Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir

img
ÊLIH - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak ê ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Êlihê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kir, wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên herêmî zû bên qadê.”
 
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku dê di 19’ê adarê de li Êlihê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pêk bê, xebat bi dawî bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan dê di pîrozbahiyê de biaxive. Di pîrozbahiyê de dê Sûavî, Lawje û stranbêjên herêmî dê derkevin ser dikê. Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak der barê Newroza ku wê li qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bê pîrozkirin de axivî û diyar kir ku amadekariyên Newroza ku wê bi tevlibûna deh hezaran pêk bê bi coşeke mezin derbas dibin. 
 
LI 3 NAVENDAN AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXISTIN 
 
Orak, da zanîn ku heta niha bi tevlibûna hezaran kesan li taxên Korik, Petrolkent û 19’ê gulanê yên bajêr, agirê Newrozê vêxistine û wiha got: “Bi tevlibûna xurt a ciwanan û bi xwedîderketina gelê xwe re me pîrozbahiyên Newrozê li taxan bi coşeke mezin lidar xistin. Ji bo xwedîderketin û coşa li vir di 19’ê adarê de veguhêzin qada Newrozê li taxan, kolanan, malan, gund, navçe û bajarokan, an ku li her derê xebatên xwe dimeşînin û em ê bimeşînin jî.”
 
BANGA LIXWEKIRINA CILÊN KURDΠ
 
Orak, anî ziman ku ji bo ewlehiya li qadê û hatina li qadê bihesan bikin amadekariyan dikin û wiha berdewam kir: “Ketina qadê ji du baskan heye. Dê di her baskî de ji bo mudaxileyî bêhiqûqiyên biqewimin bikin dê parêzer û parlamenterên me peywîrê bistînin. Ciwanên me jî dê di heman demê de di ketinê de bin. Dê li ser dikê û qadê peywîrdar bin. Ji bo ku Newroz baş derbas bibe em hemû amadekariyên xwe dikin. Em ê êvara duşemê jî qadê bixemilînin. Em li benda hemû gelê xwe ne ku sibeya sêşemê bi cilên xwe yên kurdî zû bikevin qadê.”
 
Orak, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê li vir hem Newroza ku li dijî Dehaqên zalim bûye sembola serhildanê pîroz bikin hem jî mizgîniya ku qeyûman ji bajêr xelas bikin bidin.”
 
‘EM LI BENDA GELÊ XWE NE KU BI TILILIYAN BÊN QADÊ’ 
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd cihekî girîng digire û wiha got: “Newrozên Êlihê ji salên 90’î û vir ve her tim bi coş û beşdariyeke mezin derbas dibin. Vî gelî bi dagirtina qadan ji amûrên şer ên taybet ên dewletê û polîtîkayên wê yên zext û zilmê re bûye bersiv. Di Newroza îsal de gelê me hem coşa hilbijartinê û hem jî Newrozê di heman demê de derbas dike. Gelê Êlih ê welatparêz wê îsal bi dagirtina qadê re bersivê bide polîtîkayên qirêj ên pergalê. Em li bendê ne ku hemû gelê me bireng, bicoş, dirûşm û tilîliyên xwe bên qadê.”
 

Sernavên din

03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin