Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide

  • rojane
  • 14:29 22 Sibat 2024
  • |
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê bi deh hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir axivî û wiha got: “Xelkê Geverê dê li ser sidoqê dersa pêwîst bide wan kesên li Enqereyê dibin gur û tên vê derê dibin kurd.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî hevdîtina bi gel re ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, derbasî Geverê bû. Bakirhan, tev li vekirina buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Cengîz Topel bû. Welatiyên li ser banên mal û karegehan, di pacan û di wesayîtan de nîşaneyên serkeftinê nîşan dan û tililî avêtin. Dema otobûsa hilbijartinê gihiştî cihê buroya hilbijartinê, ciwanan pêtal vêxistin. Bi deh hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn û vekirina buroyê veguherî pîrozbahiyê. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Kolan û cadeya buroya hilbijartinê lê bû ji welatiyan tije bûn û piştî rêzgirtinê jî namzetên hevşaredariyê axivîn. 
 
‘BILA HÊZA GEVERÊ BIBÎNIN’
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Dema Bakirhan gotî “Gever bajarê berxwedanê ye”, girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî serhildana zindanan” berz kir. Bakirhan, got ku dê di 31’ê adarê de qeyûmên ku dijminên kurdan e bişînin û wiha domand: “Me starta hilbijartinê li Şemzînan û Geverê da. Em baş dizanin bê ka wate û qedrê vê çi ye. Ji ber ku xelkê Geverê mîna Çiyayê Cîloyê serbilind û serfiraz e. Ez Surmî Înce, Denîz Bulbun êl i Hewlêrê bi qeleşane hatiye qetilkirin, Adalet Safali ku di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya, Perîşan Çelîk, Erdal  Safali û Nîhat  Akçelîk bi bîr tînim. Dema wan mirovên me qetil kirin digotin; ‘hûn ê hêza tirkan bibînin.’ Em jî dibêjin; ‘Hûn jî hêza kurdan, hêza Geverê bibînin.’ Xelkê birûmet ê Geverê tu caran serî li ber cînayetên kiryarnediyar, komkujî û qeyûman serî netewand û dê netewîne. Em ji bo xwe gelek dersan ji sekna xelkê Geverê digirin.” 
 
‘KURDAN DIJMINATIYA TU KESAN NEKIRYE’
 
Bi domdarî Bakirhan, zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi panzerê hatiye eciqandin bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Diviyabû kesên Erdem eciqandin bihatina darizandin lê derheqê malbata wî de serlêdana sûc hate kirin. Gotin çima Erdem li panzerê xistiye. Vaye ev zîhniyeta dibêje ‘hûn ê hêza tirkan bibînin’ dijminatiyê li zarokê me, jiyana me û îradeya me dike. Gelê kurd bi hezaran sal in li ser vê xakê dijîn û dijminatiya tu gelan nekiriye. Ji Milazgirê heta niha kurdan di tevahiya hezaran salên li Mezopotamya û Anatoliyayê de tu caran xiyanet li gelên pê re dijiya nekir. Berevajî vê, derî li ber wan vekirin û nanê xwe pê re parve kir.” 
 
‘QEYÛM MEMÛRÊN XESPKIRINA PÊŞEROJA GEL IN’ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku herî zêde xelkê Geverê baş dizane bê ka qeyûm çi ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm, bêkarî ye, nelirêtî ye, memûrên dewletê ne ku pêşeroja gelê kurd xesp dikin. Ma qeyûmê Geverê çi kiriye? Ev qeyûm li gel şaredariyên bajarên mezin ên Enqere û Stenbolê ketine pêşbirka deynan. Milyarek TL deynê Şaredariya Geverê heye. Ma Gever Stenbol, Mêrsîn û Enqere ye? Milyarek lîre deyn kiriye lê tu xizmet jî nekiriye. Ji deynan, nelirêtî û bêusûliyan şerm nakin. Ji diziyê şerm nakin. Jin û ciwanên geverî yên birûmet, dê dersa pêwîst bide vê zîhniyeta qeyûm li îradeya Geverê tayînkirî, ya zimanê kurdî qedexe kirî, tabelayên bi kurdî radike û zimanê kurdî weke ‘zimanê nayê zanîn’ dinivîse. Em soz didin we ku dê nelirêtî û bêusuliyên qeyûman kirin bi we re parve bikin. Bila soz be ku em ê di komareke demokratîk de hesabê van nelirêtiyan bipirsn. Qeyûm beg milyarek deyn kiriye lê xelk dikeve 50 korikan. Xuyaye ku qeyûm beg milyarek lîre tevî hevalên xwe xistine berîkên xwe.” 
 
BANGÎ CIWANAN KIR
 
Bi domdarî Bakirhan bangî ciwanên Geverî kir û wiha pê de çû: “Ciwanên me qadan tije dikin. Ev ji bo me rûmet e. Li cem hev dîtina ciwanan hêz û moral dide me. Hûn rêhevalên Seyîd Rizayan, Şêx Seîdan û Mazluman in. Bi zanebûn dixwazin li erdnîgariya kurdan tiryakê belav bikin. Ji we ricaya min ew e ku nehêlin tiryakfiroş bikevin kolan û cadeyên we. Heval û dostên me yên ketine nava tiryakê jî divê em têkoşîna xwe bi wan bidin naskirin û bixin nav civakê. Bi zext, cînayetên kiryarnediyar bi we nekarîn lê niha dixwazin bi rêya tiryakê we têk bibin. Ji we rica dikim ku vê mijara tiryakê ji xaka Kurdistanê derxînin.” 
 
LI ENQEREYÊ GUR LI VIR JÎ KURD IN!
 
Bakirhan, bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Binêrin; ma derketina Çiyayê Cîloyê ne qedexe ye? Li vir çandinî û sewalkarî tê kirin. Çima vê dikin? Ji bo xelkê Geverê û Colemêrgê birçî bimînin lewma dikin. Lê belê ew bi rehetî li Cîloyê konseran didin û direqisin. Hûn nêzikatiya van a li dijî me bi qedexeyên çêrgehan û ya Cîloyê dibînin. Niha jî nêçîrvanên dengan derketine holê. Li Enqereyê gur in lê dema tên Colemêrgê dibin kurd. Xelkê Colemêrg û Geverê dê li ser sindoqê bersiva herî baş bide wan. Tu welatparêz û kesên ji gelê xwe hez dikin û nirxên demokratîk ên gel diparêzin ne li Enqereyê ne jî li Stenbol û Geverê nabin gur. Ev kesên li Enqereyê dibin gur dibêjin qey dê bi 3-5 qirûşan xelkê Geverê bixapînin. Dibêjin qey dê gelê me bi van pereyan bikirin. Ey kesên kêm aqil, ne 3-5 qirûşên we, hûn Banka Navendî jî li Colemêrgê ava bikin dê xelkê Colemêrgê dengê xwe nede we.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ OZEL DA
 
Bakirhan, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ên têkildarî DEM Partiyê da û wiha pê de çû: “Şirikê biçûk ê îktîdarê dibêje; ‘DEM Partî û CHP cuda dikevin hilbijartinê û tifaqeke xerab dikin.’ Recep Tayyîp Erdogan jî dibêje; ‘DEM Partiyê bi CHP’ê re tifaqekî qirêjî kir.’ Serokê Giştî yê CHP’ê jî dibêje; ‘DEM Partiyê bi derxistina namzetan hewl dide bi CHP û muxalefetê bide windakirin û dora vexwarina çaya bidem a AKP û MHP’ê ye.’ Yên van gotinan dikin ne we ne jî me nas nakink. Çaya me qaçax e, bidem e, xweş e û nabe nesîbê her kesî. Yên çaya me ya bidem vedixwe divê hêjayî wê be, hêjayî Geverê be, divê nelirêtiyê neke, bêusûliyan neke. Em çaya xwe didin mirovên birûmet û tenê kesên paqij dikarin vexwin. Em ê tu caran wê çayê nedin kesên ne hêjayî wê. Ozgur efendî dibêje; ‘DEM Partiyê ji bo bi muxalefetê bide windakirin bi AKP’ê re hevkarî kir.’ Baş e CHP’ê li her bajarên Kurdistanê namzet nîşan da yan na? Nîşan da. Ma li Colemêrgê nîşan neda? Em li Colemêrgê bi kê re di nava pêşbirkê de ne. Em li dijî tifaqa AKP, MHP, Ergenekon û gur di pêşbirkê de ne. Niha em ji Ozgur Ozel dipirsin; bi derxistina namzetê xwe re hûn li vir xizmetê ji kê re dikin? Ma ev yek dê xizmetê ji AK-MHP û Ergenekonê re neke?” 
 
‘DEMA MIJAR BÛ KURD TEVEK MÎNA HEV DIBIN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Hûn jî dê li her derê namzetan nîşan bidin û ev ji bo we heq e lê dema sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê li Stenbolê namzetên xwe nîşan dide dê hesabê bide we? Ka her li karê xwe binêre. Ez ji serokê giştî yê vê partiya wiha dibêje re dibêjim; hey bêşermîno di hilbijartinên 2019’an de me şaredarî bi we da qezenckirin. Xelkê Geverê, gelê kurd deng da we. Şaredariyên bi we dayîn qezenckirin heta niha çi kirine? Dema li Geverê qeyûm hatî tayînkirin Îmamoglû li ku bû? Şaredarê Îzmîrê li ku bû? Lutfu Savaş ê îmzeya wî di bin mirina kesên di erdheja Hatayê de jiyana xwe ji dest dayîn hebû li ku bû? Yek ji wan jî piştgirî nedan me. Dema zarokê 5 salî bi panzerê hatî eciqandin negotin ‘we çima eciqand’ lê niha rabûne dibêjin we çima namzet nîşan dan. Ma em ê pirsa vê ji te bikin? Dema zimanê kurdî li Meclisê weke ‘zimanê nayê zanîn’ dihat nivîsandin gelo Ozgur efendî dengê xwe derxist? Îcar radibe û dibêje we çima namzet nîşan da? Ev tevek jî dişibin hev. Dişibin AKP û MHP’ê. Me çima got Rêya Sêyemîn? Me got ji van tu xêr çênabin, dema mijar bû kurd tevek jî mîna hev dibin. Gurê wan jî kemalîstê wan jî AKP’iyê wan jî mîna hev in. Lewma em li vir careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Di hilbijartinên serokkomariyê de tevahiya bajarên kurdan heman reng bûn. Gelo dema dibêjin ‘kurdan bi AKP û MHP’ê re lihev kir’ hûn qet şerm dikin? Heke hûn gelek mereq bikin herin li encamên hilbijartinên 2019’an û yên serokkomariyê binêrin bê ka kurdan helwestekî çiqasî birûmet nîşan daye.”
 
Bakirhan, piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekir. Bakirhan, piştre jî ber bi Bajêrgehê ve kete rê. 

Sernavên din

05/08/2024
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin