Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne

img
AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha sibatê eşkere kir. DFG’ê da zanîn ku hêj 42 rojnameger girtî ne û banga piştevaniyê kir. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran a meha sibatê eşkere kir. Di raporê de DFG’ê diyar kir ku rojnameger di meha sibatê de jî rastî binçavkirin, girtin, astengkirina şopandina nûçeyan û mûameleya xerab hatine û wiha got: “Her wiha em behsa rojnamevanî û rojnamevantiya ku derbarê wan de doz tê vekirin û tên cezakirin dikin. Dîsa saziyên medyayê yên ku hewl tê dayîn bi cezayên RTUK'ê bên bêdengkirin, nûçeyên ku xwegihandina wan tên astengkirin û naverokên medyaya civakî jî di rapora me de mijarên sereke ne. Lê belê di meha sibatê de yek ji mijarên herî zêde li ser nîqaş hate kirin, binçavkirina rojnamevanan û mûameleya li wan hate kirin bû.”
 
GIRTIN Û BINÇAVKIRIN
 
Bi domdarî DFG’ê destnîşan kir ku binçavkirina rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Tûran a di 9’ê sibatê de, binçavkirina 5 rojnamegeran a di 13’ê sibatê de li Îzmîrê û binçavkirina 3 rojnamegeran a di 27’ê sibatê de li Wanê bû mijarên herî balkêş ên meha sibatê. DFG’ê wiha domand: “Berdana rojnamevanên li Îzmîrê ya piştî pêvajoya binçavkirinê ya 4 rojan a bi şertê kontrola edlî û hefsa malê tê wateya ‘Em we berdidin lê em we hefsî malê dikin û nahêlin hûn rojnamevaniyê bikin.’ Bûyera ku em dibêjin nayê xwestin ku rojnamevan nûçeyan çêbikin tam jî ev e. Ji bilî van binçavkirinan girtina nûçegihanê PÎRHA’yê Dîren Keser a di 28’ê sibatê de li Mêrsînê careke din nîşan da ku desthilat çiqas ji rojnamevanan ditirse. Revandina Silêman Ehmed a li Herêma Federe ya Kurdistanê ku 132 roj in agahî jê nayên girtin jî dide nîşandan ku PDK’ê azadiya çapemeniyê çawa bin pê kiriye.”
 
ÇIMA MUFTUOGLÛ 10 MEHAN GIRTÎ MA?
 
Di berdewamê de DFG’ê wiha got: “Meha sibatê di heman demê de bû meheke berdana hin rojnamevan jî. Yek ji van rojnamevanên hatin berdan jî Hevseroka me ya Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bû. Piştî dîl girtina 10 mehan Muftuoglû azad bû. Organên darazê yên bi helwesteke dijminane hewl dan, wê di girtîgehê de bigirin, li dijî rastiyên derketin holê bêçare man û neçar man Dîcleyê berdin. Lê heta ku em vê pirsê jî nepirsin nikarin xwe bigirin. Dîcle Muftuoglû 10 mehan ji bo çi di hefsê de hate ragirtin? Organekî darazê yê ku bersiva vê pirsê bide heye? Dibe ku Dîcle niha di nava me de be lê em ê çi li 10 mehên ku ji azadiya wê hatine dizîn bikin, em ê bi têgeheke hiqûqê ya çawa îzah bikin? Ev rewş ne tenê ji bo Muftuoglû ji bo hemû rojnamevanên di girtîgehê de tên ragirtin derbasdar e. Belê rast e dibe ku rojnamevanên di meha sibatê de hatin berdan çêbûn lê hêj gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de ji azadiya xwe bêpar in. Ev ecêbiya hiqûqê li qada azadiya raman û îfadeyê ya li welat weke lekeyeke reş disekine. Ji ber vê yekê em dixwazin ku rojnamevanên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin demildest bên berdan.” 
 
Daxuyanî wiha dom kir: “Dema em behsa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê dikin, mixabin bi rastiya rojnamevanên ku weke dijmin tên dîtin re rû bi rû ne. Desthilat bi giştî di pozîsyoneke ku ji rojnamevanan hez nake û hewl dide nûçeyên çêdikin asteng bike de ye. Ji bilî vê yekê nûçeyên têkildarî desthilat û alîgirên wê krîmînalîze dike û hewl dide ji holê rake. Difikirin ku bi astengkirineke bi vî awayî dê rastiyan veşêrin. Bêguman zext û astengî dibe ku di astekê de rojnamevantiyeke bitendurist asteng bike lê di rastiyê de nikare rojnamevanên nûçegihaniyê dikin û birûmeta xwe li pey heqîqetê ne bisekinîne. Em vê rastiyê bi awayekî zelal dibînin. Tevî her tiştî jî rojnamevanên bi rûmet ji bo mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin dest ji rojnamevantiyê bernadin. Me meheke din li pey xwe hişt. Em hêvî dikin ku rojnamevan di mehên biharê de bikaribin di hawîreke xebatê ya azadtir de karên xwe bikin. Ji bo ev yek pêk were em diyar dikin ku divê hikûmet dawî li polîtîkayên xwe yên zext û çavtirsandinê yên li qada azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê bîne. Em ji bîr nekin ku “çapemeniya azad, tê wateya civaka azad”. Em nikarin li cihekî ku rojnamevan ne azad in qala civakeke azad bikin. Ji ber vê yekê em hemû beşên civakê vedixwînin ku bi rojnamevanan re di nav piştevaniyê de bin û mafê xwe yê agahî wergirtinê biparêzin. “ 
 
Daneyên di raporê de hatine eşkerekirin wiha ne: 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên Rastî Êrişan Hatin: 4
 
Serdegirtina Malên Rojnamevanan: 11
 
Rojnamevanên Hatin Binçavkirin: 13
 
Rojnamevanên Hatin Girtin: 3
 
Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin: 9
 
Rojnamevanên Hatine Astengkirin: 5
 
Li Girtîgeha Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan: 1
 
BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN 
 
Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin: 8
 
Rojnamevanên Doz li Wan Hatine Vekirin: 4
 
Rojnamevanên Hatine Cezakirin
 
* Hejmara Kesan: 9
 
* Cezayê Hepsê: 20 sal û 6 meh û 18 roj
 
* Cezayê Pereyan: 35.920 TL
 
Rojnamegerên Dozên Wan Didome:
 
*Hejmara Dosyayan: 53
 
* Hejmara Kesan: 95
 
* Hejmara Rojnamevanên Girtî (4’ê adara 2024’an): 42
 
ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Cezayên RTUK’ê
 
* Hejmara Weşanan: 6
 
* Hejmara Cezayan: 9
 
* Rawestîna Bernameyan: 3
 
* Cezayên Pereyan: 3 %2 İdari, 2 %2 cezayê pere, 1 %3 cezayê pere
 
* Biryara Qedexeyên Weşanê: 11
 
ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA ÎNTERNET-DIJÎTAL MEDYAYÊ
 
* Malperên Înternetê yên Hatine Girtin: 1
 
* Nuçeyên Hatine Qedexekirin: 30
 
* Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî: 51
 

Sernavên din

08/03/2024
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde