirê Newrozê di bedena xwe de hîn bi wate kir, hemû şehîdên leheng bi minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê nobedarên ala serketinê ya şehîdên xwe bin, di nava têkoşîna 'Rêbertiya azad, Kurdistana azad de' xwedî li bîranîna wan derkevin.
 
Tê zanîn, dewleta Tirk a qirker a ku bi salan e li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me di her astê de êrîşan dike, rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dike û bi piştgiriya siyasî, leşkerî û teknîkî ya ku ji hêzên herêmî û navneteweyî werdigirin, hewl dide li dijî têkoşîna me serwer be. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi tecrîdkirina gelê me û tevgera me ji cîhanê, bi bêparhiştina gelê me ji dostên xwe, dixwaze encamekê bi dest bixe. Lê mîna di hemû mijarên din de, di vê mijarê de jî dewleta Tirk a qirker mêtinger li hemberî doza mafdar a gelê me nekariye encama dixwaze bi dest bixe.
 
MAKÎNEYÊN MIRINÊ SÎHA'YAN BI SEDAN MIROVÊN ME QETIL KIRIN
 
Di vî şerê topyekûn ê li dijî tevgera me de, dewleta Tirk herî zêde pişta xwe bi SÎHA (Balafirên bê mirov ên bi çek) germ kir, ku bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî karîbû çêbike. Rejîma AKP-MHP'ê bi van amûran êrîş bir ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê me yê welatparêz û jê bawer kir ku bi vê çeka teknîka dawî ya serdemê dikare encamê bi dest bixe. Bi taybetî bi van makîneyên mirinê di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojava li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh bi dehan êrîş kir, bi sedan mirovên me qetil kir.
 
GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ BÛN XWEDÎ WÊ DERFETÊ KU SÎHA'YAN BÊBANDOR BIKIN
 
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê beriya her tiştî bi pêngavên taktîkî bersriv da van êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger û bi berxwedana xwe ya mezin a li ser bingeha ruhê Newrozê nîşan da, plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk bir. Li gel vê yekê, tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuze ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê. Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi SÎHA'yan tîne, li her deverê propagandaya wê dike, xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA'yan bêbandor bikin. Ji 13'ê Sibata 2023'an û vir ve hêzên me 15 SÎHA'yên bi cûreyên cuda anîn xwarê.
 
LÎSTEYA SÎHA'YÊN HATIN XISTIN
 
Li gorî vê yekê;
 
- 13'ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2
 
- 18'ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2
 
– 8'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA
 
– 14'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê BAYRAKTAR TB2
 
– 21'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Garê ANKA
 
– 22'ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê AKSUNGUR
 
– 5'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê AKINCI
 
– 8'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2
 
– 17'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA
 
– 30'ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê AKINCI
 
– 15'ê Tebaxa 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ANKA
 
– 5'ê Mijdara 2023 li ezmanên Zap / Şikefta Birîndara BAYRAKTAR TB2
 
– 6'ê Mijdara 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê AKSUNGUR
 
– 28'ê Kanûna 2023'an li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê BAYRAKTAR TB2
 
– 1'ê Adara 2024'an li ezmanên Zap / Çiyareş balafira bêmirov a bi çek a bi tîpa ANKA ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
 
DÎMENÊ KETINA SÎHA’YAN HATE QEYDKIRIN, WÊ WERE WEŞANDIN
 
Ji derveyî hin çalakiyên ku ji ber pirsgirêkên teknîkî dîmenê wan nehatin bidestxistin, dîmenên hemû çalakiyan hatin qeydkirin û di van dîmenan de bi rengekî zelal tê dîtin ku amûrên dijmin ên navborî ketine xwarê. Dîmen û belgeyên çalakiyan wê ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê re ji gelê me yê hêja û raya giştî re were weşandin.
 
Di vê pêvajoya nû ya em bi Newrozê re dikevinê, li ser rêya azadiyê ya ji bo gelê Kurdistanê, rêyeke derketinê û di Kampanyaya ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî de asteke lûtkeyî îfade dike. Li ser vî bingehî Newroza 2024’an jî wê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya dîrokî de têkoşîna azadiyê ya gelê me wê di qonaxeke hîn jortir de bê meşandin. HPG’ê wê bi rola ku dikeve ser milê xwe rabe, bi armanca azadiya Rêber Apo wê li gorî ruhê demê li ser xeta rast wezîfeyên xwe yên demê bi serkeftî bi cih bîne. Di vî warî de em li dijî hemû hêzên ku dixwazin xwişk-biratiya gelan û azadiya wan bixin metirsiyê, ji her demê bêhtir bi îdîa ne ku bi rola xwe rabin, biryardariya me ji her demê zêdetir e. Îro potansiyela me ya şerkirinê ya bi derfetên taktîk û teknîkê û performansa bilind, biryardariya me ya teqezkirina serkeftinê hîn xurttir bûye.
 
Em mizgîniya Newrozê bi gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe re parve dikin û li ser vî bingehî em Newroza 2024’an ku Newroza pêngaveke mezin a azadiyê ye, li hemû gelê xwe yê welatparêz, hevrêyên xwe yên li zindanan, çiyayan û hemû qadên têkoşînê li ber xwe didin pîroz dikin û di meşa serketina dîrokî û pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de ji her kesî re serketinê dixwazin.”
 

Sernavên din

20/03/2024
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin