Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ya li bajarên cuda hatiye destpêkirin berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana nobeta li Wanê tê domandin kir û got: “Me di Meşa Azadiyê de dît ku ji 7 saliyê heya 70'ê saliyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn tên dayîn. Kurd ser piya ne û li her dereke ji bo azadiya Ocalan têdikoşin.” 
 
Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demoratîk a  pirsgirêka kurd, hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam dike. Kesên serdanan Nobeta Edaletê kirine bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiya Ocalan dide meşandin. 
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi heman daxwazê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 89’an de li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê” dinivîsand li xwe kirin.  Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 31’an de li avahiya DBP’a Bajêr dom kir. TJA, namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. 
 
Endam û rêveberên parityên siyasî jî serdana nobetê kirin û di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” olan dan. Kesên tev li nobetê bûne ji bo şikandina tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kirin. 
 
Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 89’emîn de hate berdewam kirin. Gelek kes tev li çalakiya di avahiyê komeleyê de tê lidarxistin bûn. Girseya ku xwest serdana nobetê bike ji taxa Şevket Sumer heya avahiyê TUAY-DER a Çukurovayê bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin. Piştî ku girse serdana çalakiyê kir laçikên spî û qurnefîl dan dayikên çalakiya nobetê didomînin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş di nobetê de axivî û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Dayikên Aştiyê pîroz kir. Piştre namzeta Hevşaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan destnîşan kir ku li dijî zilm û neheqiyê jin di herî pêş de têkoşînê didin meşandin û got: “Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Em roja tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin.” 
 
Herî dawî Dayika Aştiyê Emîne Eren axivî û wiha got: “Heya ku tecrîda fizîkî ya ser Rêbertiya me ranebe, dê têkoşîna me dom bike.” 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji aliyê malbatên girtiyan ve li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 89’an de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya li gel serdana nobetê kir. 
 
‘ME PÊVAJOYEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN’ 
 
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî. Bayindir destnîşan kir ku ew pêvajoyeke nû dane destpêkirin û got: “Em têkoşîna dayikan ji dil û can pîraz dikin. Me bi Meşa Azadiyê ya dabû destpêkirin bi xeteke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Me di meşa ku 15 rojan dom kiriye de dît ku li her bajarê kurdistanê ji 7 saliyê heya 70 saliyê xwe têkoşînek tê meşandin. Em hêza xwe ji sekna gelê xwe digirin. Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e. Niha tevhiya gelê kurd rabuye ser piya û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan li her derê têkoşînê dide meşandin. Em ê bi vê têkoşîna xwe Azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.” 
 
Nobet bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Mêrdîn’de tutuklu yakınları ile Barış Anneleri tarafından sürdürülen Adalet Nöbeti devam ediyor. 78’liler Derneği üyeleri ile 31 yıl cezaevinde tutulduktan sonra tahliye edilen Mehmet İldem’in ziyaret ettiği Adalet Nöbeti’nde şarkılar söylendi. Kürtçe eğitimin de devam ettiği Adalet Nöbeti’nde sık sık zılgıtlar ile beraber “Bijî berxwedana zindana” sloganı atıldı. 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji aliyê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin didome. Endamên Komeleya 78’an û Mehmet Îldem ê piştî 31 salan ji girtgehê derketiye hatin serdana nobetê. Di çalakiya stranên berxwedanê hatin gotin de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
Nûnerê Komeleya 78’an ê Qoserê Arîf Tûrgay anî ziman ku ew çalakiyê pîroz dikin û got ku heya digihije armanca xwe ew ê piştgiriyê bidin nobetê. Mehmet Îldem ê piştî 31 salan hatiye berdan jî wiha axivî: “Ne têkoşîneke ku herkes karibe bide meşandin e. Ez ji ber wê we pîroz dikim.” 
 
Dayika Aştiyê Adule Aksoy jî anî ziman ku nêzî 2 meh in çalakiya Nobeta Edaletê li Mêrdînê dom dike û got: “25 sal in zilma ser Serokê me dom dike. Êdî em dixwazin bila azad be. Bila ev tecrîd bi dawî be. Li gel Serok welat jî di bin tecrîdê de ye. Em dixwazin ev zilm bi dawî be. Êdî bes e.”

Sernavên din

02/03/2024
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin