Li her derê coşa Newrozê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kirin. 

Pîrozbahiya Cejna Newrozê li gelek navendan didomin. Di serî de herêma Serhedê, li 14 navendan agirê Newrozê hate vêxistin. 
 
AGIRÎ/PANOS
 
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Panos a Agiriyê li rex Navenda Çandê hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Şêniyên navçeyê tevî barîna baran û berfê jî herikîn qadê û govenda Newrozê gerandin. Tevlibûneke xurt a ciwanan hebû. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin û pîrozbahî bi axaftinan dom kir. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Panosê Rojbîn Kartal di pîrobahiyê de wiha got: “Em neferên têkoşîna Kawayên şoreşger a li dijî Dehaqan e. Em li dijî xiyanetê mîna Rahşanan, mîna Semayan bedena xwe dikin mertal. Bi vê îrade û azweriyê em amade ne ku xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em baş bi pirsgirêkên Panosê û çareseriyên wê dizanin.”
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Kerem Kirtay jî wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Em bi hev re bimeşin. Gelo hûn amade ne ku em Panosê bi hev re birêve bibin? Em hewl bidin layiqî we bibin.” 
 
Aktîvîsta TJA’yê Helen Işik jî bal kişand ser grevênb birçîbûnê yên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Ew îradeya me ne. Îradeya gelê kurd nas nakğin. Em neviyên Şêx Seîd in. Em ê tu caran ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin.”
 
MÛŞ/MILAZGIR
 
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgir a Mûşê jî Qada Qesaban bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî jî pîrozbahî bi tevlibûna hezaran kesan hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî tev li pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me biqudret e” hatin vekirin. Zarok û jin bi cil û bergên kurdî ketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan heta demekî dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Kemal Ozel di pîrozbahiyê de spasiya gel kir ku tevî hewayê nebaş jî hatine qadê. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Yafes Dînar jî got ku Newroz roja azadî û berxwedanê ye û Newroza her kesî pîroz kir. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Milazgirê Gulistan Ozel jî wiha got: “Newroz, roja berxwedan û azadiyê ye. Em ê berxwedana xwe ya 31’ê Adarê bi coşa Newrozê mezintir bikni. Bi ruhê Kawayê şoreşger em ê di 31’ê Adarê de tiştên aydê xwe dîsa bistînin. Rojên azad ên ku jin, ciwan û gelê me bijîn nêz in.” 
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Ahmet Kenan Turker jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de Newroza xwe bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. Bila Newroz bibe wesîleya aştî, azadî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.” 
 
KOP
 
Pîrozbahiya Newroza navçeya Kopê ya Mûşê jî bi tevlibûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li rex Termînala Kopê hat lidarxistin û qad bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Xelkê navçeyê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. 
 
Bi taybet jî tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Welatiyên li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre jî namzeta hevşaredariyê Aryan Dogan wiha bangî gel kir: “Me îro li vir careke din dîrok nivîsand. Bêguman ev dîrok nexşerêya aştî û demokrasiyê ye. We îro ragihandin ku em ê xwedî li vê nexşerêyê derkevin. Bila her kes baş li vê qadê binêre. Em dibêjin ku dem dema serkeftinê ye, dê kesên ziman, dîrok û çanda me qedexe dikin qebûl nekin û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin. Gelê me bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman xelas nabe. Heta ku gelê me li van qadan be hûn dê nekarin bi ser kevin. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya azadiyê.” 
 
‘ÎRO JÎ DEHAQ HENE’
 
Namzetê heşvaredariyê Arafat Kardagi jî ev tişt anî ziman: “Îro jî Dehaq zarokên kurdan asîmîle dikin, tune dihesibînin. Lê li dijî wan berxwedasnek heye û dê berxwedana me bi ser keve. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Em qeyûman qebûl nakin û dê wan bişînin. Ev hilbijartin ji bo hevalên me yên girtî û yên li sirgunê ye.” 
 
NIVÎSAN ABDULLAH OCALAN HATE XWENDIN
 
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî piştre çendek beşên nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştre jî Boz ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û hevdîtin tên astengkirin. Çima? Ji ber ku dizanin ku gotineke birêz Ocalan dê gelek pirsgirêkên vê îktîdarê afirandine berevajî bike. Lewma ji dengê wî ditirsin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê li tevahiya welêt belav bû. Her wiha li girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Peyama wan pir zelal e; daxwaza azadiya birêz Ocalan û bidawîkirina zextên li ser girtiyên siyasî dikin. Em jî li vir careke din dibêjin ku ji birêz Abdullah Ocalan re azadî û dawî li zextên ser girtiyan bînin.” 
 
Herî dawî jî  Boz anî ziman ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser kevin. 
 
Hunermenda Şehrîbana Kurdî piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
QERS/QAXIZMAN
 
Li navçeya Qaxizman a Qersê bi tevlibûneke zêde ya jinan û ciwanan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya li navçeyê hate kirin bûn.
 
Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli bal kişand ser avadaniya demografik a navçeyê û wiha got: “We tu caran di nava gelan de cihekarî nekir. Me ji heman tirarî av vexwar, li ser heman sifreyê xwarin xwar. Ji bo ku ev xwişk û biratiya gelan xera nebe, îro jî em azerî, tirkmen û terekeme bi hev re dijîn. Em ê dîroka xwe radestî nêçîrvanên biyanî nekin.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuj Ûçar jî qala girîngiya Newrozê û hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kir û wiha got: “Li vê erdnîgariyê gel bi hev re dijîn. Dîsa li vê erdnîgariyê dê gel kudreta xwe di 31’ê Adarê de nîşan bidin. Dê modela bi hev re jiyanê nîşan bidin.”
 
Ûçar, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên berdewam dikin û wiha domand: “Hemû gel dixwazin êdî li welatî şer bi dawî bibe. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan jî êdî ji aliyê mewzûatên navnetewî ve bûye mecbûrî. Em li ser navê demokrasiyê li ser navê aştiyê, li ser navê edaletê, em ji hevrêyên xwe yên di zindanan de di çalakiya grevê de ne û dayikên me yên li her derê Kurdistanê di nobetê de ne silav dikin.”
 
Piştî axaftinan hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûrcan Degîrmencî û Mehmet Serhad derketin ser dikê. Welatiyên li qadê demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.
 
ERZIROM / QERECOBAN
 
Newroz, li navçeya Qerecoban a Erziromê jî hate pîroz kirin. Ji bo pîrozbahiyan bi sedan kes hatin bahev. Di pîrozbahiyên ku Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî jî beşdar bû de bi dirûşmeyên hatin berzkirin daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû yê di pîrozbahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, wiha got: “Şerê me li dijî tu netew, ol, mezheb û koman nebûye, nabe. Şerê me li dijî bindestiyê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê û her cure zext û metîngeriyê bûye. 
 
‘YEKANE MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Parlamenter Sezaî Temellî jî di axaftina xwe de wiha got: “Çareserî ew e ku mirov bi muxatabê wê re rûne. Kesê vê gavê biavêje, birêz Ocalan ê rêya sêyemîn vekiriye. Divê ev rê teqez were vekirin. Divê herkes bizane ku yekane muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hate vêxistin. Girseya li ber stranên Hunermend Denîz Esmer ê derket ser dikê govend gerand, têra dilê Newroz pîroz kir. 
 
SÊRT/DIHÊ 
 
Li Qada Kanî Mergî ya li quntara Çiyayê Çiravê yê navçeya Dihê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Gel, qada ku bi alên rengîn ên Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi rengên kesk û sor û zer hatiye xemilandin, berî ku Newroz dest pê bike dagirt. 
 
Gelê Dihê li ber muzîkên hatin lêxistin govend gerandin û hêj diherikin qada Newrozê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal dê axaftinekê bike. 
 
BALIKESÎR 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li qada Deve Gureşî ya Taxa Bahçelîevler a navçeya Bûrhaniyeyê, bi tevlibûna parlamenterê partiya xwe yê Antalyayê Sarûhan Olûç Newrozê pîroz dike. 
 
Ji her beşa civakê di saetên serê sibê de gel herikî qada Newrozê ya coşeke mezin lê heye. Newroza ku gel bi cil û bergên xwe yên netewî tev li bûn bi tilîliyên jinan û gerandina govendê dest pê kir. Li qada ku Newroz lê hate pîrozkirin pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. 
 
Li Newroza ku alên DEM Partiyê tên hilgirtin de gel peyamê didin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bayê DEM’ê dê were. 
 
Newroz bi axaftina Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç berdewam dike. 
 
ERDEXAN
 
Li Erdexanê li ber postexaneya mezin Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên ku gelek kes tevlibûn, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin dest pê kir. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê Serkan Yilmaz ê di pîrozbahiyê de axivî, wiha got: “We hewl da bi zindanan me bitirsînin û terkî mirinê bikin. Lê gelê kurd aştî xwest. Em hatin qetilkirin lê me aştî xwest. Niha pêdiviya welat bi aştiyê heye û birêz Ocalan teminata aştiyê ye. Werin em ne operasyonên derveyî sînor, em aştiya mezin biaxivin. Birêz Ocalan û gelê kurd ji aştiyê re amade ye.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çûbuk jî wiha got: “Em dibêjin ‘dem dema azadiyê ye’. Hûn nikarin bikin ku em dest ji vîn, azadî û pêşeroja xwe berdin.”
 
Çûbûk, nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Newroza Amedê ya 2013’an re şandibû xwend. 
 
Pîrozbahî bi stranên ku hunermend Şerzan gotin berdewam kir.
 
 

Sernavên din

20/03/2024
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin