Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû hevdîtinên zêde yên Tirkiyeyê yên li Iraqê nirxand û wiha got: “Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, Iraqê rê da êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Di mehên dawî de hevdîtinên di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê de zêde bûn. Tê gotin ku Tirkiye di nava amadekariyên êrişeke berfireh de ye. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ya dawî ya di 4’ê adarê de gotibû: “Em ê meseleya têkildarî sînorê me yê bi Iraqê re êdî çareser bikin.” 
 
HEVDÎTINÊN ZÊDE YÊN DAWÎ
 
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Mistaşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re çûn Bexdayê. Piştî hevdîtinan danezaneke hevpar hate weşandin. Di danezanê de hat îdiakirin ku PKK li ser ewlehiya Tirkiye û Iraqê xetere ye û hat gotin ku her du alî ji bo tevdîran guftûgo kirine. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû tekildarî hevdîtinên dawî yên Tirkiye-Iraqê axivî û got ku Iraq hewl dide êrişên Tirkiyeyê rewa bike. 
 
‘DIJBERTIYA KURDAN’
 
Koyluoglû, anî ziman ku Tirkiye hewl dide Iraqê li ser dijbertiya kurdan qaneh bike û wiha got: “Di navbera her du aliyan de ev demekî dirêj e trafîkeke dîplomatîk heye. Di demên dawî de zêdetir bûn. Her wiha bi rayedarên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Tirkiye qala ‘ewlehiyê’ dike anku di esasê xwe de qala kurdan dike. Tirkiye li Rojhilata Navîn û cîhanê polîtîkaya dijkurd dimeşîne. Ev polîtîka jî bû danezaneke hevpar. Di vê danezanê de hinek mijar derdikevin pêş. Yek ji van aborî ye. Tirkiyeyê hewl da li ser aboriyê Iraqê di mijara dijbertiya kurdan de qaneh bike. Ya balkêş jî ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn ku kurd e serokatiya vê civînê kir. Bi vê danezanê re êdî ji niha ve PKK di nava rêxistinên qedexe de ye. PKK li Iraqê rêxistineke qanûnû nebû û di demên berê de jî partiyeke qanûnî nebû. Xebatên wê li hundirê Iraqê de jî nînin. Anku rewşa heyî tenê hate ragihandin. Lê di heman demê de ev têgeh, rê li ber rewakirina dagirkirina Iraqê jî vedike. Lê nizanim rayedarên Iraqî ev çiqas fêm kirine. Lê ev ji bo rewakirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûr û Iraqê ye.” 
 
'IRAQÊ RÊ DA ÊRIŞAN’ 
 
Bi domdarî Koyluoglû anî ziman ku bi danezana hatiye parvekirin re Iraqê hinek raye jî radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha dom kir: “Mirov dikare bibêje ku bi vê danezanê re Tirkiye êdî dikare li her derê êrişan bike û êrişên xwe bispêre vê danezanê. Sedam Hisên demekê bi Tirkiyeyê re peymanek îmze kir û her du dewlet dikarin bi qasî 5 km’an di nava sînorên hev de li dijî dijberên xwe operasyonan li dar bixin. Tirkiye hêj jî di vê çarçoveyê de êrişî Başûr dike. Bi peymana nû re Tirkiye dikare hêj bêhtir bikeve nava sînorê Iraqê. Anku dê dagirkeriya xwe berfirehtir bike û êrişan zêdetir bike. Anku heke Tirkiye heta deşta Mûsilê biçe û Iraq bertekê nîşan bide, dê Tirkiye bibêje; ‘we jî PKK girtiye nav lîsteya rêxistinên qedexe û ez êrişî PKK’ê dikim.’ Dê hemû bertekên Iraqê jî vala derkevin. Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn Iraqê rê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên di kûrahiya Iraqê de vekir.” 
 
'IRAQÊ BERTEKEKE ZELAL NÎŞANÎ ÊRIŞAN NEDA’
 
Di berdewamê de Koyluoglû got ku Iraqê heta niha li dijî êrişan seknekî zelal nîşan nedaye û wiha pê de çû: “Tenê ji ber êrişa li dijî Perex a Zaxoyê ku 9 hemwelatî hatin kuştin bertek nîşan da ku ew jî ereb bûn lewma wisa kir. Û ji NY’yê xwest ku bi lezgînî bicive. Lê ji bo dagirkirina Başûr tu bertek nîşan neda. Di mijara avê de daxwazên wê ji Tirkiyeyê hene. Ji ber vê mijarê carnan bertek nîşan dida. Lê di pratîkê de tiştek nekir. Iraqê dagirkirina xaka xwe erê kir. Ne bawerim Iraq bi awayekî fiîlî bikeve nava plana dagirkeriyê. Nexwe dê bikeve pozîsyoneke ku piştgiriyê dide dagirkirina xaka xwe. Dê Iraq hevsengiyên heyî zêde xerab neke. Li gorî min Tirkiye jî dê nekare ji êrişên niha mezintir êrişan bike. Li dijî tevgera azadiyê ya kurd hemû argumanên xwe bi kar anî. Tiştekî di destê wê de nema. Tenê dikare erdnîgariya êrişan berfirehtir bike. Ev jî dê bêhtir zirarê bide wê. Ji ber ku erdnîgarî çiqas fireh bibe dê hîn bêhtir rastî êrişan jî bê. Anku dê tevgera azadiyê ya kurd bêhtir li ber xwe bide û firsenda çalakiyan zêdetir bibe. Her ku erdnîgarî belav dibe dê koordînekirina wê ji bo Tirkiyeyê zehmettir bibe. Dewleta tirk dikare çi bike? Di demên berê de bombeyên qedexekirî bi kar di anî û di tunelan de çekên kîmyewî bi kar tîna. Hger cureyên amûrên şer bi kar anî. Anku zêde tiştek di destê wê de nema ye. Berfirehkirina erdnîgariya şer dê bike ku bêhtir rastî êrişan bê.”
 
EWLEHIYA RÊYA PÊŞKETINÊ
 
Koyluoglû, da zanîn ku Iraqê polîtîkaya “ewlehiya rêya pêşketinê bi tesfiyekirina PKK’ê pêkan e” qebûl kiriye û ev nirxandin kir: “Sedema esasî ya qebûlkirina vê peymanê ya Iraqê, projeya rêya pêşketinê ya Iraqê ye. Ev rêya pêşketinê, duyemîn xeta stratejîk a Tirkiyeyê ye. Dê ji Kendava Basrayê dest pê bike, başûrê Kurdistan baypas bike û girêdayî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev rê, di heman demê de ji bo jiholêrakirina statûya Başûr e. Yek ji mezintirîn armancên wê ev e. Iraq piştgiriyê dide lê pêdiviya Tirkiyeyê hêj bêhtir pê heye. Ji Iraqê re gotiye ku ewlehiya vê rêyê tenê bi tunekirina PKK’ê dibe. Îxtîmaleke mezin armanca danezana dawî jî ev e. Her wiha dibe ku daxuyaniyên dawî bi di çarçoveya şerê psîkolojîk de jî hatibin kirin. Her kes dizane ku PKK ji bo Iraqê gef nîne. Artêşa Iraqê bi xwe jî di demên berê de gotiye. Di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de heta deverên dûr ên Iraqê çû û li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Serokwezîr Haydar Ebadî wê demê spasiya PKK’ê kir. Lê Iraq niha dixwaze ji bo rêya pêşketinê û têkiliyên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hevsengiyekê ava bike û pê re lihev bike. Di vê çarçoveyê de dê komîteyên daîmî bên avakirin û rojane hevdîtinan bikin. Dibe ku carnan bên gel hev jî.” 
 
‘PDK XWE DIXAPÎNE’
 
Herî dawî jî rojnameger Koyluoglû ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne Iraq li dijî PKK û kurdan bikeve nava şerekî. Lê dibe ku ji hêla îstîxbarî û hwd. piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Her wiha li dijî êrişên wê bêdeng be. Hatina Erdogan a Iraqê nîşan dide ku li ser hinek xalan li hev kirine. Ev jî nîşan dide ku bihareke germ li Başûr li benda me ye. Dibe ku hewl bide di kûrahiya Başûr de êrişan bike. Lê gelo vê carê dê tenê bi vê ve bisînor bimîne? Armanca Tirkiyeyê ew e ku tevahiya Başûr dagir bike. Dixwaze Mûsil û Kerkûkê îlhaq bike. Di pişt deriyên veşarî de van planan dike. Iraq ev demekî dirêj e dixwaze pergala federal ji holê rabe û pergaleke navendî ava bibe. Li ser krîzên li Başûr jî bi rêya Dadgeha Federal dest bi bisînorkirina destkeftiyên Başûr kiribû. Dibe ku Tirkiyeyê di piştperdeyê de teklîfeke wiha ji bo Iraqê kiribe. Ev peyman dê zirarekî mezin bide kurdan û kurd dê pir mezin winda bikin. Dê destkeftiyên Başûr ji holê rabin. Em dibînin ku PDK bi awayekî xurt piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Bi taybet jî Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Federe ya Kurdistanê Rêber Ehmed tev li civînê bûbû. Ew jî wiha difikirin; ‘Heke em bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin dê destkeftiyên xwe yên li Iraqê biparêzin.’ Lê xwe dixapînin. Gefa herî mezin a li ser destkeftiyan, Tirkiye bi xwe ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

18/03/2024
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin