Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû

img
MÊRDÎN - Agirê Rahşan Demîrelê ji bo protestokirina qedexeyên Newrozê bi gotina “Ez agahî didim Îsmet Sezgîn; Dê Newroz were pîrozkirin, bi lastîkan nebe jî dê bi canê me were pîrozkirin” berdabû bedena xwe her sal gurtir bû.
 
Cejna Nerozê ji bo gelên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Newroz taybetî jî ji bo kurdan tê wateya berxwedan û vejînê û bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Dema ku Newroz tê gotin navên ku li dijî polîtîkayên zilm û înkarkirinê berdane bedenên xwe tên bîrê. Yek ji van jî Rahşan Demîrel a di sala 1992’yan de ji ber qetlîamên li Cizîr, navenda Şirnexê û li Nisêbînê hatine jiyîn, agir berdabû bedena xwe. 
 
Demîrel di 15’ê tebaxa 1975’an li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bû û hêj bi yek salî bû tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Demîrel bi temenê xwe yê biçûk ve di çalakiyan de cih digire û herî dawî bi berxwedana xwe ya li Kadîfekaleyê hat nasîn. Roja 21’ê Adarê 1992’yan de pîrzobahiyên Newrozê hatin qedexekirin û Demîrel li dijî qedexeyên Newrozê li Kadîfekaleyê agir berda bedena xwe. 
 
Demê ku Demîrel agir berda bedana xwe, Wezîrê Karên Hundirîn Îsmet Sezgîn bû û bi fermana Sezgîn pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Tevî vê yekê jî bi hezaran kes li dor agirê Newrozê bûn xelek û Demîrel jî ji bo pîrozbahiyan di qada Newrozê de bû. 
 
PEYAMA DEMÎRELÊ
 
Demîrel qedexe û qetilkirinên Newroza 1992’yan ranagire û ji dayika xwe re wiha dibêje: “Li Cizîr û Nisêbînê gelê me tê qetilkirin, em çima tiştekê nakin.” Rahşan piştî van gotinan derdikeve ser sûrên Kadîfekaleyê û agir berdide bedena xwe. Demîrel li pey xwe li ser perçeyeke kartonê peyameke wiha dihêle: “Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Ez neçar im ku bibim bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê. Xwedî li min derbikevin. Ez agahiyê didim Îsmet Sezgîn, dê Newroz were pîrozkirin… Bi lastîkan nebe jî dê bi canê me were pîrozkirin!”
 
VEDIGERE AXÊN JI DAYIK BÛYE
 
Dema ku agirê Demîrel berdide bedena xwe gur dibe gel berê xwe dide sûrên Kadîfekaleyê û peyama Demîrelê teslîmî malbata wê dike û li hember polîsên dixwazin cenazeyê Demîrele bistînin derdikeve. Malbat cenazeyê Rahşanê nade polîsan û tîne Nisêbîna ji dayîk bûye. Lê belê Fermandarê Tabûrê yê demê Velî Kuçuk merasîma cenazeyê asteng dike. Kuçuk cenazeyê ji malbatê distîne, dayika Demîrelê Emîne Demîrelê dide binçavkirin û ji îşkenceyê dide derbaskirin. Cenazeyê Demîrelê di bin ablûkayê de dixin Nisêbîne û vedişêrin. Xwîşka Demîrelê Nalan jî tev li PKK’ê dibe û di 8’ê adarê 2014’an de di pevçûnekê de, jiyana xwe ji dest dide. 
 
‘JI BO VÊ AXÊ BER DIKEVE…’
 
Dayik Demîrel derbarê wan rojan de wiha axivîbû: “Fermandarê Tabûrê nêzî min bû, min wî nas dikir, Velî Kuçuk bû. Digotin ‘Cenazeyê bidin me’. Min jî jê re got, ‘Ez ê têxim Nisêbinê’. Lê belê destûr nedan. Ambulansek hat, keça min birin. Em jî siwar bûn û ber bi Nisêbînê ve ketin rê. Min bala xwe dayê di hemû wesayîtan de “Ölürüm Türkiyem” lêdixe. Min kêşan nava qereqolê. Ji ber min xwest keça xwe bibim Nisêbînê û ji ber min cenazayê keça xwe neda wan, bi saetan li min xistin. Dema ji qereqolê derketim gelek cihên min û perasûyên min şikestibûn. Piştre Velî Kuçuk hat li cem min, û got ‘Gelek qala Rahşanê dikin, dixwazim wêneyeke wê bibinim… Lê nêrî û wiha got, ‘Keçek çiqas rind e. Ji bo çî? Ma li ber dikeve? Min jî kulmek axê girt û li ber çavê wî rijand û jê re wiha got, ‘Ji bo vê, ber bi vê axê dikeve…’ Bêdeng bû. Me Rahşanê di bin dorpêçeke mezin a leşkeran de veşart û em vegeriyan Îzmîrê.” 
 
OCALAN: ÇALAKIYA MEŞELAYÊ
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dabû çalakiya Demîrelê û bi nirxana, “çalakiya meşaleye” wiha gotibû: “Li keleha Îzmîrê bûyereke ku xwe şewitandinê heye. Berxwedana keça kurd a Rahşan Demîrelê heye. Niha rastiya Mardîna Kurdistanê ya ku çûye wê derê heye. Jixwe welatparêzî bibandor e. Di vê keça kurd de azweriya şer û azadiyî heye, li aliyê din de ew bi xwe pir lewaz e. Şerê rêxistinî bandor li rastiyê dike. Rojên Newrozê jî bi lez û tije tên jiyîn. Diyar e ku li vê derê dixwaze xwe bide şerê azadiyê û hin tiştan bike. Lê ji ber wek bîrdozî hêza wê têr nake, ji ber nekariye derfetên pratîkî derxe pêş, anku ji ber azweriya wê ji asta wê ya bîrdozî û rêxistinî derbas bûye, tevî vê rastiya xwe dixwaze tiştekê bike, berê xwe dide çalakiyeke cudatir. Şert û mercên şermezar a girseya me ya li wê derê dijî; bi şert û mercên feraseta wê ya azadî û jiyana azad li hev nayên, ji ber hestên Newrozê yên kêşer û vejînê digihin hev, çalakiyeke wiha ya meşaleye derdikeve pêş.” 
 

Sernavên din

16/03/2024
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'