Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid

img
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya li ber Wezareta Dadê û ji waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn xwestin ku li dadgehê bibe şahid.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeda Edaletê veguhastibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobed, di roja 55’an de berdewam dike û fitara xwe ya 6’emin li ber Wezareta Dadê vekirin.
 
Malbata Şenyaşar di daxuyaniya xwe ya li Meclisê ya beriya protestoyê de bal kişand ser bêhiqûqiya komkujiyê û daxwaz kir ku waliyê wê demê û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê li dadgehê şahidiyê bike. Malbata Şenyaşar daxwaz kirin ku raya giştî li hemberî çalakiya wan bêdeng nemîne û qala bêhiqûqiya komkujiyê kirin.
 
‘LI HEMBERÎ HIQÛQA SERDESTAN SERWERIYA HIQÛQÊ’
 
Ferît Şenyaşar anî ziman ku her kes li malê bi malbata xwe re fitara xwe vedikin  dayikek li ber wezaretê têkoşîna edaletê dide û got, "Li Tirkiyeyê li her qadê krîzên kûr hene. Bingeha vê jî bêedaletî ye. Ger li cihekî neheqî an jî bêedaletî hebe, parastin divê bêdeng nemîne. Dirûşmek paratinê heye; parêzer ne her kes e, bûyîna her kwaî red dike. Bi vê wesîleyê em bang li hemû baroyan bi taybetî jî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dikin; werin em piştgiriyê bidin vê têkoşîna mirovahiyê ya li ber Wezareta Edaletê tê meşandin û bêdeng nemînin. Bila em nebin alîgirê vî sûcê mirovahiyê. Li dijî hiqûqa serdestan werin, werin em hemû bi hev re dewleta hiqûqê li welat serdest bikin."
 
BANG LI WALIYÊ BERÊ YÊ RIHA Û NAMZETÊ AKP’Î KIR
 
Şenyaşar hevpeyvîna waliyê berê yê Rihayê û namzetê şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê yê AKP'ê Abdullah Erîn bi bîr xist û wiha qxivî: “Bifikirin 3 kes li nexweşxaneyeke dewletê tên qetilkirin. Bavê min li nexweşxaneyê tê lînçkirin û qetilkirin, daxuyaniya walîtiyê jî wiha ye; 'Me rê neda ku bûyer bigihêje astên girantir' Gelo rewşek ji vê girantir heye? Dikare bibe. Ez û dayika xwe li nexweşxaneyê bûn û bi awayekî mucîzeyî em xilas bûn. Parlamenterê berê yê AKP'ê yê di dema komkujiyê de li nexweşxaneyê bû, hêza xwe ya siyasî bi kar tîne. Ez ê îfadeya xebatkarekî tenduristiyê ji we re bixwînim., Dibêje; parlementerê berê yê AKP'ê li nexweşxaneyê wiha qêriyaye: 'Emir daye xizmên xwe ku bila birîndar ji nexweşxaneyê dernekevin û hemûyan bikujin'. Piştî komkujiyê parlamenter bi xizmên xwe re mîna ku tiştek neqewimî ji nexweşxaneyê derdikeve û kesên ku ev sûcê mirovahiyê kirine 4 sal û nîv in nayên darizandin. Di encama têkoşîna dayikê de 2 kes niha tên darizandin. Yek ji kesên tên darizandin birayê parlementerê berê yê AKP’ê ye. Bi vê wesîleyê em bang li waliyê namzetê şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê dikin: Heyeta dadgehê newêre ji bo şahidiyê bang te bike. Em vê yekê dizanin, her kes vê yekê dizane. Di dema walîtiyê te de me gelek caran bi me re hevdîtin kir û te got ku qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê di destê dewletê de ne. Werin û tiştên ku we dîtibûn li ber dadgehê wek şahid bibêjin. Heta ku hûn bêdeng bimînin ev zilm dê berdewam bike û ev guneh e. Daxwazên dayikan diyar in. Dixwaze komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin ronî bibe û kurê wê yê ku 5 sal in bi neheqî tê girtin, bê berdan.”
 
'EDALETA KU DAYIK L’Ê DIGERE JI BO HER KESÎ YE’
 
Şenyaşar anî ziman ku piştî hat ragihandin ku yek ji berpirsyarên komkujiyê  Îbrahîm Yildiz jiyana xwe ji dest daye, rewşa wan ji Wezareta Karên Hundirîn pirsîn û got, "Bersiva wezaretê ev bû, 'Hat tespîtkirin ku kesê bi navê Îbrahîm Yıldiz li Mêrsînê bi nasnameyeke sexte ket nexweşxaneyê û piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest da.' Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn, biraziyê parlamenterê ku komkujî pêk anî mir. Heyeta dadgehê der barê vî kesî de biryara girtinê daye û ji Midûriyeta Nifûsê agahiyê dixwaze û dibêje li gorî agahiyên ku Midûriyeta Nifûsê ji heyeta dadgehê re şandiye Îbrahîm Yildiz ê ku komkujî kiriye nemiriye. Li ser vê skandalê ez ji parlamentoyê dipirsim; Gelo dê dadgeh li ser bersiva Wezareta Karên Hundirîn dozê betal bike yan dê li gorî bersiva Midûriyeta Nifûsê tevbigere? "Edaleta ku dayik lê digere ji bo her kesî ye."
 
'EZ Ê LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOME'
 
Emîne Şenyaşar jî di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku bi salan e li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin û wiha got: “Em serê sibê ji Pirsûsê hatin û li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin. Me gelek êş kişand. Em gelek caran rastî tundiyê hatin. Ev çi dewlet e, ev çi hikûmet e? Ji malbata min hevjinê min jî di nav de 3 kes qetil kirin. Lê kujer hatin berdan. Ev çi edalet e? Bi ser dikana me girtin. Êrîşî nexweşxaneyê kirin. Ev çi edalet e? Heta edalet pêk bê ez ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim. Li pişta min emeliyat bû. Nexweşiyên min hene, lê heta kurê min derkeve ez ê erka xwe bidomînim. Ji malbata min 3 kes qetil kirin û yek ji kurê min di girtîgehê de tê rizandin. Ez ji vir naçim. Banga min ji her kesî re ew e ku piştgiriyê bidin me. Divê me bi tenê nehêlin. Bila kurê min berdin û ez ê herim mala neviyên xwe. Ez niha nexweş im, êdî nikarim bisekinim."

Sernavên din

20/03/2024
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin