AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze

img
ŞIRNEX - Çawişê Pispor Tamer Işik, li navçeya Qilebanê bi ser navê AKP’ê li qadê xebatên hilbijartinê dimeşîne û bi gefan ji cerdevan û karmendan ji AKP’ê re deng dixwaze. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê jî giliyê çawişê pispor kir û xwest bê cezakirin.
 
Hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 31'ê adara 2019'an ên li navçeya Qileban a Şirnexê de bi wesayîtên zirxî “hilbijêrên” leşker biribû ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî serî li heman rêbazê da. Hejmara hilbijêrên navçeyê 8 hezar û 500 kes e û AKP’ê 3 hezar û 200 leşker û polîs weke "hilbijêr" li navçeyê veguhestiye. 
 
AKP’ê, Gurgîn Ûrek weke namzetê xwe nîşan da. Ûrek, di hilbijartinên 1994 û 2004'an de du caran weke şaredar hate hilbijartin. Ûrek, di 10 salên şaredartiyê de şaredarî veguherand şîrketeke malbatî û di bin deynan de hişt. Ûrek ê ku dixwaze dîsa were hilbijartin, bi tevlibûna parlamenterê AKP’ê Arslan Tatar, qeymeqamê navçeyê û çawişên pispor xebatên hilbijartinê dimeşîne. 
 
AKP, li navçeyê tenê bi vê yekê bisînor namîne. Hat zanîn ku çawişê pispor Tamer Işik ê girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê jî tev li xebatên hilbijartinê kiriye. Işik ê ku yek bi yek li hemû cerdevan û memûrên dewletê digere, bi darê zorê û gefan ji AKP’ê re deng ji wan dixwaze. Hat zanîn ku Işik di serdana malên cerdevanan de ji cerdevanan re ev hef xwariye: “Heke hûn dengê xwe nedin me, êdî ji tiştên diqewimin em berpirsyar nînin.” Her wiha Işik, di bûroya AKP'ê de jî bi awayekî çalak cih digire.  Li aliyê din hat hînbûn ku Işik zext li şêniyên navçeyê kiriye ku biçin buroya hilbijartinê ya AKP'ê û li wir rûnin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qilebanê li Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê giliyê Işik kir. 
 
JI BO KU DENGÊ XWE BIDIN AKP'Ê GEFAN LI HILBIJÊRAN DIXWE
 
Di daxwaznameya serlêdanê de DEM Partiyê yek bi yek hemû kiriyarên Işik vegot. Hat gotin ku çawişê pispor bi awayekî derhiqûqî tev li xebatên hilbijartinê bûye û sûc dike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Kesê bi navê Tamer ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê çawiştiya pispor dike, weke ku di wêneyê zêdek de jî diyar e, ji erka xwe derketiye û weke endamê partiyê tevdigere. Diçe buroya hilbijartinê ya AKP'ê û li Qilabanê xebatên hilbijartinê dimeşîne. Ev kes diçe Taxa Bulakbaşiyê hema bêje her êvarê zextê li welatiyan û cerdevanan dike ku di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de dengên xwe bidin AKP'ê. AKP'e di vî warî de fermanên derqanûnî dide wan, her wiha ev kes zextê li cerdevanan dike ku biçin buroya hilbijartinê ya AKP'ê. Her wiha gefan li cerdevanan dixwe ku heke dengê xwe nedin AKP’ê dê der barê wan de rapor bê amadekirin. Vî kesî di 28’ê sibatê roja çarşemê piştî nîvro de hemû cerdevanên li Taxa Bulakbaşiyê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê kom kir û gef li wan xwar ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin AKP’ê. Der barê mijarê de qeydên kamerayê ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê hatin xwestin û bi van dîmenan ev yek tê piştrastkirin. Ev kes bandora xwe ya li ser cerdevanan bi kar tîne.”
 
'BI AWAYEKE DERQANÛNÎ TEVDIGERE'
 
Bi domdarî di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku çawişê pispor wek endamê partiyeke siyasî tev li xebatan bûye û wiha hat gotin: “Ev divê wezîfeya xwe ya cerdevaniyê li cihê xwe pêk bîne. Ev kes weke nûnerê partiyê tevdigere û ji bo armancên siyasî û îdeolojîk tev li daxuyanî û çalakiyan dibe. Ev kes mecbûr e ku weke karmendekî helwesteke bêalî nîşan bide û dilsozê dewletê be. Ev kes ne weke karmendekî dewletê weke nûnerê partiyê tevdigere, weke ku haya wî ji cudahiya dewlet û partiyê nîne. Gumanbar erka xwe bi awayekî aktîf ji bo berjewendiya partiya siyasî bi, kar tîne, xebatên siyasî û îdeolojîk dike û li dijî erka xwe tevdigere."
 
DAXWAZA CEZAKIRINÊ
 
Partiyê di daxwaznameyê de xwest ku ev kes bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Kesê gumanbar erk û wezîfeya xwe derbas kiriye û di pêvajoya hilbijartinê de bi awayekî eşkere wezîfeya xwe weke rêveberê partiya siyasî îstismar dike. Diviya bêalî tevbigeriya lê wî alî girtiye. Di encamê de ev kiryar sûcê îstîsmarkirina  xala 257'an a Qanûna Cezayê dike. Em dixwazin ku ev kesê ku peywira xwe binpê kiriye demildest bê cezakirin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/03/2024
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'