Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan

img
MELETÎ - Di danişîna doza têkildarî êrişa li dijî malbata Şenyaşar hatiye vekirin de Fadil Şenyaşar ê nêzî 6 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin nehate berdan û danişîn taloqî 7’ê Hezîranê hate kirin. 
 
Danişîna 5'emîn a doza der barê komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên wan Parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildizê ve 3 kes hatin qetilkirin, îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Danişîna doza ku 4 jê girtî 30 kes tên darizandin de,  li avahiya xizmeta pêvekî ya Dadgeha Ceza ya Giran a li navçeya Çirmikê hat lidarxistin. Fadil Şenyaşarê ji ber dozê nêzî 6 sal in gitiye ji Girtîgeha Xarpêtê û bersûcên girtî yên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê dimînin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.
 
DADGEH PROTESTO KIRIN 
 
Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê Nobeta Edaletê digire û di komkujiyê de hevjîna xwe û du lawên xwe windakirin û lawê wê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar ê di komkujiyê de bi awayekî giran birîndar bû, li ber deriyê avahiya danişîn lê hate lidarxistin nobet girtin. Dayik û lawê wê  yên ji Enqereyê hatin Meletiyê weke berteka pêknehatina edaletê ya nêzî 6 sal in bi armanca protestoyê neketin danişîna eywanê. 
 
Parêzerên malbata Şenyaşar, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal, rêveberên Şaxa OHD’ê yên Rihayê û nûnerên Baroya Amedê tev li bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, şahid Mûstafa Dûrmaz ê bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû têkildarî îdiayên dizîna qeydên kamerayan wiha got: “Agahiya min pê nîne. Ez îdiaya ku kesên qeydên kamerayan dizine li ber mala xwe rastî wan hatime qebûl nakim.”
 
DADGEH: ‘HERÊMA KURD’ AZADIYA ÎFADEYÊ YE
 
Pişt re dozger xwest ku girtina Fadi Şenyaşar û bersûcên din ên girtî berdewam bike. 
 
Li dijî mutalaya dozger bersûcên girtî Enver Yildiz û Mekaîl Şîmşek daxwaza berdana xwe kirin. Bersûc Celal Yildiz jî daxwaznameyek pêşkeşî dadgehê kir û îdia kir ku gotinên “Ev der herêma kurdan e” ên Fadil Şenyaşar ên di parastinên xwe yên danişînên beriya niha de gotine sûc in û got: “Cihekî ku jê re dibêjin herêma kurd nîne, ev der Tirkiye ye.” Serokê dadgehê diyar kir ku Yildiz bûyerê berovajî dike û li gorî dadgehê ne sûc e û got: “Daxwaznameyê bi paş ve bikişîne.” Serokê dadgehê di heman demê de anî ziman ku gotina “Herêma kurdan” di çarçoveya azadiya ramanê de ye. 
 
‘EZ BI AWAYEKÎ NEHEQÎ DI HUCREYA YEK KESÎ DE TÊM RAGIRTIN’ 
 
Fadil Şenyaşar ê li dijî mutalayê mafê axaftinê girt jî diyar kir ku nehatiye tespîtkirin ku çekên li cihê kar hatine bikaranîn aydê kê ne û got: “Ji bo ku bûyerê berteref bikim, piştî ku bûyer dest pê kir hatim cihê kar û 2-3 dest gule berdan. Ez bi awayekî neheq 6 sal in di hucreyeke yek kesî de têm ragirtin. Bersûcên nehatine girtin hene, lêkolîneke bi bandor nayê kirin. Dema lêkolîneke baş hate kirin dê rastî derkeve holê. Em 30 sal in dikandar in, me heqê kesê nexwariye. Ez dixwazim bêm berdan.”
 
‘FAÎL TÊN PARASTIN’ 
 
Yek ji parêzerê malbata Şenyaşar Hîdayet Enmek, bal kişand ku kesên bi hêza cemaweriyê cînayetan dikin her tim tên parastin û wiha got: “Rayedarên ku divê delîlan biparêzin, berpirsyartiya xwe bi cih neanîn û li vê derê pesnê bersûcan didin. Ev yek dide nîşandan ku dê edalet pêk neyê. Dibe ku Fadil ji ber van bêhiqûqiyan 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne. Me ev yek qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Dê li dijî vê yekê parastina me ya hiqûqî bidome. Heke hinek li cihê ku rayedarên dewletê lê qeydên kamerayan bidizin, demek hêzeke ku ji dewletê xurttir heye. An jî dewletê ji van re çavê xwe girt.”
 
 
‘DEMA GIRTINÊ YA DEMDIRÊJ HATE DERBASKIRIN’ 
 
Parêzerên malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol, Bulent Dûran, Îbrahîm Halîl Oyke, Serhat Kûrt, Ayşe Şehrîban Demîrel, Mehdî Ozdemîr û Serdar Ozer parastin kirin û bal kişandin ser kêmasiyên di dosyayê de. Parêzerên malbatê diyar kirin ku muwekîlê wan Fadil Şenyaşar nêzî 6 sal in girtî ye, dema girtinê ya demdirêj hatiye derbaskirin û divê bê berdan. Parêzeran bal kişandin ku di civakê de libendemayîna edaletê heye û bicihanîna vê daxwazê di berpirsyartiya dadgehê de ye. Parêzeran, destnîşan kirin ku gumana revê ya Fadil Şenyaşar nîne û delîlên ku divê bên komkirin hatine komkirin. 
 
HATE TALOQKIRIN 
 
Şandeya Dadgehê piştî beyanan navber da danişînê. Piştî navbera hate dayîn parêzerên bersûc Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Enver Yildiz parastin kirin. Şandeya dadgehê ya pişt re biryara berdewama girtina Fadil Şenyaşar û bersûcên din ên girtî da û danişîn taloqî 7’ê hezîrana 2024’an kir. 
 
 

Sernavên din

16/03/2024
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'